Rêwiyên heqîqetê yên Çiyayê Reş

Rohat Dengdar, Şevîn Şemzînan, Demhat Derwêş, Sema Agirîn, Şerda Sosin, Denîz Reş, Xemgîn Qelqelî û Zîlan Xebat ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li Çiyayê Reş berxwedaneke bêhempa kirin, di 17'ê Nîsanê de tevlî karwanê nemiran bûn.

Yek ji cihên stratejîk ê ku gerîla ji xwe re kiriye war û xwe tê de diparêze Zap e. Zap, evîndariya gerîla ye. Bi xemla xwe ve gerîla aşiqê xwe dike. Çiyayên wê yên bilind, hestên tolhildanê di dilê gerîla de xurtir dike. Xwezaya wê pir dewlemend e, li gorî her demsalekê bi rengekî narîn xwe dixemilîne. Ev dibe sedem ku hîn bêhtir gerîla pê ve were girêdan. Çûkê ku di ser çiyayên Zapê re difirin, pezkoviyên ku xwe di zinarên wê de berdidin, sivoriyên ku xwe li ser gulyên darê wê vedişêrin û gerîlayên ku bi meqabên xwe ve di ser rêyên wê re derbas dibin hemû bi yek kêfxweşiyê ne; Ji ber çiyayê Zapê bi esaleta xwe ve hemû zindiyan diparêze û xwedî li wan derdikeve. Zap wekî erdnîgarî derfetên jiyanê tê de pir in. Çiyayên wê jî pir asê ne, ji bo wê jî gerîla rehet dikare lê bimîne. Gerîlayên Zapê di jiyanê de pir afirîner in. Ji tunebûnê hebûnê ava dikin.

RUHÊ BERÎLA YÊ BERXWEDÊR SEDEMA SERKETINÊ YE

Gerîla li Zapê bi taktîkên xwe yê leşkerî ve tê naskirin. Ji ber ku Çiyayên Zapê pir stratejîk in dijmin her êrîşên xwe yên ne mirovahî li ser dide meşandin û her bi bin dikeve. Di 17’ê Nîsana 2022’an de dewleta dagirker a Tirk operasyonek berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Bi taybetî êrîşên pir dijwar bir ser Zapê, bi hemû teknîka xwe ve li ser Girê Karker, Girê Cûdî, Şikefta Birîndara, Şehîd Şahîn û Çiyayê Reş bi teknîka qedexekirî da ber xwe û bombebaranên hovane li hemberî gerîla kir. Gerîla bi ruhê xwe yê berxwedêr bi wêrekî bersivên xurt dan êrîşên dijmin û ji roja yekemîn ve xeyalê dijmin têk birin û ew di cihê wan de cemidandin.

ÇIYAYÊ REŞ SEMBOLA BERXWEDANÊ YE

Yek ji çiyayên wê yên bedew û bûye keleha qehremaniyê Çiyayê Reş e. Çiyayê Reş bi bilindahiya xwe tê naskirin. Şikêrên wê pir in û daristanê wê pir xurt in. Di milê taktîka şer de eraziya wê ji bo gerîlatiyê gelekî guncav e û gerîla her li ser wê serwer e. Ji bo wê dijmin zû bi zû newêre ku li Çiyayê Reş bi cih bibe. Ji ber vê yekê ji tirsa gerîla nikare ji bejahî ve lê şer bike, her bi rêya teknîkê dixwaze encamê bigire. Di roja yekem a operasyonê de dijmin wek her deverê Zapê bi awayekî dijwar Çiyayê Reş jî  di bin top û bombebaranê de hişt. Li gel ewqas bombebaran û bikaranîna çekên kîmyewî gerîlayên qehreman, yên ku bi axa xwe ve girêdayî, bi awayekî berxwedêr, bi taktîkên gerîla yên nû şerekî merdane kirin.

TEVGERA PKK'Ê DI NAVA XWE DE ÇELENGAN DIHEWÎNE

Gerîlayên ku bûne qehreman ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin. Yek ji wan gerîla Rohat Dengdar e ku di sala 1990'î de li Çelê ji dayik bû. Ji ber ku malbata Rohat welatparêz bû hîn di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiyê nas dike. Weke her zarokê Kurd ew jî li xaka xwe bindest bû. Serî li hember dijmin radike, ji bo ku tola gelê xwe rabike rêya rast a ku wî ber bi heqîqetê ve dibe hildibijêre. Di sala 2013’an de tevlî tevgera PKK’ê dibe. Li Avaşîn, Şengal û Zapê gerîlatiyê dike. Di êrîşên dijmin ên di 17’ê Nîsana 2022’an de yên li ser Zapê gerîla Rohat jî heta nefesa xwe ya dawî li dijî dagirkeran di Şikefta Qelê ya Çiyayê Reş şer dike û ji ber bikaranîna çekên kîmyewî tevî 7 hevalên xwe şehîd dikeve.

Gerîla Şevîn Şemzînan di sala 1998’an de li Colemergê çavê xwe li dinyayê vedike. Şevîn weke jineke serhildêr li welatê serhildanê dijî. Tişta ku bala wê dikşîne û dihêle ku lêgerînên wê yên azadiyê çêbibe ew jî koletiya jinê ya di nava sîstema kapîtalîzmê de ye. Piştî ku lêkolînên Şevîn ji fikrê Rêber Apo re çêdibe meylên wê ji tevgera PKK’ê re çêbibe, ji ber her azadiya xwe di wê rêkê de dibîne. Ji ber vê yekê gerîla Şevîn di sala 2012’an de li Şemzînan tevlî nava refên gerîla dibe. Jiyana gerîla, hevaltiya wan a germ li beramberî hev heman demê de rola jinê di nava PKK’ê de û sekna wê ya leşkertî dihêle ku gerîla Şevîn bi jiyana gerîla ve bêhtir were girêdan. Gerîla Şevîn li Xakurkê û Zapê fermandartiyê dike. Ji ber vê yekê hemû hevalên wê jê hez dikin. Di operasyona li ser Zapê de li Çiyayê Reş tevî 7 hevalên xwe tevlî karwanê nemiran dibe.

Gerîla Demhat Derwêş, gerîla Sema Agirîn, gerîla Şerda Sosin, gerîla Denîz Reş, gerîla Xemgîn Qelqelî û gerîla Zîlan Xebat jî bi herdû fermandarên xwe Rohat Dengdar û Şevîn Şemzînan re li çiyayê reş berxwedaneke dîrokî dikin û bêyî kêliyeke dudiliyê bi hemû hêza xwe ve bi ser dagirkeran de çûn. Şikefta Qelê di dîroka Zapê de, kirin cihekî pîroz û berxwedanê ku ti carî neyê ji bîrkirin. Piştî berxwedaneke mezin di rojên dîrokî di 17.04.2022’an de gerîlayên wêrek ên gelê Kurd bûne sembol û şehîdên nemir.