PDK bûye dijminê şoreşgerên Kurd!

PDK'ê sala 1996’an di serî de pêşengê eşîra Sûrçiyan Husên Axayê Sûrçî, kesayetê naskirî yê herêma Behdînan Sadiq Omer û welatparêzê Kurd Elî Şeban jî qetil kirin. Niha jî bi reng û rêbazên cuda şoreşger û welatparêzan bi destê MÎT’a Tirk qetil dike.

Di dîroka gelê Kurd de tim xiyanet li pêşiya serketinên mezin û destketiyên gelê Kurd bûye asteng. Yek ji van xeta xiyanet û nokeriyê jî PDK ye. 

PDK ji bo berjewendiyên xwe û dîsa desthilata xwe gelek kes kirine qûrbanî. Di dema şerê di navbera Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sala 1992’an PDK'ê da pêşiya tank û panzerên rejîma Baasê û anî Hewlêr ji destê YNK’ê derxist. 

Yek ji kiryarên PDK'ê yên wê demê li herêma Sûrçî qewimî. Di êrîşa li ser gundê Kelekinê de pêşeng û rûspiyê eşîra Sûrçiya Husên Axa Sûrçî û gelek kes qetil kirin. 26 sal li ser vê bûyerê re derbas dibe.

16’ê Hezîrana 1996’an dema şer germ di navbera PDK û YNK’ê de, PDK’ê bi hêzeke mezin avêtin ser mala Husên Axayê Sûrçî li gundê Kelekîn ku wê demê Omer Axa serokê Partiya Parêzgeran bû. Di vê serdegitinê de gundê Sûrçiyan tê şewitandin. Husên Axa û gelek welatiyên Sûrçî ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên girtin û qetilkirin. 

Gundê Kelekin li navçeya Spîlk e ku li ser rêya navbera Hacî Omeran û navçeya sînorê Îran, Akrê navçeya Behdînanê ye. Navçeyeke heta astekê stratejîk e. Herêmeke ku Behdînan û Hacî Omeran bi hev ve girê dide. Zêdetirî 200 sal in Sûrçî li wî gundî dijîn, milk û cihwarên bav û kalên wan e.

PARTIYA PARÊZGERAN NAVBEYNKARÎ DIKIR KU ŞERÊ NAVXWE PÊK NEYÊ

Partiya Parêzgeran yek ji wan 8 partiyên bû ku Rêveberên PKK’ê Mehmed Karasûngur jî hebû ku navbeynkariya PDK û YNK’ê dikir. Her 8 partî bi desteya alîkarî ya niştîmanî dihate nasîn, erkê wan jî dawîanîna şerê navxwe bû. Piranî bi karê civînan li navbera PDK û YNK’ê li avahiya Mekteba Siyasî ya Partiya Parêzgeran li Hewlêrê encam dida.

Di wê wextê de mezinê Gund Husên Axa Sûrçî bû, serokê partiyê jî Omer Axa Sûrçî bû. Hemû civîn û peywendî li nava PDK û Parêzgeran li mala Husên Axa pêk dihat.

ŞEVEQÊ GUND DAN BER HEWANAN

Li gorî hinek agahiyan 10’ê Hezîrana 1996’an Husên Axa Sûrçî li bendeke ya leşkerî ya li Spîlk ku weke qadeke leşkerî ye, weke sûcdar tê sekinandin. 15’ê Hezîrana 1996’an Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji bo Partiya Parêzgeran re dişîne û dibêje: ‘Hûn birayê me ne, ti pirsgirêka me li gel we nîne, sibê dibin mêhvanê we.’ Wê demê şer di navbera YNK’ê û PDK’ê de germ e, YNK’ê ji gelek aliyan ve şer li ser PDK’ê dijwar kiribû. Şer li Sîdekan, Dola Balîsan û heta Hewlêr kontrol kiribû.

HUSÊN SÛRÇÎ LI BER DERÊ MALÊ QETIL KIR

Ber sibehê 16’ê Hezîrana 1996’an bi hewan êrîşî gund tê kirin. PDK’ê saet 4’ê Sibehê dest bi êrîşê kir saet 11:30’ê piştî şereke giran rû dide û gund dagir dike. Husên Axa Sûrçî li ber deriyê malê, dîsa 3 kesên din û jinek hatibûn kuştin. Çend kes jî birîndar bûbûn. Gelek kesên din jî dîl girtin, birin Akrê. Wê demê 500 mal li gund hebûn.

KESÊN RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN DÎTIBÛN JÎ QETIL KIRIN

Heta niha li ser vê mijarê ji aliyê PDK’ê ve ne daxuyaniyek û ne jî sedemê wê êrîşê nehatiye parvekirin. 

PDK’ê li herêma Behdînanê gelek kes kirine hedef û qetil kirine. Yek ji van jî kesê naskirî yê siyasî yê herêma Behdînan Sadiq Omer û her wiha welatparêzê Kurd Elî Şeban jî qetil kiriye. Yek ji taybetmendiyên hevpar ên van kesan ew bû nêzîkî PKK’ê bûn û dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibûn. Berî van bûyeran 2’yê Gulana 1983’an pêşengê PKK’ê Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ji ber şerê navxwe yê YNK’ê û PDK’ê şehîd bibin. Dîsa Doxtor Sîrwan ku bi xwe xelkê Başûrê Kurdistanê bû jî ji aliyê PDK’ê ve hate şehîdkirin. 

