Ev sedsal a jinan e!

Em di sedsaleke jinê de derbas dibin. Rastiya sedsaleke ku azadiya jinê, xeta berxwedanêya jinê, sîstema jinê û civakîbûna jinê lê pêş dikeve, heye. Nexşerêya vê sedsalê felsefeya Jin Jiyan Azadî ye ku bi pêşengiya jinan bûye gerdûnî.

Di 8’ê Adara 1857’an de jinên karkerên tekstîl ên Emerîkî ku 16 saetan dixebitîn lê heqdesteke pir kêm werdigirtin, bi daxwaza şert û mercên hîn baştir ên jiyanê, kar û budçeya wekhev û karê 8 saetî, ketin grevê. Grev bi zor û xwînê hate çewisandin. 129 jinên kedkar bi zindî hatin şewitandin û qetilkirin. Di sala 1910’an de di enternasyona jinê ya duyemîn de, bi pêşniyara yek ji pêşengên şoreşa jinê Clara Zetkîn ev roja ku bi berxwedanê hatî hûnandin weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê hate îlankirin. Destpêkê ez têkoşîna tevgerên jin ên ku 8’ê Adarê pêşwazî dikin, silav dikim. Meşaleya berxwedanê ya ji aliyê 129 jinan ve hatî vêxistin, roj bi roj mezin dibe û ala azadiyê bilind dike. Em roja 8’ê adarê li hemû jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê pîroz dikin.

PARADÎGMAYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BÛ GERDÛNÎ

Em di sedsaleke jinê de derbas dibin. Rastiya sedsaleke ku azadiya jinê, xeta berxwedanêya jinê, sîstema jinê û civakîbûna jinê lê pêş dikeve, heye. Nexşerêya vê sedsalê felsefeya Jin Jiyan Azadî ye ku bi pêşengiya jinan bûye gerdûnî. Ev paradîgma bi pêşengiya gel û jinan dijî. Di bingehê pêngava ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ de têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd heye. Dema em li ser van wateyan lê dinêrin, girîngiya 8’ê Adara 2024’an ji xurtbûna meşa me ya azadiyê ya felsefeya Jin Jiyan Azadî tê. Em 8’ê Adareke bi xurt pêşwazî dikin. Em ê bi meş û têkoşîna xwe qirkirin û tecrîdê parçe bikin û rawestînin.

HÎN BI BIRYAR, BI BAWER Û ÎDÎATIR

Weke jin em ê nirxên azadiyê yên berê û yên roja îro bînin ba hev û hîn bi îdîa û biryartir bimeşin, em di nava pêvajoyeke 8’ê Adarê ya bi vî rengî de ne. Em dizanin ku rastiya 8’ê Adarê û heqîqeta wê ji bo jinan xwedî aliyekî fêrker e. Em dizanin ku bi milyonan jin di asteke girîng de di ferqa vê yekê de ne. Îspata vê ya şênber mirovahiya ku bi pêşengiya îradeya jinê bi Jin Jiyan Azadî re dimeşe ye.

Rastiya yekem rastiya jina ku bi destpêkirina zayendperestiya civakî re mehkûmî cendereya mirinê hatî kirin e. Dîsa rastiya jina ku di her qada jiyanê de mêtingerî lê hatiye ferzkirin heye. Rastiyeke din jî bi gotina “têkoşîna xwebûyînê ye, îradeya jina rêxistinkirî ye”, rastiya xeta jina azad a berxwedêr e. Evane hemû jî hêza felsefeya Jin Jiyan Azadî ye.

ŞERÊ LI DIJÎ SEDSALA JINÊ

Em li ber siya şerê cîhanê yê 3’yemîn 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn weke karakter şerek e ku li dijî rastiya sedsala şoreşa jinê hatiye rêxistinkirin. Hêzên hegemon ên navendî di nava vê rastiya şer de, herî zêde hebûna jinê dike hedef. Şerê Îsraîl-Hamasê bê navber dewam dike. Di vî şerî de herî zêde jin û zarok hatin qetilkirin. Ev şerê desthilatdarî û mêrtiya hegemon e. Weke jinên berxwedêr em bi jinên Fîlîstînî re ne. Em car din tînin ziman ku bi wesîleya 8’ê Adarê em êşa wan parve dikin. Piştî ku Talîban li Efganistanê bi lîstokeke navneteweyî car din hat ser desthilatdariyê, qirkirina jinê car din gihand lûtkeyê. Talîban hemû çekên mejiyê desthilatdariya mêr li dijî jinê bi kar tîne. Em jinên Efganistanê, jinên ku li dijî hovîtiya Talîbanê li ber xwe didin bi wesîleya 8’ê Adarê silav dikin û diyar dikin ku em bi berxwedan û têkoşîna wan re ne. Encex îradeya azadiyê ya jinan dikare van şeran rawestîne. Jin dikarin van şerên ku zayendperestî, netewperestî û olperestiyê pêş dixin, biguherînin. Mudaxeleyên aqlê desthilatdariya mêr nikare têkoşîna rêxistinkirî ya berxwedêr û ruhê azadîxwaz ê jinê ya sedsala 21’an biguherîne.

