Şerê Zapê û dawiya şefên faşîst

Ji bo dagirkeran sefer li Zapê dibe, lê serketin nabe. Gerîla weke lawaz tê dîtin, lê dema li ser xeta xwe be ti carî têk naçe. Her wiha agir tê lîstin, lê bi şer nayê lîstin. Dibe ku Erdogan û Bahçelî ev rastî fêhm nekirin.

Fermandariya Gerîla bîlançoya giştî ya du mehan a şerê Zapê eşkere kir ku 17'ê Nîsanê destpê kir. Tevî ku tê zanîn, kêrhatî ye ku mirov hin ji wan li vê derê dubare bike. Di nava du mehên derbasbûyî de gerîlayên HPG û YJA Starê li Zap, Avaşîn û Metînayê 744 çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de bi qasî ku gerîla tespîta wan kriiye 985 çeteyên AKP-MHP'ê hatine kuştin û 166 jî birîndar bûne. Du ji yên hatine kuştin payebilind in. Di nava du mehan de 3 helîkopter hatin xistin, tankek hate îmhakirin. Bêguman derb li gelek helîkopter û tankan jî hate xistin.

Çeteyên AKP-MHP'ê di nava du mehên derbasbûyî de 2065 caran bi balafiran, 1493 caran bi helîkopteran, 779 caran bi çekên kîmyewî êriş kirin. Di vê pêvajoyê de 58 gerîla şehîd bûn ku ji sê paran parek bi êrişên çekên kîmyewî şehîd bûn. 

Bêguman ne rast e ku mirov şerekî tenê bi hejmaran vebêjin. Lê belê bîlançoya şer jî hînker e, firsend û derfetê dide ku mirov li ser encamên şer nirxandinê bikin. Baş e bîlançoya şerê du mehan a ku Fermandariya Gerîla eşkere kir, çi hînî me dike?

Ya yekemîn; bêguman hejmarên ku hatine eşkerekirin ji sedî sed rast nînin. Mînak; hejmarên ku gerîla li ser çeteyên AKP-MHP'ê didin, tenê yên ku hatine tespîtkirin e. Bêguman nepêkane ku gerîla bûyerên li eniya dijmin diqewimin tam zanibe. Ji xwe dema ku mirov bala xwe dide ser tekmîlên gerîla, tê dîtin ku bi qasî nîvê encamên çalakî û şer hatine tespîtkirin. Nîvê encamên çalakiyên gerîla nayên zanîn. Lewma windahiyên AKP-MHP'ê dibe ku ji yên hatine eşkerekirin gelekî zêdetir be. Li aliyê din gava mirov bala xwe dide ser bîlançoyê, windahiyên gerîla kêm e û ev rewş jî dibe ku bê gotin li bîlançoyên şer ên beriya niha nayê. Belê, rast e ku li yên beriya niha nayê; lê belê gerîla berê bi tabûrên ji 60 heta 120 kesî şer dikir, niha bi tîmên ji 3-4 kesan şer dike. Ji wê jî wêdetir biryargeha dadgeran jî eşkere dike ku windahiya gerîla derdora 200'î ye. Hejmarên têne bilêvkirin dikare mijarê hinekî eşkere bike.

Ya duyemîn; di serî de Zap, Avaşîn û Metîna li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rastî jî şerekî giran diqewime. Nepêkane ku bîlançoya heyî weke 'operasyon' an jî 'têkoşîna li dijî terorê' bê pênasekirin. Dema ku mirov bala xwe dide ser, ji aliyê encamên leşkerî ve ne kêmî şerê li Ûkraynayê ye. Bi taybetî ji aliyê amûrên şer ên têne bikaranîn ve rastî bi vî rengî ye. Lê belê cîhan a ku li ser şerê li Ûkraynayê qiyametê radike, li ser şerê li Zapê û Kurdistanê xwe kerr û kor dike.

Ya sêyemîn; li Zapê di şer de faşîzma AKP-MHP'ê çekên kîmyewî bi kar tîne û bi rengekî eşkere sûcê şer dike. Tevî ku tune jî bû ji bo xistina rêveberiya Saddam Huseyîn got 'Çekên kîmyewî heye' û bi vî rengî helwest hate nîşandan, lê belê tevî ku rêveberiya AKP-MHP'ê çekên kîmyewî gelekî bi kar tîne, bêdengî heye. Ev bêdengî manîdar e. Jê wêdetir, faşîzma AKP-MHP'ê di şerê Zapê de li gel çekên kîmyewî dibe ku 'çeka nukleer a taktîkê' jî bi kar tîne. Ji ber ku generalekî Tirk ê teqawîtbûyî di bernameyeke televîzyonê de gotibû, 'Çekên nukleerê yên taktîk bi wan re jî heye û piştî sala 1990'î li dijî gerîlayên PKK'ê gelekî bi kar anîne'. Bi vî rengî li titşekî gelekî cidî mikur hat. Gerîla jî di tekmîlên xwe de tînin ziman ku ji bombardûmanên din cudatir teqîn çêdibin. Dibe ku di van teqînan de çeka nukleerê ya taktîk tê bikaranîn. Bi vî rengî faşîzma AKP-MHP'ê ku bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer dike, bi bikaranîna çekên nukleer jî vî sûcê xwe herî kêm bi du qatî zêde dike.

