Li ser Şengalê planeke nû gerandin
Provokasyona ku piştî êrişa li ser avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û dikandarên Sinûnê hate birêxistinkirin, eşkere bû ku encama planeke nû ye.
Provokasyona ku piştî êrişa li ser avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û dikandarên Sinûnê hate birêxistinkirin, eşkere bû ku encama planeke nû ye.
Di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de li Şengalê leşkerekî bi tenê yê Iraqê nebû, lê piştî fermanê li dijî xelkê Şengalê yê xwerêveberî û xweparastina xwe çêkiriye, bi deh hezaran leşker hatin bicihkirin. Heman piştî lihevkirina Enqere-Hewlêr-Bexdayê ku bi aqilê Neteweyên Yekbûyî di 9'ê Cotmehê de hate kirin, artêşa Iraqê ji bejahî ve êrişî xwerêveberiya Şengalê kir. Dewleta Tirk jî ji hewayî êriş kir. Di encama van êrişan de bi dehan Êzidî hatin qetilkirin.
Tifaqa Enqere-Hewlêr-Bexdayê ku dît Êzidî li hemberî van êrişan bi paş ve gavê neavêje, vê carê jî planeke berfireh a tasfiyekirinê xiste rojeva xwe. Dewleta Tirk di 17'ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke berfireh kir. Artêşa Iraqê jî piştî rojekê êriş bir ser nuqteyên Asayîşê, YBŞ û YJŞ'ê yên li Şengalê. Artêşa Iraqê li hemberî berxwedana hevpar a YBŞ-YJŞ û gelê Şengalê neçar ma paşve gavê biavêje. Li gel israrên PDK'ê, Mistefa Kazimî êrişeke nû neda ber çavê xwe, lewma vê carê jî PDK'ê kadroyên xwe da pêş û li Şengalê dest bi çalakiyên provokatîf kir.
PDK'ê pere li hin sazî, eşîr û hevkarên xwe yên xwecihî belav kir û bi rêya van hewl da gelê Şengalê li hemberî YBŞ-YJŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê sor bike. PDK'ê encam ji vê yekê jî negirt û vê carê di çarçoveya tifaqa sêalî de careke din bi lîstikên xwe yên hîn qirêjtir êrişî Şengalê kir. Di plana wan de vê carê êrişa li ser mirovên sivîl hebû. Li gorî vê planê, dewleta Tirk wê bi rêk û pêk bi balafirên bêmirov ên biçek êrişî sazî û meclîsên Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin, di heman demê de wê êriş li hin sivîlan jî bike. Nerazîbûna xizmên sivîlên hatin qetilkirin bêne birêxistinkirin û li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk bê bikaranîn, bi vî rengî xelkê Şengalê li hemberî rêveberiya xweser bi çalakiyên provokatîf bên hemberî hev. Mîna li Bakurê Kurdistanê û li Rojava wê li Şengalê jî di nava Êzidiyan de girseyek li dijî şoreşê bê birêxistinkirin û li dijî şoreşê bê bikaranîn. Mînaka destpêkê ya vê jî di 15'ê Hezîranê de piştî êrişa li ser dikandarên li nêzî Meclîsa Gel a Sinûnê hate dîtin.
Divê xelkê Şengalê vê plana qirêj bibîne, destûrê nede ku girseya provokator-ajan a îstîxbaratên PDK û Tirk xwe bi rêxistin bike û ji bo têkbirina vê plana qirêj tifaqa xwe xurtir bike.