'Di 14'ê Tîrmehê de artêşên dijmin bi destê çend kesan hatin têkbirin'

Eger li Kurdistanê şer, hişmendiya neteweyî nikarin bêne astengkirin, eger pêl bi pêl li nava civakê belav dibe, yekane çavkaniya vê, şehîdên berxwedanê ne. Têkoşîn wê êdî ji vê çavkaniyê bê kirin û bi ser bikeve.

Li dijî faşîzma 12'ê Îlonê, di berxwedêriya zindanê de, berxwedêriya Mazlûm û piştre jî ya Hayrî û Kemal bi rastî jî pira herî xurt a navbera mirin û jiyanê ye; yanî me diyar kir ku di navbera mirina ku faşîzm ferz dike û jiyana ku berxwedêr dixwazin xwe bigihînin wê pireke xurt bû. Û me destnîşan kir ku meşa li ser vê pirê, dayîna şehîdan di têkoşîna dijî faşîzmê de yekane rêya serketinê ye. Me her wiha dan xuyakirin ku pir heta dawiyê vekiriye. Di meşa ber bi wê rêyê de ku faşîzmê bi gotina 'eger hûn xwe nêzîk bikin hûn ê ser û bin bibin' em ditirsandin, pirek ji me re diviyabû. vaye wateya berxwedêrî û şehîdan zindanan bi vî rengî mezin e û ev mezinahî jî nirxekî siyasî ye. Ev yek di heman demê de pirsgirêkeke mezin a siyasî ye ji bo têkoşîna me. Ji wê jî wêdetir serketineke siyasî ye ku têkoşîna me bi dest xistiye. Çend kesan li dijî artêşên dijmin bi fîzîkî şer kirin û ew têk birin.

CIHÊ BIWATEBÛNA DIRÛŞMA 'BERXWEDAN JIYAN E'

Berxwedêriya zindanê rewşeke welê ye ku gelek şahid li pey ancax karibin vebêjin, her wiha di vegotinê de jî zehmetiyê bikişînin. Ev şerê ku di nava wan şert û mercan de hate kirin, şerekî welê ye ku kêm mirov dikare bike û kêm mirov xwedî wê hêza bexwedêriyê ne. Ev şer hate kirin û bi ser hate xistin. Lewma cihê van şehîdên me di PKK'bûyînê de, di bihêzkirina PKK'ê de, di berxwedana piştre de, bi rastî jî di ser hemû nirxandinan re ye. Di vir de ya ku têk çû, ya ku derba mirinê xwar faşîzm bi xwe ye. Li vê derê dirûşma 'berxwedan jiyan e' şênber bû, bi wate bû. Faşîzmê bi her awayî dixwest hin mirovan teslîm bigire, di şexsê wan de jî gelekî teslîm bigire. Hewl dida ku partiyê û gel têk bibe û paşerojeke ji neheqî, tarî û kor ji nû ve bênavber dewam bike. Di demeke wiha de, di demekê de ku faşîzmê dixwest serweriya xwe bi vî rengî nîşan bide, heta dawiyê ji xwe bawer bû, di kêliyeke welê krîtîk de ev berxwedan hate kirin.

Eger serketin dihate xwestin, hingî diviyabû ev rewş bihata parçekirin. Wateya berxwedêrên zindanan di vir de diyar dibe. Wan di kêliya pêwîst de ev avaniya dewleta Tirk parçe kirin. Lewma ya ku di vir de têk çû ne tenê dîroka dewleta Tirkiyeyê ye, di şexsê dewleta Tirkiyeyê de despotîzmê derma mirinê xwar û xeleka wê ya bingehîn jê ket. Bêguman dema xeleka herî karîger a vê zincîrê jê ket, hingî nepêkane ku baş bixebite û di dîrokê de hebûna xwe dewam bike.

DIVÊ EM XWE NÊZÎ ŞEHÎDÊN XWE BIKIN

Eger mirov li ser wateya berxwedêriya zindanê bêhtir bifikirin, wê bê fêhmkirin ku ragihandina vê berxwedanê ji bo paşerojê, karekî mezin ê rêxistinî ye. Eger em vê yekê bi karên siyasî û çekdarî, bi her rê û rêbazê temsîl bikin, em ê bibînin ku parçebûna vê xelekê tê wê wateyê ku derba mirinê li despotîzma hezar salî hatiye xistin. Ev tê wê wateyê ku di yek ji şerên herî mezin de bi navê gelan û azadiyê Partiye me bi ser ketiye. Di vê mijarê de weke ku me beriya niha diyar kir, em; ku berdevkê wan in, eger em vê wezîfeyê bi vî rengî fêhm bikin û pêk bînin, hingî bi vî rengî ye.