SERKETINÊN MEZIN, ENCAMA BERXWEDANÊN MEZIN E

Bi wesîleya 8'ê Adarê ez karkerên bê mînak ên têkoşîna jinê û hemû şehîdên şoreşê û hevrêyên jin ên ji bo şoreşa azadiya jinê kedeke mezin dane bi hezkirin û hurmeteke mezin silav dikim. Ez hemû şehîdên şoreşê bi taybetî hevrê Sakîne Cansiz, Axîn Mûş, Delal Amed, Leyla Amed, Leyla Van, Hejar Zozan, Aryen Are, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Gulçiya Gabar, Zîlan Konya, Evîn Guyî, Sorxwîn Makû, Zelal Hesekê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Hemû şoreş û nirxên azadiyê di encama berxwedaneke mezin de serketineke mezin bi dest xistine. Nirxên me yên azadiyê ku roj bi roj mezin dibin, şîfre û mifteya berxwedanên mezin pêşkêşî me dikin. Weke Jinên Kurd em 8'ê Adara 2024'an bi kelecan û rûmeteke mezin û nirxên xurt ên azadiyê pêşwazî dikin. Asta xeta berxwedanê ku di şexsê abîdeyên azadiyê Sakîne Cansiz, Evîn Guyî, Raperîn Amed, Leyla Amed, Axîn Mûş, Aryen Are û Sorxwîn Makû de bi pêş ket û mezin bû. Ez dikarim bêjim ku asta lûtkeyê ya pêşketinê di şexsê şehîdên me yên jin de derketiye holê.

JI HEMÛ JINAN RE HÊVIYEK MEZIN

Xeta azadiyê ya ji aliyê gerîlaya YJA-STAR'ê ve hat pêşxistin, ne tenê li Kurdistanê, her wiha li herêmê û cîhanê ji bo tevahiya jinan bûye hêvî, kelecan, îdîa û biryardariya şoreşê derxistine holê. Weke hêzên xweparastinê cesaret didin tevahiya jinên cîhanê û Rojhilata Navîn û bi xurtkirina hişmendiya xweparastinê bûye hêvîya xwebûnê. Di bûyîna xeta azadiyê de bi ser ketiye. YJA STAR'ê ji dost û dijminê xwe re îspat kiriye ku artêşa rizgariyê ya hemû jinan e û li ser şopa mîrateyên şehîdên qehreman bi bîryardarî dimeşe. Bûye nasnameya parastinê ya hemû jinên ku îro pêşengiyê ji berxwedanê re dikin. Artêşa azadiyê ye. Hêza parastina jinê ya YJA-STAR’ê ku di felsefeya JIN-JIYAN-AZADÎ de kûr dibe, stargaha hemû jinên bindest û hemû jinên azadîxwaz e ku li dijî şîdet, faşîzm û desthilatdariya serdestiya mêr li ber xwe didin û yên pêşengiyê ji avakirina sîstemek nû re dikin û serî radikin e. Encax wisan em dikarin bibin şopdarên şehîdên şoreşê yên birûmet. Bûyîna endamekî YJA-Starê cudahiyek e. Li dijî hemû sîstemên mîlîtarîst şer dikin û ji bo azadiya jinê pêşengî ji berxwedana mezin re dikin.