ROJNAMEVANÊN DENGÊ GEL QETIL KIRIN

Dîsa li dem û cihên cuda jî taybet rojnamevan kirine hedef. PDK’ê piştî Raperînê ji bo dengê azadiyê qût bike, Reûf Akreyî, qetil kir. Piştre jî sala 2008’an li Kerkûkê Ebdulstar Şerîf, sala 2010’an li Hewlêrê Serdeş Osman, sala 2016’an li Dihokê Şukrî Zeynedîn û Wedat Hisên şehîd bû. Her wiha sala 2017’an li Şengalê rojnamevan Nûjiyan Ehan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate hedefkirin û şehîd xistin. 

‘PDK HERÊMA BEHDÎNAN JI VAN EŞÎRAN VALA DIKE JI BO TIRK LÊ BI CIH BIBIN’

Li ser siyaseta PDK’ê ya li ser vê herêma Biradost û eşîrê li vê herêmê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan nirxandinek balkêş dike û vê dibêje: “Divê rewşa PDK’ê rast bê fêhmkirin û nirxandin. Ji berê ve helwesta xwe ji ya niha ne cuda bû. Lê belê ji ber ku xet û berxwedaneke azadiyê ya mîna PKK’ê tune bû, PDK jî mîna tevgereke neteweyî ya Kurd e, mîna ku pêşengê neteweyî ye dihate fêhmkirin. Kurd dihatin xapandin, bi vî rengî ber bi xeta xiyanetê dihate dehfdan. Ev yek lîstikek bû. PKK’ê û Rêber Apo ev lîstik xera kir. Rastî eşkere kir, maske hemû xistin, rastî raxist pêş çavan. Rûyê rast ê her kesî eşkere bû. Rûyê rast ê PDK’ê jî li ser vê bingehê eşkere bû. Ya rast PDK berê jî tevgereke cuda nebû. Berê jî tevgereke eşîr û malbatî bû. Rêveberiya li ser PDK’ê serwer bû bi vî rengî bû. Şerê ku PDK’ê da jî şerekî eşîrî bû. Şerê serwerkirina Barzaniyan a li ser Başûr bû. Şerê ku niha dimeşîne jî şerê bi heman rengî ye. Divê kes vê yekê ji nedîtî ve neyê. Ji berê ve eşîr hene ku li hember şer dike. Mînak Brasotî, Rêkanî, Zêbarî hene. Niha jî li hemberî wan şer dike. PDK çi dike? Herêma Bradostê, herêma Rêkanî, herêma Nîrveyî, herêma Berwarî dide dewleta Tirk; yanî firotiye. Zexteke giran li Zêbariyan dike. Bi vî rengî artêşa Tirk tîne sînorê Barzan, herêma Barzan, gundê Barzan bi vî rengî radestî artêşa Tirk dike. Di ser Barzan re ji Govendê, ji Tepê Xwedê hatin, her wiha ji Kurojahro tên, ji Şêladizê û ji Balinda tên, wê Barzanê kontrol bikin. Girê Barzan wê êdî di destê artêşa Tirk de be. Rêkaniyan eşîrên din li bajaran kom kirin. Ya rast li derveyî Amediyê, Şêladizê, Dêrelok û bajarên din kampên komkirinê yên Sadam bûn. Hemû gund vala kiribûn û kom kiribûn. Niha jî PDK’ê gund vala kirin û li vê derê kom kirin. Mîna girtîgehekê endamên van eşîran li vir radigirin. Herêmên wan jî dide dewleta Tirk, ewlehiya xwe jî di pratîkê de dixwaze radestî leşkerên Tirk bike. Hemû herêmên van eşîran dixwaze bi dewleta Tirk re ji bo ewlehiya xwe ji nû ve plan bike û serweriya xwe ava dike.Li holê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nîne. Li holê pirsgirêka ewlehiya eşîra Barzanî heye. Niha bi êrişa heyî re hîn bêhtir dixwaze vê bike. Yanî ji Bradostê heta Heftanînê (herêma eşîra Gulê ye) herêm bi temamî ji dewleta Tirk re hate firotin. Li aliyê din ewqas talankarî heye. Li ber dagirkeriyê ranabe, berevajî piştgiriyê dide. Ji ber ku bi dagirkeran re qaçaxçitiyê dikin, pereyan qezenç dikin, berjewendiyên xwe tê de hene. Ev yek rewşeke eşkere ye. Divê ev rastiya PDK’ê baş bê dîtin.”

QETILKIRINA ŞOREŞGERAN VÊ CARÊ BI DESTÊ MÎT’Ê DIKIN

Di demê dawî de bi hevkariya PDK’ê MÎT’a Tirk û Parastin li herêmên Başûrê Kurdistanê dest bi qetilkirina welatparêz û Şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurd kiriye. Li Silêmaniyê Şukrî Serhed (Yasîn Bûlût) û Mihemed Zekî Çelebî hatin qetilkirin.