Ala 14'ê Tîrmehê hînê li ba ye

Ala 14'ê Tîrmehê îro li Metîna, Zap û Avaşînê li ba ye. Gerîla li ser bingeha berxwedana Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li çiyayên Kurdistanê destanan dinivîsînin.

Em salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehaê li Metîna, Zap, Avaşîn û tevahiya çiyayên Kurdistanê bi heman têkoşîn û berxwedanê pêşwazî dikin. 40 sal li pey xwe hişt; her roj û her kêlî ji wê rojê weke tîrêjên rojê şax û perê xwe berda nava hemû cihokên şaristaniya demokratîk. Di vê wateyê de roja 14 Tîrmehê bû ruhê xeta berxwêdan, têkoşîn bîrdozî û felsefa tevgera Apoyî. Ev roj roja ruhê azadiyê ye, xeyalek bû, bi vê xeyalê paşeroja ku bi siyaseta qirkirinê û islahata planê şerqî tarîkirî bûn, bi asoyê baweriyê xwe jinûve bi vînek pola ronî kirin, dinivîsandin û hemû enerjiya xwe wekî volkanekê bi ser dijmin de teqandin.

Ew di germaya roja 14'ê Tîrmehê de di nava dîwarê zîndanan de, di şaneya yek kesî de di nava tarîtiyê de li paşerojê difikirîn, bi aso û azwariyê xwe bingeha bîrdozî û felsefeya jiyana heqîqet û adaletê dihûnandin. Lewma tekiliyek di navbera xwe û paşerojê de di kêliyên azadiyê de bi berxwedan û têkoşînê diafirandin. Berê wan li paşerojê bû, çavê wan li şewqa biriqandî ya dabû asîmanê Kurdistanê de dihilat. Bi wesîleya vê yekê li zîndana Amedê şerekî fikrî, zîhnî û bîrdozî dihat meşandin. Şerekî dijwar bû, şerekî parastinê bû, şerekî hebûn û tinebûnê bû, bedenên xwe ji parastina fikrê doza xwe ve pêça bûn, dil di serketinê de vedijandin, zîhîn di zelaliya gola baweriyê de dadiwerivandin. Ji ber comerdî, wêrektî, egîtî û mêrxasî bi 14 Tîrmehê re bûbûn yek. Esad Oktay bi êşkenceyê diwestiya, baweriya binketinê bi zilm û zorê digihiştand asta herî jor, lê ew bi êşkenceyê dikeniyan, xurt dibûn, hêz digirtin û hêviya serketinê di şewqa çavê wan de dibiriqand. Hem jî wekî zindiyê ku di binê atmosfera deryayê de bêoksîjen bimîne, bêhenanse bimîne, lê wan hêvî û baweriyê xwe kirin mertalê zindî û bi melevaniyê dîwarê zîndanê derbas kirin û derbasî sînorê azadî û oksîjena jiyana bêmayîn de kirin.

Belê wê rojê roj bi roj, kêlî bi kêlî di rehê berxwedêr de dilop bi dilop herikî û bû golek  mezin. Lê ev gol ne bi avê mezin bû, bi xwîna ciwanên mêrxas û şerkeran mezin bû. Ev roj li beraberî îxanetê, radestbûnê, înkarkirinê, tûndî û êşkenceyê heval Xeyrî Dûrmûş dest bi greva birçîbûna mirinê ya mezin kir. Wê rojê li salona dadgehê bi helweste xurt, bi biryardar, bi bawerî û dengekî bilind dîwarê dadgehê perçe kir û her gotinek wî weke fîşeka dilê hekîm û qaziyan qul kir û derbasî dilê gelê Kurd kir. Wê rojê li zindana Amedê faşîzma dagirker ku 24 saetan bi êşkenceyên hovane û kiryarên li dijî mirovahiyê teslîmiyet û îxanet li ser wan ferz dikirin, tinebûn hedef dikirin berovajî kirin û vala derxistin.

Ev roj ji wê rojê 14'ê Tîrmehê bû destan, bû feraset, bû çand, bû wêjeya berxwedanê, bû strana 'berxwedan xweş doz e' û di heman demê de bû bersivek li dijî dagirker-metîngeha û ala azadî û tekoşînê bilind kirin. Ji wê rojê ve têkoşîna Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz  û Alî Çîçek reng û dengê rêya têkoşînê diyar kirin û dijmin têkbirin. Lewma şewqa vê rojê dilê hemû gerîlayê azadiyê bi hêvî û baweriyê wanî bîrdozî li Metîna, Zap, Avaşîn û çiyayên Kurdistanê hûnand. Rojeke diyarker bû, bandora wê hemû rojên jiyana Kurdan guhert û nûjen kir. Lewma têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi şewqa wê rojê ronî dibe û ronahiya xwe dide her derê. Gerîla bi berhemê tovê vê rojê bûn pelê dara 14'ê Tîrmehê.

Îro ala 14'ê Tîrmehê li Metîna, Zap û Avaşînê li ba ye û bi henanseya Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî li tunelê şikeftan diheje. Em jî îro bi vî reng û dengê rêya têkoşîna wayî ku ala azadiyê bilindkiribûn, li Metîna, Zapê û Avaşînê destan li ser destana li wateya 14'ê Tîrmehê tê zêdekirin. Dîwarê şikeftê bi vî ruhî deng û reng veda. Ji ber îro li Metîna, Zap, Avaşînê û hemû çiyayê Kurdistanê bi heman feraset û zîhniyetê hedefkirine ku gerîlayên çavê xwe bi stran û çîrokê vê berxwedanê li jiyanê vekirine û bi berxwedana wan têgihiştine ji bo tune bikin, bi dermanê kîmyewî, balafirên şer û leşkerên pispor êrîş dikin. Çawa li zindana Amedê dixwestin bi êşkenceyê, zilm û zordariyê vîna wan radest bigrin, lê berovajî vîna wan bi berxwedan û têkoşîna 14'ê Tîrmehê tune bû, îro li Metîna, Zap û Avaşînê jî vîna artêşa Tirk tune dibe. Ya rastî ne tenê vîna artêşa Tirk di heman demê de hêza hêzên desthilatdar û hegemonîk a NATO'yê ku bi gerîla re şer dikin li bin dikeve, winda dike. 

Belê roja 14'ê Tîrmehê;  ne tenê rojeke li beraberî dijmin şerkirine û helwest danîne, di heman demê de rojeke helwesta şoreşgerane ya bîrdozî, siyasî û rêxistinî jî raberkirine.  Gerîla îro li ser vê şopê ber bi azadiyê ve dimeşin û ala ku wan ji me re hiştiye li çiyayê Kurdistanê tê çikandin û bi ser dixînin.