LI SER RÊYA SERKETINA TEQEZ RÊXISTINBÛN

Têkoşîna me ya azadiya jinê ku li ser vê xet û mîrateyê bi pêş ketiye, di şexsê Sakîne Cansiz, Axîn Mûş, Leyla Amed, Gulçiya Gabar, Rûken, Sara, Şîrîn Elemhûlî, Sorxwîn Makû de ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê derketiye holê, kariye asteke mezin a pêşketinê bi dest bixe. Îro têkoşîn li ser bingeha heqîqeta 8’ê Adarê derxistina zanistiyê û bersivdayîna wê tê bilindkirin. Li her derê, xebatên me yên azadiya jinê li ser bingeha formula jin-jiyan-azadî, bi armanca teqez serkeftin, xwe birêxistin dike. Li ser bingeha girêdana bi vê heqîqetê re, bi zanabûn û berpirsyariya ku serkeftin di rêya azadiya jinê de pêkan e, em têkoşîna xwe xurtir dikin. Ev tê wateya zanabûna cewherî, îradeya cewherî, rêxistina cewherî û xweparastinê, di asta pêdiviyên civaka me de, li ser esasê xweparastinê li her derê xwe birêxistin dike. Ji bo vejîna jiyaneke nû pêşengî tê kirin.

QETLÎAMÊN JINAN, DI ASTA QIRKIRINÊ DE NE

Li ser bingeha pêngava me ya 'Em bi JIN-JIYAN-AZADI ber bi şoreşa jinê ve dimeşin', pîvan û aliyekî pir cidî heye ku pêwîstî bi nirxandina qetlîamên jinan ku di asta qirkirinê de ye, heye. Kuştina jinan pirsgirêka herî bingehîn û kûr a cîhanê û mirovahiyê ye. Faşîzm û şîdeta mêr li ser erdnîgarî û parzemînên cuda yên cîhanê pêk tên. Parzemînek ku jin lê nayên birîn, kuştin an jî tecawizkirin heye gelo? Li Tirkiye, Iraq, Sûriye û gelek dewletên Ereb û her wiha darvekirinên ji aliyê rejîmeke ku xwe weke Komara Îslamî ya Îranê nîşan dide ve tên kirin. Di Çileya 2024'an de di rojekê de 4 jin hatin darvekirin. Li dijî vê yekê ne tenê jin, divê mirovahî rabe ser piyan. Em bi wesîleya 8'ê Adarê li her derê bi nerazîbûnên xwe hêza pêşîgirtin li vê hovîtiya zîhniyeta mêr birêxistin bikin û em rê nedin vê hovîtiyê. Divê jin, gel û ciwan xwedî li formula Jin-Jiyan-Azadî derkevin. Divê bi têkoşîna xwe em 8’ê Adarek din pêşî li darvekirinan bigirin û di vê wateyê de bibin dengê zindanan. Divê Zeynep Celaliyan û Ciwana Sine ku di zindana Îranê de ne, azad bibin. Azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, bingeha têkoşîna me ya sereke ne. Ji bo vê jî weke jin li dijî hişmendiya tecawizkar a ku ev 5 hezar sal in berdewam dike, em ê rêxistinbûnek hevpar û radîkal pêş bixin. Ev sedsal ya jinan e.

EM DI DEMA AZADIYÊ DE NE

Ji ber vê yekê jî rêxistinbûyînên ji aliyê jinan ve li her cihî hatine pêşxistin, ji bo jinên cîhanê bûne çavkaniyeke mezin a azadî û hêviyê. ‘Cihê herî dawî ya ku sîstema serdest a mêr xwe gihandiyê, faşîzma mêr-dewlet-DAÎŞ'ê ye.’ Têkoşînên ku di pêşengiya tevgerên jinan de pêş ketin û li hemberî van êrîşên faşîzan bi pêşxistina çareseriyeke xurt û bi îrade bûn hêvî û rêxistinbûna jinê mezintir kir. Ji ber vê yekê; Em îro bi Jin-Jiyan-Azadî re bi bîryardarî, bi îdîa, bi cesaret û bi tempoyekî xurt dimeşin. Em di serdemeke azadiyê de ne. Bi xwedîderketina li kevneşopî û mîrateya berxwedanê ya jinê re û bi girêdana bi heqîqeta 8’ê Adarê re em hatin vê rojê.

JINÊN KURD HÎN BI HÊZTIR PÊŞWAZÎ DIKIN

Her wiha ew ê mîrateya berxwedanê di şexsê xwe de dane holê û bi çalakiyên bi heybet ên azadiyê tacîdar bikin. Jinên Kurd ên ku li ser eksena pîvana xwe avakirin û xweparastinê hêzek xurt a hişmendî û xweparastinê nîşan didin, wê 8’ê Adara îsal li gorî salên borî bi têkoşîna azadiyê ya jinê ya xurtir pêşwazî bikin. 8’ê Adara 2024’an wê li ser bingeha Jin, Jiyan, Azadî bi civakî bibe. Em ê li ser vê bingehê civakîbûna jinê bi pêş bixin. Em di sedsaleke ku berxwedana jinê lê şênber dibe û pêş dikeve re derbas dibin.

