Rûreşî û şerma PDK'ê!

Heta ku PDK bi vî aqlî tevbigere wê hîn gelekî li benda vegera li Şengalê bimîne.

Berî her tiştî divê em mijara xwe zelal bikin û wisa bikevin navê. PDK û medyaya wê rojane ji bo vegere Şengalê ti rê û rêbaz nema bikar neanîn; lê ji aliyê xelkê Şengalê ve bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Eger ku PDK û medya xwe dixwazin vegerin Şengalê û xizmetek baş ji bo civaka me ya Êzidî bike, û xwe bide efûkirin; divê di serî de dest ji vî zimanê êrişê û reşkirina hêz û saziyên wê berde.

Mînaka herî dawî êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê ye ku li dijî sivîlan hate kirin û zarokeke 12 salî û bapîrê xwe şehîd bûn. PDK’ê bi medya xwe û dezgeha xwe ya 'dij-teror' ku kes nizane girêdayî kê ye û ji bo kê xizmetê dike, yekser bi manşetên 'Êriş li ser baregeke PKK'ê û baregeha YBŞ'ê ya ser bi PKK'ê hatiye kirin' belav kir. 

Rast e rast xwest temamî êrişa li ser xelkê sivîl a dewleta Tirk a dagirker binixûmîne. Bide nîşandan ku PKK li wir e û êriş li dijî hêzên PKK'ê hatiye kirin. Bi vê xwestin mîna meseleya bi kevirekî li du çûkan bixe. A yekem êrişê rewa bide nîşandan û ya duduyan jî xelkê herêmê li ber hêzên YBŞ û saziyên Şengalê bide sorkirin û wan weke sedema êrişê bide nîşandan. Bi vê yekê nakokiyê kûr bike, qaşo sûdê ji vê wergire û wisa bikeve Şengalê. 

PDK a li civaka Êzidî kirî heta niha kesî nekiriye. PDK li şûna ku xwe bide efûkirin û birînên Şengalê bipêçe, bi hevkarî û rewadîtina êrişên Tirkiyeyê zêdetir ji Şengalê dûr dikeve. 

Êrişa ewil a dewleta Tirk a li ser Şengalê 24’ê Nîsana 2017’an bi balafirên şer çiyayê Şengal bombe kir. Piştre navber bi navber dewleta Tirk êrişên hewayî bir ser Şengalê.

15’ê Tebaxa 2018’an Mam Zekî Şengalî, 16’ê Tebaxa 2021’an Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda, 20’ê Çileya 2020’ê fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemid, Êzdin Şengalî û Cilo Şengalî, 17’ê Tebaxa 2021’ê di êrişa li ser nexweşxaneya Sikêniyê de Hemîd Sadun (Qîran Sîba), şervanê YBŞ’ê, Xidir Şeref (Pîr Xidir), şervanê YBŞ’ê Ramî El Salim (Ronî), şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê, Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar), şervanê YBŞ’ê yê Ereb, Elî Reşo Xidir, xebatkarê tenduristiyê Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidi, Muhlise Sîdar û herî dawî 7’ê Mijdara 2021’an Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel hatin şehîdkirin.

Di 11’ê Kanûnê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrişî Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Di êrişê de avahiya Meclîsê bi piranî hilweşiya.

Herî dawî jî 15’ê Hezîrana 2022’an di êrişa dironên bi çek ên Tirkiye ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de zarokek û bapîrê xwe yên bi navê Xidir Şivan Naso û neviyê wî Salih Xidir Naso şehîd bûn. 

Medyaya PDK’ê ji bo vê êrişê binixûmîne û bixe stûyê PKK’ê sed teqle avêtin. Bi hemû rengî ketin nava provakasyonan. Çawa ku di êrişa 26’ê Gulana 2022’an a dewleta Tirk a li ser xelkê li herêma Zîwese ya Bamernê girêdayî Amêdiyê de 2 zarok şehîd bûbûn, yekser medyaya PDK’ê ev yek kir stûyê PKK’ê û got ku di encama êrişa hewanan a PKK’ê de du zarok şehîd bûne. Tevî peyamên şahidên bûyerê û dîsa dîmenên cihê bûyerê, PDK ji ya xwe nehate xwar ku bêje di êrişên Tirkiyeyê de zarok şehîd bûne. Bavê yek ji zarokên şehîd bûyî li ber bi dehan kamereyan ragihand ku balafirên Tirkiye li zarokê wan daye, medya PDK’ê ev yek nedît, xwest bixe stûyê PKK’ê. 

Gelo ev yek wê çi fêdê bide PDK’ê û gelê Kurd? Çima PDK serî li rêyeke wiha dide? Vê hetik û fihêtiyê dixe stûyê xwe? Dîsa çima hewldana medyaya Tirk nade, ew dide ku van êrişan binixûmîne û mijarê bixe stûyê PKK’ê? Dîsa ev nûçe ji aliyê kê ve tê çêkirin û çima hema di kêliya êrişan de yekser tên servîskirin? Ev pirs û gelek pirsên din, di serê civakê de tê û diçe. 

PDK û bi taybetî medya û saziya wê yên 'dij-terorê' li Bakurê Kurdistanê bi erka pakkirina êriş û bûyerên Tirkiye rabûye. Em ji van nûçeyên tên servîskirin dibînin ku Tirkiye êrişek çawa bike, PDK ji bo Tirkiye li qada navneteweyî neyê sûcdarkirin hewl dide van êrişan binixûmîne, bûyerê weke PKK’ê bide nîşandan. Ji bo wê di navendên weşanê de bi taybetî tîmên şerê taybet ên Tirk hene û dîsa kesên li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin nûçeyan servîs dikin. Zimanê nûçeyê raste rast ji aliyê medyaya şerê taybet ve tê amadekirin û pêşkêşkirin.

Ji bo vê divê raya giştî ya Kurd û medya cîhanê vê yekê bibîne, ku Tirkiye li her derê rast e rast Kurdan dike hedef. PDK jî bi rola ku êrişên Tirkiye binixûmîne rabûye û bi vê yekê dixwaze, bibe deng û rengê pakkirina dewleta Tirk a dagirker. 

Bi taybetî PDK di mijara Şengalê de pir israr dike, di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê de dixwaze vegere Şengalê. Eger ku venegere Şengalê jî Şengal ji hêzên wê û dîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê re nemîne, hêzên Iraqî li herêmê serdest bibin. Ji bo vê jî tim bi reng û rêbazên cuda siyaseteke taybet li ser Şengal dimeşînin. 

Hema piştî êrişa 15’ê Hezîranê komek kes li hev anîn û ji bo provakasyonê xistin dewrê. Qaşê xelkê Şengalê li dijî hêzên PKK’ê û dîsa asayîşê sor kirin ku weke sedema êrişan bidin nîşandan û daxwaza derketinê li herêmê kirin.

Li aliyê din jî hêzên Iraqî yên li wir jî rê ji van provakatoran re xweş kirin ku aloziyê derxînin. Li ser vê xelkê bi keramet û rûmet ê Êzidî li ber vê rabûn û ev hewldan pûç kirin. Rê neda ku alozî mezin bibe û nîşan da ku Êzidxan a Êzidiyan e. Rê nadin ku ne Tirkiye û ne jî PDK bikeve herêm. Ev helwesteke rûmetdar û serfiraz e. 

PDK tim vê helwesta civaka Êzidî û dîsa pêkhateyên herêmê dizane û ji bo vê hemû hewldan ji bo valaderxistina Şengalê kar dike. 

Heta ku PDK bi vî aqlî tevbigere wê hîn gelekî li benda vegera li Şengalê bimîne.