Bêcaretî tiştek welê ye ku mirov ji hemû rêgez û pîvanên xwe yên mirovî, exlaqî û çandî dûr bixe. Di van salên dawî de em dibînin hem PDK û hem jî Tirkiye ku çi dewlet û çi kesên ku weke dijmin îlan kir û tiştek nema jê re negotin, îro li ser pê wan pêşwazî dike û heta ber balafirgehê jî wan bi rê dixe.
We fam kir ku ez qala hevdîtina dawî ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li gel Pirensê Erebistana Siûdî Muhemmed Bîn Selman dikim.
Erdogan berî niha wî weke zilamek ketî û dîktator û kujer pênase kiribû, diyar kirbû ku wê bi wan re necive, lê dem hat ku Erdogan û sîstema wî kete rewşeke welê gotina ku kirî neçar ma daqurtîne û pê re bicive.
Kesê wiha hizir nedikir pêşwaziyeke wiha bi heybet bike. Di serî de Serokkomarê Tirk Erdogan ji kabîneya hikûmetê Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, Wezîrê Karê Derve Mevlût Çawîşoglû, Wezîrê Derdor, Bajarvanî û Avhewayê Mûrat Kûrûm, Wezîrê Ciwanan û Sporê Mehmet Mûharrem Kasapoglû, Wezîrê Malî û Xizîneyê Nûretîn Nebatî, Wezîrê Karê Hundir Sûleyman Soylû, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy, Wezîrê Parastina Mîllî Hûlûsî Akar, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Mûş, Wezîrê Karê Îdarî ya Serokkomariyê Metîn Kiratli, Serokê Têkiliyên Serokkomar Fahettîn Altûn, Berdevê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, Serokê Karê Diyanetê Alî Erbaş û Waliyê Enqerê Vaspî Şahîn destê wan ser zikê wan pêşwazî li Prensê Erebîstana Siûdî Muhammed Bîn Selman li Koşka Serokkomariyê ya li Enqerê kir.
Selman bi marş û merasîmeke heybet hate pêşwazîkirin. Her wiha li Koşka Enqerê ya Serokkomariyê li pişt ala Erebistana Siûdî rûniştin û civiyan. Her wiha xwarineke taybet li qesrê hate dayîn û strana ‘Siûdî Erebîstan her li jor e’ hate pêşkêşkirin. Dîsa hemû kabîneya hikûmetê û giregirên li dora Erdogan di wê xwarinê de amade bûn. Yanî qusûr nexistin tiştekî wisa bi şatafat û heybet pêşwazî kirin. Bi zimaneke din xwe tam xistin çavê pirensê Erebistana Siûdî.
Heta ku Pirens oxir jî kirin Erdogan ê nikare xwe li ser lingan bigire, ber bi balafirê çû û li ser lingan ew oxir kir.
Li vir çend pirs li serê mirov derdikeve; Gelo çi bû ku niha Erdogan kete vê rewşê? Ji bo çi ewqas kabîneya hikûmetê hemû li ber Pirensê Erebistana Siûdî ketibûn rêzê? Çi hat nîqaşkirin û çi bû sedem ku vê demê pêşwaziyeke wiha bê kirin? Her wiha çi Erdogan tengav kir, gotinên xwe yên berê nedîtî bê û bi Pirens Selman re bicive û bi vî rengî pêşwazî bike?
Her wiha yek ji mijara din hevdîtinek din a bi qasî ya Pirens Selman balkêş jî hebû. Ew jî hevdîtina di navbera Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû û Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid 23’ê Hezîranê pêk hat. Balkêş e her du civîn pir nêzî hev bûn. Her wiha ya vê civînê balkêş dike bi qasî ya Pirens Selman piştî 16 salan cara yekem e ku Wezîrê Karê Derve yê Îsraîl Lapid serdana Tirkiye dike. Ev jî têra xwe girîng e. Ji xwe aloziyên di navbera Îsraîl û Tirkiye ya serdegirtina keştiyê de hê li bîra her kesê ye. Têkiliyek wiha xurt navbera Tirkiye û Îsraîlê de nîne. Lê çi bû ku piştî ewqas sal Îsraîlê serdana Enqerê kir û armanca vê civînê ya rastir van civînan çi ye? Pirsa esas li vir gelo mijar Kurd û PKK ye!