YÊN KU JI SEDSALÊ RE PÊŞENGIYÊ DIKIN, JINÊN KURD IN

Em 8'ê Adara 2024'an di vê demê de ku nirxên me yên xurt ên azadiyê ji bo jinan bilind dibin û pêş dikevin, pêşwazî dikin. Em bi pêşengiya vîna şoreşa jinê pêşwazî dikin. Em bi vîna jinê ya çareseriyê pêşwazî dikin. Em di serdemeke welê de ku sedsaleke ku azadiya jinê, xeta berxwedanê ya jinê, sîstema jinê û civakîbûna jinê lê bi pêş dikeve, pêşwazî dikin. Îsal 8'ê Adarê xwedî wateyeke bi vî rengî ye.

Yên ku di vê sedsalê de pêşengî ji formûla Jin Jiyan Azadî re dikin jinên Kurd in. Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Ev têkoşîn, ev hêz, ev vîn, vîna azadiyê ya li ser navê jinê, gelan û civakê danî holê, vîna demokratîk e, yanî paradîgmaya alternatîf a modernîteya demokratîk e. Ev yek jî vîna çareseriyê ye. Li Rojhilata Navîn jinên Kurd pêşengî ji jiyana azad û avakirina sîstema demokratîk re dike, ev yek jî dê ji bo jinên cîhanê bibe alternatîf û bi vê hêzê û vînê dê xurtir pêş bikeve û bi civakî bibe. Jin li dora vê hêz û îradeyê li hev civiyane û ji bo çareseriyê li ber xwe didin. Bi ruhê vê hevgirtinê, hîn bêhtir xurtkirin û biryardariyê divê em bikaribin çalakî û şahiyên 8'ê Adara 2024'an bi awayekî mezin pêş bixin. Divê em bikaribin meşa xwe ya şoreşa jinê tacîdar bikin. Em di serdemeke wisa de ne ku dikarin li her derê Kurdistanê eniya berxwedanê ya hevpar a jinan mezin bikin, hevdîtinên jinan ên azadiyê ya biheybet pêk bînin, veguherînin şoreşa jinê. Ev şert û derfet hene. Ji ber ku sedsala jinê ye. Li dijî şîdet û faşîzma mêr a dixwaze vê sedsalê veguherîne mehşerê, divê em têkoşîna şoreşa jinê bilind bikin. Em îro li kîjan erdnîgarî û parzemînên cîhanê ne bila bin; Nasnameya etnîkî, ziman, çand û baweriyê çi dibe bila bibe, pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû ne, hevpar in. Çareseriya pirsgirêkan jî bi rêxistinbûn û lêgerîna li çareseriyên pêkan e.

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK Û JINEOLOJÎ

Careke din li dijî avaniyên ku xwe dispêrin pergal û sîstema hegemonîk, em hêza jinê, hêza berxwedanê, mîrateya berxwedanê, xeta berxwedanê, bi rêxistinbûna konfederalîzma jinê ya demokratîk, bi nêrîna jineolojiyê û bi hemû heybetiyên çandê re pêşwazî bikin. Em weke jinên Kurdistanî, bi têkoşîna jina azad û bi hêza nasnameya xwe ya têkoşînê û rêxistinbûna xwe, di serdemeke wisa de ne ku hêz û vîna çareseriyê bi jinên cîhanê re parvebikin û bingeha xwe bi Jin Jiyan Azadî re bi gerdûnîtir bikin. Bi 8'ê Adarê re em di serdemeke welê de ne ku em ê projeyên mayînde û xebatên konfederalîzma jinê xurt bikin. Di 8'ê Adarê de em xwedî li Rêbertiya Azadiyê derkevin.

