Bê nan dibe, lê bê welat û netewe nabe!

Nan nebe jiyan bi rengekî dibe, lê bê welat qet nabe. Benzîn nebe jiyan dibe, lê bê rûmet û keramet nabe. Mal û milk nebe jiyan dibe, lê bê netewe nabe.

Di serî de siyaseta rayedarên Başûr û şerê li herêmê wisa kiriye ku gelê Başûr birçî bimîne. Dema dawî em dibînin rewşa bazarê pir giran bûye, kelûpel du qat heta sê qat bûne. Her diçe ji ber bazara serbest a bêkontrol pêdawîstiyên jiyanî yên esasî xurek biha dibe û ev jî dike rewşa xelkê hejar û jêrî hejariyê pir xirab bibe.

Krîzên siyasî û aborî yên li Başûr serî hildayîn, dibe sedem ku ferqek pir mezin bikeve navbera xelkê herêmê û her wiha rê li ber berfirehbûna êrişên dagirkeriyê veke. Çawa?

Weke ku tê dîtin, rojan e êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê pir zêde bûne. Di nava mehekê de jin û zarok jî di nav de zêdetirî 10 kes bûn qurbanî û birîndar bûne. Ev jî dide nîşandan bê ka asta êrişên dagirkeriyê yên li Başûr gihaye kû derê. Balafirên keşfê yên biçek û bêmirov li nava bajar û derdora navçeyên herêmê bi navê 'ewlehiya welatê xwe' êrişan dike û sivîlan dike hedef û bombe dike. 

Em dibînin di rewşek wiha de divê tev xelkê Başûr rabe ser lingan, lê ji ber xizanî û şerê têrkirina zikê xwe û borandina rojê, van êrişan ji nedîtî ve tê. Ev hemû bandora siyaseta şaş û dîsa birçîkirina xelkê hejar û li ber pirsên neteweyî û welat heta astekê bêdeng bimînin.

Ji ber jiyan gihaye wê astê ku êdî kes bîr li welat, êriş û qetilkirina jin û zarokan nake. Bîr li çawa roja xwe derbas bike û bikare pariyek nan ji bo mala xwe peyda bike. Bi kêmanî çend kesên bi temen ji bo çar qurişê heqdesta xwe ya mehê li ber derê banka bi awayekî pir tirajîk jiyana xwe ji dest dan. Gelo ma rewşek ji vê kembaxtir heye? Kes vê nizane û bala wan nakişîne. Ev sosreteke pir mezin û rewşa civakê ya ketî navê nîşan dide. 

Bihayê bazarê firiyaye çûye, kar nîne. Jiyan her diçe ditevize û terka welat ev çend sale dewam e. Her kesê fersendê bibîne reva welat ji bo xwe rizgarî dibîne. Heta vê revê ji bo her kesê pêşniyar dike. Jiyan gihaye wî haletî ku kes bîr li welat û neteweyê neke. Ev jî di çarçoveya siyaset û pîlaneke rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêk tê. 

Eger ku wisa neba, gelê Başûr gelek serhildêr û şoreş li dijî rejîma Baas kiriye. Xwedî rûmet û keramet e. Xwedî kesayetên mîna Mama Rîşe, Dr. Sîrwan, Viyan Soran, Diyar Xerîb e û sedan kesên din e. 

Divê civak dev ji vê yekê bernede. Nan nebe jiyan bi rengekî dibe, lê bê welat qet nabe. Benzîn nebe jiyan dibe, lê bê rûmet û keramet nabe. Mal û milk nebe jiyan dibe, lê bê netewe nabe. Bê dewlemendî û serwet dibe lê bê al û ziman nabe. Bê mûzîk, çand nabe. Bê nasname nabe.

Em Kurd hemû di qonaxeke pir xedar, man û nemanê de diborin, zehmetî zorî pir in. Lê ev nayê wê watê ku ev çerx nevegere. Em ê li nanê xwe jî bigerin, em ê netewe û kerameta xwe jî biparêzin. Em ê daxwaza heqê xwe yê jiyanê jî bikin, em ê li dijî dagirkeriyê jî şer bikin. Em ê bikin desthilat jî, em ê ji desthilatê jî danin. Ev rewşek xwezayî ya jiyanê ye. 

Ji bo wê ye, divê bîrkirinek jiya heta niha cudatir derkeve. Eger ku wisa nebe, em ê tev winda bikin. Kes ji me li welatê xwe weke em dixwazin qebûl nake. Wê me wisa qebûl bike, bê nasname, bê rûmet û keramet. Bê ew jî mirin e. Ji bo wê ne rev çareserî ye, ne jî rewşa niha em tê de ne.

A rast û divê bê kirin, têkoşîneke xurt a li ber dagirkerî, xiyanet û nokeriyê ye. Ji xwe dema têkoşîn bê kirin wê teqez serketin jî hebe. Wê nan jî hebe, wê jiyan û wê debar jî hebe. Têkoşîn nebe, wê tiştek nebe. Tenê tinebûn hebe. Bi sed hezaran salane civakan bi têkoşînê xaka xwe rizgarkirin û niha xwedî welat in. 

Vî gelî jî şer kir, şehîd da û heq dike bi rengekî aram êdî bijî, lê ku zilmek navxwe û destê dagirkeran li ser be, nayê wateyê em li ber bêdeng bin. Şer tenê bi dijmin re nayê kirin. Şerê mezin bi xwe re û neheqiya tê kirin re ye. Şerê bi desthilat û kesên dibin sedema qetilkirin û wêrankirina xaka û welatê mirov re jî tê kirin. Pêwîst bike şerê bi çekê jî wê bê kirin. Eger çi kes û hêz be, li ser nirx û rûmeta gel desthilata xwe bidomîne, li gel dijminê gelê xwe hevkarî, nokerî bike; çak amûra herî pîroz e. 

Ji bo vê ye ku meyzandina me ya li rewşa nav divê li ser esasê neteweyî û niştîmanî be. Roj wê bê em ê tev birçî bin, roj wê bê em ê tev têr bin. Em ê li derve bin. Lê ya esas welat û niştiman e. Ziman, çand û netewe ye. Bê van hersêyan ne mimkûne jiyîn. Derveyî vê ne mimkûne ku ya bê jiyîn weke jiyîn pênase bike.