Di nava şert û mercên heyî de ya herî rast a ku divê em bikin ew e ku berxwedanê hinekî din xurt bikin, xwe ji şehîdan dûr nexin û ji bo vê jî hêza xwe hîn bêhtir derbasî welêt bikin, şerê çekdarî hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Ji xwe pêngava me li gel her cûre astengiyan jî pêk tê. Ev pêngava me encama wê ferasetê ye ku deyn û wezîfeyeke me ya ji bo bîranîna şehîdên me û van şehîdên zindanan e. Karên me yên din hemû tenê amadekarî ne. Yanî wezîfeyên perwerde, rêxistinî û çekdarî wezîfeya ji bo şênberkirina van bîranînan e. Ya herî rast ew e ku serdema nû weke qonaxeek girîng a bingehîn ji bo rizgariya neteweyî bê dîtin û ev yek jî li ser bingeha bîranîna şehîdan bi dilsoziyê bê vegotin. Ji xwe ya ku tê kirin ev e.

Hinekan xwest ku vê yekê bi rengekî gelekî cuda amade bike, şîrove bike û pêk bîne. Lê belê em bi hemû hêza xwe bi ser vê bûyerê ve meşiyan, mînakeke herî rast a vê dilsoziyê nîşan dan û vê yekê careke din pêşî li pêşketinan vekir. Eger me nedixwest ku ev şehîdên me di nava tarîtiya zindanê de winda bibin, diviyabû me bi rastî jî karên gelekî bi wate bikira. Yek ji karên bi wate ku hate kirin ev bû. Berxwedêrên zindanan wateyeke gelekî mezin dan berxwedana xwe, ji yên li derve bêhtir li ser berxwedanê nirxandin kirin, encam jê derxistin, wezîfeya xwe tespît kirin, di cih de rexne kirin. Ev hemû têne çi wateyê? Berxwedêr çalakiya xwe jiyan û nîşan dan.

'EM DIXWAZIN BERXWEDANÊ SERWER BIKIN'

Yek ji qonaxên herî bilind ên berxwedana li Kurdistanê, berxwedana dîlgirtiyên şer a li dadgehên Tirk bû. Li hemberî dijminekî welê har, destnîşankirina îradeya azad wezîfeyeke bi şeref e. Ya ku herî zêde bi zora mirovan diçe bêparmayina ji derfetan û şert û mercên newekhev bû. Lê belê di dîroka Kurdistanê de teqez diyar bû ku wê rewşeke bi vî rengî rû bide. Mêtingerên Tirk li gel gelên ku ji nava dîrokê biriye, îro jî bi rêbazên herî hovane yên zext û mêtingeriyê dixwaze gelê Kurd îmha bike. Lewma yên ku bi navê vî gelî di dema herî bêhêz de jî hesabê kiryaran ji dijmin pirsîn, dema ku ketin destê dijmin, li zextên herî nemerdane rast hatin. Ev rûbirûbûn, ji bo paşerojê jî veguherî hebûn an jî nebûn, berxwedan an jî teslîmbûn. Her rêxistinek ku ji bo nirxên esîl dest bi têkoşînê kiriye, eger naxwaze xiyanetê li van nirxan bike, hingî wê teqez li hevdîtineke bi vî rengî rast bê. Û ew dijmin mêtingerên Tirk e ku di dîrokê û vê demê de jî bi xwînxwarî tê naskirin. Qada ku ev hevdîtin lê pêk hat jî ew qada têkoşînê ye ku ji bo van nirxên esîl wê heta dawiyê şer bê kirin yan na. Ev şer şerekî welê ye ku kî bi ser bikeve ew ê serfiraziyê misoger bike. Eger li gel bêderfetiyan jî berxwedêran di zemîneke bi vî rengî de şerekî li dijî dijmin bidin ber çavên xwe û teslîm nebin, eşkere ye ku jiyan û têkoşîna ji bo rizgariya neteweyî wê êdî gelekî hêsan bibe. Lewma têkoşîna rizgariya neteweyî û hişyarbûna neteweyî ya li Kurdistanê ku kes ne li bendê bû, êdî ji dozekê wêdetir veguherî hebûneyekê ku ji aliyê dost û dijmin her kesî ve hate qebûlkirin. Berxwedêrên wê kêliyê jî bûn ew mirovên mezin ku jiyan bi vî rengî ava kirin. Rêberê mezin ê berxwedanê hevrê Hayrî biryara xwe ya misoger a li ser vê hesabpirsîna dîrokî wiha eşkere dikir:

"Em li dijî êşkence û qedexeyan li ber xwe didin. Em parçe parçe bibin jî em ê kiryar û gotinên faşîst qebûl nekin, bi cih nînin. Em dixwazin berxwedanê serwer bikin. Polîtîkaya me berxwedan e."