EM DEYNDARÊ RÊBER APO NE

Dîlgirtina Rêber Apo derbasî 26 sala xwe ya têkoşînê bû. Em dikarin diyar bikin ku ev 25 sal in em şahidî ji dîlgirtina ku mînakên wê di dîrokê de nîne re dikin. Rêber Apo ev 25 sal in weke ku tola hemû dîlgirtinên di dîrokê de hilîne derbas kir. Hemû dîlgirtinan bi wate kir; Li dijî her şêwe faktorên siyasî, civakî û çandî yên ku van dîlgirtinan pêk tînin, xeteke têkoşîn û siberojê daniye pêşiya mirovahiyê. Her kêliyekê jiyanê bi wate kiriye. Sekna herî bi nirx ya mirovahiyê derxistiye holê. Divê em karibin bi têgihiştineke kûr fêm bikin ku ev rastiya Rêbertiya me ya xwedî rûmet e. Ez dixwazim diyar bikim ku Rêber Apo bi vê karekterê xwe yê qedirbilind hem gelê me û hem jî me jinan kiriye rûmeta herî mezin. Em wek hemû mirovahî, gel û jin deyndarê Reber Apo ne. Rêber Apo ji bo mirovahî, gelê me û jinan nirxên mezin ava kir, ji ber vê yekê divê tevlîbûneke xurt a li xebatên ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê kirin. Perpirsyarî û stratejiya me ya sereke a li hember Rêber Apo ev e. Divê em hemû ji bo azadiya xwe bêtir bixebitin.

Em 8'ê Adara 2024'an veguherînin saleke ku pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo herî zêde di rojevê de ye û bikin salek ku çarçoveya gerdûnî bi dest bixe. Bê guman em di serdemeke welê re derbas dibin ku berxwedana herî xurt a gerîlaya YJA-STAR'ê ya li dijî qirkirinê bi pêş dikeve. Em bi israra jin û gelan a ji bo azadiyê pêşwazî dikin. Çawa ku em hînê komploya komploya navneteweyî nebûn, em ê ti carî hînê tecrîda mutleq a li ser Rêbertiya xwe jî nebin. Teqez em ê tecrîdê têk bibin. Vala derxistina komploya navneteweyî û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka me ya sereke ye. Bi 8'ê Adara 2024'an re, bi hevrêya rast a jinê re em ê meşeke rast pêş bixin. Rêber Apo çavkaniya azadiyê ye. Sedema hebûna me û cehwera hebûn me ye. Pîvana xwedîderketina li vîna me ya ku wateya azadiyê hînî me dike, êdî ji bo azadiya wî ya fîzîkî divê di her astê de têkoşîn bê mezinkirin û azadî bê mîsogerkirin.

EM BI COŞA ŞOREŞÊ DAKEVIN QADAN

Ji ber vê yekê; Em bi coşa şoreşa jinê, biryardarî û îdîa derkevin qadên 8'ê Adarê. Em li ser hîmê ku JIN-JIYAN-AZADI projeyeke azadiyê ye ku pêşkêşî hemû mirovahiyê hatiye kirin têdikoşin. Em ê careke din hêz û vîna berxwedana bi rûmet a jinê û azadiyê nîşanî sîstema serdest a mêr bidin. Em di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de xwedî li vîna xwe derkevin û bi meşen azadiyê qadan bi dîlan, stran, şahî û çalakiyan tejî bikin. Em careke din nîşan bidin ku jin hêza jiyanê ye, ew jiyan bi xwe ye û hêza bi jina azad re civak çawan pêş dikeve pêş bixin. Em di 8'ê Adara 2024'an de, nîşan bidin ku em di serdema jinê de ne û careke din heybeta meşa xwe ya ber bi şoreşa jinê ve danin holê.

Em bi hevdîtina bi jina azad û berxwedana xweparastinê re, hesab ji mêrê serdest bixwezin û vê helwestê xurttir bikin. Di vê wateyê de hemû jinên cîhanê; Divê hemû jin bi rengên xwe, nasnameyên xwe, çandên xwe beşdarî çalakî û şahiyên 8’ê Adarê bibin, berxwedanê mezin bikin, tevlî têkoşînê bibin, stran bêjin, govendê bigerînin, bi tilîliyên xwe nîşan bidin ku cîhaneke din pêkan e, bi dansên xwe nîşan bidin ku rengên cuda hene, bi hemû hunerên xwe li qadan bi Jin Jiyan Azadî re bêjin em hene! Em ber bi şoreşa jinê ve bimeşin. Em ji bîr nekin ku ev meş şiyarbûna şoreşa jinê ye. Li ser van wate û nirxan ez careke din 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikim. Em bi coşa xwe Newrozê derxînin lûtkeyê. EM BI JIN-JIYAN-AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINÊ VE DIMEŞIN BIJÎ 8’ê ADAR’Ê

*Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Ruken, ji ANF’ê re nivîsand.