Çavûşoglû di daxuyaniya piştî civînê kir de, diyar kir ku civîn li ser esasê ewlekariyê ye bi Îsraîlê re di nava têkiliyê de ne. Gelo li vir pirsa ewlekarî çi ye? Ewlekariya di navbera Îsraîl-Tirkiyeyê de ye yan jî Tirkiye ji Îsraîlê alîkarî xwest ku di mijara Tevgera Azadiya Kurd de alîkarî bike. Bê şik û gûman ev mijar li ser masê û di nava dosyayên aliyê Tirk de heye.
Em ê di dewamê de werin ser vê mijarê dîsa, lê li vir xaleke din heye ku divê qala wê bê kirin. Ew jî hevdîtinên rayedarên PDK’ê û li gel Tirkiyeyê ye û rengên pêşwazîkirinê ne.
Li jor me dît bê ka çawa Pirensê Erebistana Siûdî Muhammed Bîn Selman çawa hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinên herî dawî ya Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî û dîsa pismanê wî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û dîsa Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya li gel Serokkomarê Tirk çawa hate pêşwazîkirin. Li koşka Erdogan wekî kesekî ji adetî be hate pêşwazîkirin û ala Herêma Kurdistanê ku xwîna hezaran pêşmerge û gelê qehreman hatî rengkirin, li pişt wan nehate danî. Wek protokol jî pêşwazî nehate kirin. Gelo çima ji bo Pirens Bîn Selman pêşwaziyeke wiha, ji bo rayedarên PDK’ê yên Başûrê Kurdistanê nêzîkatiyeke wiha tê kirin. Piştî ragihandê rexneyên tund li vê serdanê û nêzîkatiyê hate kirin Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî bi dehan rojnamevan kom kir û diyar kir ku nabe li koşkê ala welat an jî dewletek din bê rakirin, xwest vê rewşê binixûmîne û weke prosedûrekê rûtîn derbas bike, lê me di serdana Pirens Selman de dît, bê ka çawa al hatiye danîn û çawa pêşwazî lê kiriye. Gelo pirsa li vir a PDK ji bo Tirkiye tê çi wateyê û dîsa PDK di van civînan de li ku derê cih digire? Derdikeve holê. Ev yek rasterast rûmet û kerameta Kurdan binpê dike. Kurdan dixe rewşek biçûkxistinê. Jixwe ji dîmenê Mesrûr Barzanî û şandeya pê re çûbûn ku Erdogan xwe dabû serê dîwanê û li pêşberî şandeya Kurd jî Şefê MÎT’ê Hakan Fîdan rûniştibû, têra xwe bal kişand û halê şandeyê da nîşandan.
Ev nêzîkatiyeke cihêkariyê ye. Bi çaveke biçûk li Kurdan tê nêrîn û qebûl nakin. Di esasê berjewendiyên xwe de nêzîkî Kurdan dibe. PDK çima vê nabîne û hê balkêştir e ji mijarê bi xwe! Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta wî hez ji ti Kurdan nake. Ne Barzanî û ne jî PKK’yî yan jî çi Kurdê li ku dera dinê be. Ji bo wan Kurd be bes e. Heqê Kurdan jî tenê qirkirin e, mirin e. Lê mixabin heta vê kêliyê PDK vê yekê ji nedîtî ve tê û bi nêzîkatiyê li gel Tirkiye hemû destkeftiyên Kurdan dixe metirsiyê. PDK vê rastiyê nebîne, wê winda bike. Ji ber ku di çavê rayedarên Tirk ên faşîst de ferqa navbera Kurdan nîne.
Eger ku bi hinek aliyên Kurd re rûdine, li ser esasê qirkirina Kurdan e. Ev civîna bi Prensê Erebistana Siûdî û dîsa Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid piştî 16 serdana Tirkiye kirî hemû li ser esasê qirkirina Kurdan û ji bo jinavbirina PKK’ê alîkarî bidin Tirkiyeyê ye.