Ji ku ve bê nirxandin, mafdar e. Li Kurdistanê xiyanet û teslîmiyet ewqasî zêde ye ku di dîrokê de û di roja îro de jî veguheriye pîvanekê ku kar dike. Lê belê mêtingeriya Tirk mêtingeriyeke welê ye ku qîma xwe bi teslîmbûna qurbaniyan jî nîne, wan dikin xulamê xwe yê herî ketî. Dema ku mirov dîroka Partiya Komunîst a Tirkiyeyê binirxîne, wê were dîtin ku ji aliyekî ve nûnerên komunîzmê hatine qetilkirin, li aliyê din jî yên mayî kirine xulamê kemalîzmê. Mêtingeriya Tirk ewladên herî hêja yên rêxistinên li dijî wan şer dikin qetil dike, yên mayî jî hewl dide ku bi rêbaza herî nebaş bike xulam û teslîm bigire. Di vir de carna bi ser jî ketiye. Di dîroka gelê Kurdistanê de ev yek bi giranî bi ser xistiye. Di raperîna Agiriyê de, di raperînên bi pêşengiya Şêx Seîd û Seyîd Riza de mînakên vê yekê têne dîtin.

DI DEMA HESAPPIRSÎNÊ DE BERXWEDANEKE MEZIN HATE AFIRANDIN

Mêtingerên Tirk xwe dispêrin tecrubeyên xwe yên dîrokî ku îro dixwazin li ser PKK’ê jî heman tiştî bikin. Li rûniştinên dadgehan, di dema wê berxwedana mezin a li her dera Kurdistanê kirin û di dema hesappirsînê de dijmin dibêje ‘Li hemberî min yê ku li dîrokê gelek hêz têk biriye, hûn hêza nû hûn ê li hemberî min şer bikin?!’ dixwaze berxwedêran teslîm bistîne, li ser vî esasî zemîneke îxanetê ava bike, vî tişta ku berê li hemberî gelek hêzan kiribû û bi ser ketibû, xwestibû li hemberî PKK’ê jî bi ser bikeve. Diyar e ku, ev bûye yek ji kêlîkên biryara dîrokî. Yan ew ê heta dawiyê berxwedan were kirin an jî wê teslîm bibin.

Gelekî zelal bû ku li ser wê zemînê wê li ser şoreşgerên pêşeng dek û dolaban bikin, di şexsê wan de dîsa Kurdistanê teslîm bistînin.  PKK ji bo ku xeta sereke ya geşedana dîrokî tayîn bike û ji bo serweriya xeta ku wê pêşengtiyê ji berxwedanê re bike, divê rola xwe bi cih bianiya. Heke divê derb nehate xwarin û geşedanên piştre bi awayekî bêteşe pêk neyên divê li ser vê zemînê teqez berxwedan bihata kirin. Dema ku ev berxwedan bi ser bikeve wê dahatû jî bihata misogerkirin. Li ser vê bîr û baweriyê milîtanên pêşeng ên wêrek ên PKK’ê têkoşîna herî dijwar a şerê rizgariya neteweyî li vir kirin. Ligel ku di navbera aliyan de hevsengiyeke mezin hebû jî, berxwedana mezin û serkeftina ku hate bidestxistin, bandor li ser alî û leza geşedanên piştre kir, divê mirov qebûl bike ku ew bûye tova serfiraziyê bi xwe. Ev şer ne bi tenê ya PKK’ê ye, wê rê û leza geşedana pêvajoya rizgariya neteweyî ya Kurdistanê diyar bike, wê ne bi tenê wekî diyardeyeke qehremaniyê were nirxandin, ji bo sazîbûna xeta berxwedanê û xurtbûna rêbertiya berxwedanê wê bibe şerek.

