Kiryarên şewitandina înfazê xwe dispêre pergala li Îmraliyê

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê têkildarî biryarên şewitandina înfazê yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê axivî û diyar kir ku çavkaniya van kiryaran tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê ye.

Bi guhertina Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê û Navenda Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Rêziknameya Nirxandina Girtiyan ku di sala 2020’an de hate avakirin û di sala 2021’an de jî kete meriyetê û li gelek girtîgehan tehliyeya gelek girtiyan hate redkirin. Bo nimûne li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê di Cotmeha 2023’yan de tehliyeya 14 girtiyên jin û di sala 2024’an de jî tehliyeya 11 girtiyên jin ji ber van egeran hate paşxistin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê destnîşan kir ku kiryarên ku bi biryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên li girtîgehan derketine holê veguherîne êşkenceya sîstematîk û miameleya xirab. Newroz Ûysal Aslan têkildarî mijara şewitandina înfaza Veysî Aktaşî ku li Girtîgeha Îmraliyê tê rehîngirtin, axivî û got: ‘’Salekê paşxistina înfaza Veysî Aktaş ku mafê wî yê hevdîtina malbat, parêzer û ragihandinê ji dest hatine standin, weke parçeyekî îzalasyona Îmraliyê ya rêveberiya girtîgehê ev biryar hatiye dayîn.’’

Newroz Ûysal Aslan her wiha endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ye. Aslan derheqê kiryarên şewitandina înfazê de axivî û bersiva pirsên me yên têkildarî xebitîna Desteyên Çavdêrî û Îdareyê û cezayên dîsîplînê da. 

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê bi şewitandina înfazan di rojevê de xwe nîşan dide. Raye û awayê xebitîna vê saziyê çi ye û çawa ye?

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên li Girtîgehan bi guhertineke di sala  2020’an de hatin. Beriya wê desteyên bi navê Navendên Tesnîfkirina Îdarî û Çavdêriyê hebûn. Van desteyan tenê karên li girtîgehan dikir. Yanî têkildarî tehliyeya bişertî tu rayeyên wan desteyan tune bû. Lê belê bi guhertina di sala 2020’an de, rayeya biryardayinê ya van desteyan hate berfirehkirin. Di heman demê de biryar hate dayîn ku ev deste bi awayekî objektîf jî biryarên xwe bide ku têkildarî vê yekê qanûn jî hatin çêkirin. Têkildarî şiklê avakirina van desteyan jî şênberkirinek hate kirin. Desteyeke di bin serokatiya serdozgeriya edliyeyê de yan jî di bin çavdêriya dozgeriyê de hate avakirin ku girtîgeh girêdayî wan e û deste ji kesên weke midûrê saziyê û alîkarê wî, bijîşk, psîkîyatrîst û serwîsa perwerdeyê û hwd. pêk dihat. Yanî ez deste di çarçoveya desteyeke hiqûqî û objektîf de hate avakirin.

Sînorek di demên şewitandina înfazê yên desteyê de heye û ev sînor li gorî çi tê diyarkirin?

Di dema avakirina van desteyan de nîqaşeke demê rû dabû, weke hewce ye ku sînoreke demê nebe. Hin girtîgehan 3 mehan carekê nirxandinên xwe dikir, hinan jî 6 mehan carekê.  Ji bo ku vê yekê objektîftir bikin dema vê yekê weke di navbera 6 mehan û salekê de hate diyarkirin. Yanî bi vê yekê ev deste dikarin herî zêde 1 salekê tehliyeya girtiyan dirêj bike yan jî paş bixe. Lê belê kiryar û biryarên van desteyan ne di çarçoveya qanûnê de ne. Yan bêyî agahiya girtiyan biryar tên dayîn yan  jî girtiyan vedixwînin van desteyan lê belê ji bo ku çavdêriyek tune ye, pirsên polîtîk li girtiyan dikin.

Ji hemû girtiyên li Îmraliyê re 3 meh cezayê hevdîtina malbatê hate birîn. Di van cezayên dîsîplînê yên ku li ser hev tên birîn û cezayên dîsîplînê yên herî dawîyê de prosedûreke çawa tê meşandin. Gelo ev qas cezayên dîsîplînê hiqûqî ne?

Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim dema ku li girtîgehên din dihatin rehîngirtin, wan dikarî mafên xwe yên hevdîtina malbatê, bikaranîna telefonê, mafê ragihandinê û hevdîtina bi wasiyên xwe re bikar bînin. Lê belê ji roja ku ew birin Îmraliyê heya niha hemû mafên van ên berbehs hatin astengkirin. Yanî ji Adara 2015'an heya niha bi tu awayî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neanîne. Tenê sê caran bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn û carekê jî mafê xwe yê telefonê bi kar anîn. Bi awayekî zelal li holê ye ku ji destpêkê ve ye ew pergala êşkenceyê ji bo kesekî hatiye avakirin û kesên dibin Îmraliyê jî bi vê êşkenceyê re rû bi rû dimînin. Bo nimûne beriya niha biryarên dîsîplîn û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hebûn. Ji ber ku hê jî ew biryar ji parêzeran re nehatine dayîn, em naveroka wan nizanin. Her wiha 3 mehan carekê ji bo mafê hevdîtina malbatê cezayê dîsîplînê tê birîn û 6 mehan carekê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re tê dayîn. Em baş dizanin ku hemû cezayên dîsîplînê ne rast in û li dijî hiqûqê û bi awayekî kêfî hatine dayîn. Her wiha bi salan e Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê van yekan tîne ziman.