Armanca serdana Pirensê Erebistana Siûdî Mûhammed Bîn Selman û wiha pêşwazîkirin hem di warê aborî de alîkarî dayîn û dîsa Komkara Ereban a li dijî PKK’ê bide qanihkirin û di warê leşkerî û dîsa îstixbaratî de alîkarî bike. Nexwe çima ewqasî wiha bi heybet pêşwazî bike. Hemû li ser esasê têkbirina Kurdan û di mijara şerê li dijî PKK’ê de alîkarî kirine.
Erdogan her ku tengav dibe, kesên ku dijmin îlan kirî jî di mijara PKK’ê de tawîzan dide û li gel wan dicive. Her wiha di warê aborî de jî têk diçe, ji bo wê jî hinek ser hev ve bîne, alîkarî ji Komkara Ereban bixwaze bi rengekî wiha Prensê Erebistana Siûdî pêşwazî kirin. Hem wext li gel Wezîrê Derve yê Îsraîlê jî civîn, vekirî vê nîşan dide.
Demek wiha ku rojane artêşa Tirkiye derbên mirinê li Zap, Metîna û Avaşîn dixwe, tengav bûye. Bi vî rengî dixwaze ji nava vê yekê derkeve.
Dîsa yek ji mijara din ku her diçe di qada navneteweyî de PKK ciheke xwe digire, di vê mijarê de jî pêşî bigire ye.
Dîsa têkiliya Tirkiye ya bi Îsraîlê re û dîsa hebûna Îsraîlê ya bi hemû rengî ya li nava xaka Başûr metirsiyeke din a li ser herêma Kurdistanê çêdike. Ji ber ku pêvajoya borî me dît bê ka Îranê çawa bi mûşekên balîstîk li nava Hewlêrê da. Îranê ragihand ku wan li navendên MOSAD’ê yên Îsraîlê daye û heta nav jî belav kir ku di wan êrîşan de hatiye kuştin. Ev jî hem têkiliyên Başûr ên bi Tirkiye û dîsa bi Îranê re dixe xeteriyê. Ji bo wê PDK di vê mijarê de asê maye. Ne dikare xwe temamî bide milê Tirkiye û ne jî Îranê. Biçe kîjan alî ziyan berdikeve. Weke gotina; ‘Ji dêrê jî bûye, ji mizgeftê jî’. Ji bo wê siyaseta ku dike siyaseteke bi temamî li ser esasê hîzbî û windakirina berjewendiyên gelê Kurd temamî ye.
Di vê çarçoveyê de eger PDK li mijarê binêre, wê baştir rastiya siyaseta dijmin û bûyerên li Başûr û Rojhilata Navîn rû didin çiqasî aloz û kêlî bi kêlî ne. Siyasetek xurt a netewî neke, wê bibe sedemê herî esasî yê windakirina hemû Kurdan û dîsa xwe bi xwe. Ji ber ku bi vî rengî wê ne Îran, ne Tirkiye û ne jî Iraq qebûl bike. Ji xwe Emrîka û Îranê Iraq û Başûr kiriye navenda şerê xwe. Di her şert û mecî de Başûr wê bibe qûrbanê siyaseta wan. Ji bo wê eger yekîtî û siyaseteke netewî nebe, wê nikare herêmên xwe biparêze. Eger biparêze jî wê di çarçoveya gotin û fermanên van hêzan de be, weke niha çawa dimeşe. Ev yek jî heta heta wê neçe. Ji bo wê rewşa gel û hejariyê li ber çav e. Dîsa di warê hiqûqî ya li gel Iraqê de divê lihevkirin bê kirin û bikare siberojeke baş ji bo civakê bê dabîn kirin.
Ji bo wê divê careke din, PDK di mijara civîn û lihevkirina li gel Tirkiye û Îranê de pirsa li ku derê ye bipirse? Wê siberoj û garantiya hebûna Kurd li ser astê netewî çi be? Qada wan nebe cihê şerê dewletên cîran û destê derve li nava xwe bikişîne? Heta van pirsan û gelek pirsên din neke û bersiva wan negire, wê nikaribe xwe ji vê xilas bike.