Ya çaremîn; Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şerê herî fedaî yê dîroka xwe dimeşîne. Di nava du mehan de lidarxistina 744 çalakiyên gerîla rewşeke di ser rewşa normal re ye. Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bi rastî jî bi lehengî ye û faşîzma AKP-MHP'ê her roj hîn bêhtir li Zapê li binê axê dixînin. Faşîzma AKP-MHP'ê ku çavê xwe lê bû li Zapê serketineke mezin bi dest bixe û bi vî rengî hilbijartinê pêk bîne, ji nû ve bibe desthilatdar, di şerê Zapê de têk çû û bi lez hildiweşe.

Ji ber vê yekê, ji bo pêşî li têkçûna xwe bigire û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, bêrawestan êrişî derdorê dike. Destpêkê şer derbasî rojavayê Zapê kir û li aliyê din jî êrişî HDP'ê kir. Niha jî di serî de kedkarên çapemeniyê bi girtina her kesî re êrişê li Şengalê û her qadên Başûr belav dike, li ser Rojava planên nû yên dagirkeriyê amade dike, li dijî Yewnanistan û NATO'yê gef û şantajan dike û hewl dide êrişan zêde bike. Lê belê ti ji van nabin çare. Berevajîkirina rojevê hema bêje rojekê jî îdare nake. Faşîzma AKP-MHP'ê pêşîgirtina li hilweşînê li aliyekî, nikare leza hilweşîna xwe jî kêm bike.

Mînak, dema ku şer li rojavayê Zapê belav kir me ev yek gotibû û pirsî bû: Ji bo parastina Girê Rûbar û Çiyayê Reş tu êrişî girên Cûdî, FM û Hakkarî dike. Baş e tu yê van giran çawa biparêze? Mînak tu yê çawa Girê Cûdî biparêze ku herdu aliyên wê bi Ava Zê dorpêçkirî ye? Zêde wext derbas nebû, nekarî Girê Cûdî biparêze û ya ku me got, pêk hat. Di 15 û 16'ê Hezîranê de Gerîlayên li Girê Cûdî êrişa Tolhildana Şoreşgerî kirin û herî kêm 57 çeteyên AKP-MHP'ê îmha kirin. Bi vî rengî çawa li rojhilatê Zapê têk çû, faşîzma AKP-MHP'ê li rojavayê Zapê jî şikest.

Baş e wê niha çi bibe? Bêguman çalakiyên tolhildana şoreşgerî yên gerîla wê li Girê Cûdî jî dewam bikin, wê li qadên din jî belav bibin. Ev jî wê faşîzma AKP-MHP'ê ber bi hilweşînê ve bibe. Wê dawî li şefên faşîst Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî bîne. Mîna Sibata 2008'an dawî li Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg anî. Belasebep negotibûn, sefer li Zapê dibe, lê serketin lê nabe!

Eger bê bîra mirovan di 20'ê Sibata 2008'an de bi armanca 'tunekirina PKK'ê' Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg êrişî Zapê kiribûn. Lê nekarî gerîla têk bibin, ew bi xwe têk çûn û reviyan. Diyar e ji bo dagirkeran sefer li Zapê dibe lê serketin nabe, ya bibe tenê têkçûn e. Mîna niha. Baş e encamên têkçûna 2008'an a li Zapê çi bû? Karîzmaya fermandariya giştî ya Tirk têk çû. Weke berpirsyarên şer û têkçûnê Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg hatin sûcdarkirin. Yaşar Buyukanit bi peymanên veşartî û qirêj xwe ji vê sûcdariyê rizgar kir, lê Îlker Başbûg bi 'avakirin û rêvebirina rêxistina terorê' hate sûcdarkirin û du sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Baş e yên sûcdar kirin kî bûn? Bêguman beriya her kesî Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî bûn.

Eşkere ye ku piştî 14 salan heman qeder vê carê bi serê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî tê. Wê demê Erdogan û Bahçelî sûcdar kiribûn, lê niha ew ê bêne sûcdarkirin. Ji ber ku fermandarê niha yê şêr herdu kes in û berprisyarên têkçûna li Zapê jî herdu kes in. Mîna Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg roja ku bêne sûcdarkirin û darizandin nêz e.

Wê demê divê mirov Zapê, gerîla û şer ji rêzê ve nebîne. Ji bo dagirkeran sefer li Zapê dibe lê serketin ti carî nabe. Gerîla weke lawaz tê dîtin, lê dema li ser xeta xwe be ti carî têk naçe. Her wiha agir tê lîstin, lê bi şer nayê lîstin. Dibe ku Erdogan û Bahçelî ev rastî fêhm nekirin. Mejiyê wan ê dijminê li Kurdan û nijadperest-neteweperest li pêşiya dîtina rastiyê bû asteng. Dawiya dawî ew jî gav bi gav ber bi dawiyê ve hatin. Êdî ji bo Erdogan û Bahçelî paşerojek nîne. Gelekî xurt xuya bikin jî rastiya wan bi vî rengî ye.

Dîmenê wan sexte ye. Ya rastî ew e ku riziyan e, hildiweşin. Li hemberî berxwedana lehengî ya gerîla û gelê Kurd, nepêkane ku mejiyê faşîst-qirker û siyaseta AKP-MHP'ê temenê xwe dirêj bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA