Kemalbûyîn

Serdemeke nû destpê kir, bi rengê Kemal. Di sibeha 14'ê Tîrmehê de navê berxwedanê bû Kemal.

Qîrînek tê ji goşeke tarî ya zindanê. Dengê qîrîniyê li bin guhê dîwaran dibe. Dengê zalim û mazlûman ketine nava hev, dengê bedewî û rabûna li ber zordariyê li qadê bilind dibe. Li vê derê tarîtî beriya rojê hiltê.

Ev der zindana Amedê ye. Cihê têkçûna mirovahiyê, cihê jinûve qezençkirina mirovahiyê ye ev der. Ji zaliman re bûye gor, ji şoreşgeran re bûye qada berxwedanê. Dengê rûmetê, dengê rabûna li ber zaliman. Dengê yên ku bi xwîna xwe bingeha rojên azad datîne. Ev deng dengê Kemal, Xeyrî, Alî û Akîf e. Cih Girtîgeha bi Hejmara 5'an a Amedê. Serdemeke zalimtiyê li Kurdistanê belav bûye. Sê derbikên niftikê dibêjin 'Berxwedan jiyan e'. Alê radestî hevrêyên xwe dikin. Berxwedan ji şeveke Newrozê radestî sibeha 14'ê Tîrmehê dibe.

Serdemeke nû destpê dike bi rengê Kemal, mirovahî dest bi serdemeke nû dike. Di sibeha 14'ê Tîrmehê de berxwedan dibe Kemal.

Ji sala 1982'an heta 2022'an ruhekî temsîl dikin şervanên Apoyî. Kemalan, Xeyriyan, Akîfan û Aliyan, ku xwe ji mirinê venegirtin û dilxwazên berxwedanê bûn, bi ruhê ku afirandin navê xwe gihandin çiyê.

Zindana Amedê li aqlê mirovan neqişî, Kemal li dîrokê nivîsî, nirx afirand. Cih guherî, şert û merc guherî, dem guherî. Name guherî, nav guherî, rû û çav guherî. Tenê berxwedan mîna xwe ma. Berxwedan mezin bû û li gerdûnê belav bû.

Yên ku îro Zap, Avaşîn, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û li gelek deverên din kirine qada berxwedanê, hevrêyên Kemal in.

Yên ku îro li qadên Şehîd Têkoşer, Şehîd Berxwedan ji bo teslîmî dijmin nebin pîmê bombeyê dikişînin, hevrêyên Xeyrî ne ku digot "Em her tim deyndarê gelê xwe ne."

Yên ku ji bo parastina hevrêyên xwe li Çiyayê Reş, li Şikefta Birîndara, li Kevirê Kunê bi parçeyek nan û lîtreyek avê bi rojan li ber xwe didin hevrêyên Alî ne.

Yên ku li qadên Şehîd Hejar, Şehîd Akîf, Şehîd Zemanî bi rojan li dijî bombardûmanê banga 'Werin xwe teslîmî edaleta PKK'ê bikin' li leşkerên Tirk dikin, hevrêyên Akîf in.

Mizgîn, Mahîr, Ekîn, Siyabend, Narîn, Bager, Viyan û gelek şervanên mîna wan xwe digihînin Kemal.