'Tirkiye bi ser bikeve wê destketiyên Başûr ji dest biçin'

Şehîd Diyar Xerîb wiha gotibû, "Eger dewleta Tirk di hewldanên xwe de bi serbikeve, wê hemû destketiyên Başûr desteser bike."

Salvegera 3’an a şehîdbûna Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb e ku weke têkoşer, rewşenbîr û nivîskareke Kurd di warê siyasî û ramanî li esmanê Başûrê Kurdistanê geş dibe. Ev têkoşer bi destê noker û xiyanetkaran di sala 2019'an de di encama êrîşeke esmanî ya balafirên Tirkiyeyê de şehîd bû.

Şehîd Helmet bi nasnav Diyar Xerîb yek ji wan kesayetan bû ku ji aliyê siyasî û fikrî ve li Başûrê Kurdistanê berbiçav û naskirî bû. Hem weke şoreşger û hem jî nivîskar xwedî rol û risteke xurt a dîroka Kurdan û taybet Başûrê Kurdistanê bû. Di vê çarçoveyê de pirtûkek ji 5 bergan ku bi navê ‘Manîfestoya Kesê Azad û Şoreşger a Kurdistanê’ çap kir û bi sedan gotar û hevpeyvîn ji bo rojname û weşanên cihê yên Kurdî da. 

Berî şehîd bikeve di hevpeyvîneke xwe ya 8’ê Hezîrana 2019’an a li gel ajansa ANF’ê kirî bal kişandibû ser êrîşê dagirkeran û berxwedana gelê Kurd a li dijî ber êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger-qirker û ev gotibû: 

"Di aliyê stratejî de dewleta Tirk li ser bingehê înkarkirina Kurdan hatiye damezrandin. Ji ber wê gelê Tirk dereng hatiye herêmê û welatê wan jî Asya Navîn e. Her demê xwe lewaz dibînin. Ji ber wê faşîzma Tirkiye bingehê xwe li ser tinekirina gelên Enatolya û Kurdistanê daniye. Piraniya gelê resen yê Enatolya dibin Tirkîtî de helandin. Di wê çarçoveyê de gelek hewldan ku Kurdan jî bihelînin û ji bo wê jî gelek qonax derbaz kirin. Lê tekoşîna Rêber Apo û PKK'ê ew hewldan vala derxist. Bi berxwedana Kurdan pêkhateyên din jî daxwaza mafê nasnameya xwe dikin. Ji ber wê faşîstên Tirk hebûna Kurdan weke têkçûna xwe dibînin. Têkbirina Kurdan jî weke serxistina Tirkîtîbûnê dibînin. Her kes dizane ku çiya bûye dergoşa gerîla, ev jî li ser faşîzma Tirk bûye metirsiyek. Ji ber wê bi teknîkê êrîş dikin herêmên Kurdistanê. Niha li piraniya çiyayên Kurdistanê şer heye, ne tenê li herêma Xakûrkê. Li hinek çiyayên Enatolya û Tirkiyê jî gerîla şer dikin.

‘GELÊ BAŞÛR NE BÊ HELWEST E’

Gelê Başûr ne gelek bêdenge û di gelek aliyan de helwesta xwe nîşan daye. Niha piraniya gelê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwesta Şêladizê ye. Yê bêdeng desthilate û piraniya çapemenî jî dibin kontrola desthilatê de ye. Nabin dengê gel û helwesta gel belav nakin. Bê guman divê di demek wisa de gel bi giştî bi taybet pêşmergeyên dêrîn û kesên xwedî helwest bi pratîkî weke gelê Şêladizê ji bo berxwedana gerîla ya li Xakûrk û çiyayan bibin piştevan. Ji ber ku eger dewleta Tirk di hewldanên xwe de bi serbikeve, wê hemû destkeftiyên Başûr desteser bike.”

‘DIVÊ ZÊDETIR RÊBER APO BIDIN NASÎN’

Şehîd Diyar Xerîb di beşek din a nêrînên xwe de li ser rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhateyên herêmê ya famkirina ramanê Ocalan û çareseriyê jî vê nirxandinê dike: “Em jî rastiyê dibînin ku li herêmê bi giştî pirsgirêkên Başûr û Iraqê jî çavkaniya xwe ji parçbebûyîn, hevdu qebul nekirin serlêdana şidetê, çavkaniya xwe serlênedayîna hişmendiyek demokratîk, exlaqiyek civakî û berjewendîperestî digre. Eger ev xalên Rêber Apo esas were girtin, wê pirsgirêkên Başûr, Iraq û herêmê di demek kurt de werin çareser kirin. Beşek mezin ji gel û pêkhateyên Iraqê fikrê Rêber Apo nas nakin. Ji ber wê dibe ku girîngî û rola wê nezanîn. Ev jî pirsgirêka me ye û divê fikrê Rêber Apo bigehînin hemû kes û pêkhateyan.”

'ARMANC TINEKIRINA PKK’Ê Û JINAVBIRINA DESTKETIYÊN GELÊ KURD'

Herî dawî jî Şehîd Diyar Xerîb êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Kurdan û taybet herêma Kurdistanê bi sê xalan rêz kiribû:

“1. Tirkiye PKK’ê weke hêzeke serek dibîne li Kurdistanê û herêmê. Vê rastiyê dizane naşibe ti hêz û aliyekê ji bo wê ditirese. Ditirse PKK li herêmê bibe aliyeke yê pirsgirêkê û di nava hevseniyên siberojê de cih bigire.

2. Armanca duyemîn a dewleta Tirk a dagirekr herêma Kurdistan û destkeftiyên Kurd e. Tirkiye wisa dizane ku eger PKK’ê li Başûrê Kurdistanê zeîf bike, wê demê dikare Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî lewaz bike, têk bibe.

3. Mijara Kerkûkê yek ji armancên din ên Tirkiyeyê ye. Bi van êrîşan pêşiya wê digire ku Kerkûk nebe parçeyek ji herêmê ku herêmê bi vê yekê bi hêz nebe û bikare ji bo herêmên din jî bibe çavkaniyeke ya hêzê.

ÇAVKANÎ:
Hevpeyvîna bi Şehîd Diyar Xerîb (Helmet) a 8’ê Hezîrana 2019’an
Gotara 9’ê Adara 2008’an a Rojnameya Welat
Pirtûka Şehîd Diyar Xerîb (Helmet) ‘Manîfestoya Kesê Azad û Şoreşger a Kurdistanê’