Di vê kêlîka hesappirsînê de rêberên PKK’ê jî di nav de şehadetên mezin çêbû lê berxwedaneke mezin jî hate avakirin û encameke mezin hate bidestxistin. Xeta berxwedana neteweyî di şênberiya welat de bû xeta têkoşîna bingehîn, rêbertiya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ya ku rêbertiya vî tiştî dike jî hate avakirin. Vî şerê ku Mazlûm, Hayrî, Kemal û Ferhat û bi dehan şehîdan ligel ku di navbera hêzan de bêhevsengiyeke mezin bû, şerê ku hate kirin û serkeftina ku hate bidestxistin, şerekî xwedî wateyeke wisa ye. Di vî şerê de ya ku wê pêşiya wê neyê sekinandin û teqez ber bi serfiraziyê ve diçe, berxwedêran ev rewş û baweriya xwe ya ji bo dahatûyê wisa îfade dikirin.

BIRYARA DÎROKÊ YA JI BO ME BERAAT E

“Li Kurdistanê serweriya mêtingeriya birjûwaya Tirk heye. Ev serwerî xerîbê civaka Kurdistanê ye, derveyî serdemê ye û bi darê zorê li ser xwe ye. Têkoşîna serxwebûn û azadiyê ya li hemberî vê serweriyê, peywira her mirovên Kurdistanî yên dilsoz û zana ye. Li Kurdistanê têkoşîneke wisa hatiye destpêkirin, gelê Kurdistanê bi pêşengiya proletaryayê ketiye pêvajoya rizgariyê. Wê tu hêz nikaribe pêşiya vê pêvajoyê bide sekinandin wê serfirazî bibe para gelê Kurdistanê. Em ne poşman in ku tevlî têkoşîneke wisa bûne, doza me mafdar e. Em serbilind in ku di nav vê dozê de ne. Em peywira xwe ya li hemberî dîrokê bi cih tînin. Biryara dîrokê ya ji bo me beraat e…”

Serxwebûn û azadî nirxên herî pîroz in û divê mirov wateya ev gavên ji bo bidestxistina serxwebûn û azadiyê bizanibe. Berxwedan ji bo bidestxistina van nirxan tevkariyên gelekî hêja kiriye. Heke li Kurdistanê nikarin pêşiya çalakî, bîr û şerê berxwedana neteweyî bigirin, ev tişt pêl bi pêl li nav civakê belav dibe, şerê me dibe lehiyeke ku tu tişt nikare li ber wê bisekine, tekane çavkaniya vî tiştî şehîdên berxwedanê ne. Wê têkoşîna êdî ji ser vê çavkaniyê geş bibe û ber bi serfiraziyê ve biçe. Di vî warî de êdî kar hêsan bûye, bi hêza ku ji vê derê hatiye stendin êdî encamên serkeftî hatiye afirandin. Gelek nîşaneyên parçebûn, rizîn û hilweşandinê çêbûne, lê li Kurdistanê hêviya têkoşînê zindî ye, bi kûrahî amadekariya pêşîn a şerê ji bo serfiraziyê hatiye kirin û ev jî encama bicihanîna bîranîna şehîdên berxwedanê ye. 

Girêdana xerab a bîranînan çawa ku berê me dibe ber bi kendalên herî bêrûmet, girêdana bi bîranînan a bi layiqî jî bi pêkanîna tiştên ku ew fikirîne re dikare were nîşandan. Heval Mazlûm Dogan digot “Taktîka amadekarî û xwekomkirin rast e. Divê mirov xwe ji lezgînî û çalakbûneke çavsorî biparêze. Li gorî me divê rêxistinkirin, propaganda û amadekariya leşkerî bi qasî salek û du salan bidome” û tişta ku divê em bikin ji me re digot. 

Kemal Pîr dema ku digot “Wê ev gel teqez rizgar bibe, belkî deh sal an jî bîst salan bidome lê teqez wê şerekî gel were kirin” baweriya teqez a ji bo rizgariyê û rêya ji bo bidestxistina wê nîşanî me dida.

Heval Hayrî dema ku digot “Li ser kêlîkê gora min binivîsin deyndar e”  ew di wê fikra xwe ya bilind de, hewcedariya şerê parçekirina esareta mêtinger û ya heta avakirina Kurdistaneke serbixwe û azad û tiştên divê were kirin nîşanî me dida. 

ME SOZ DAYE ŞEHÎDAN

Dema ku faşîzma 12’ê Îlonê ya ku ji xeynî zilm, êşkence û amûreke şer a pêşketî wêdetir ne tu tişt e, xwe wekî kabûsekê dida ferzkirin, berxwedan û qehremanî bûbû du çekên ku PKK’ê ew hildabû. Li her dera welat wê bi van çekan şer kir û geşedanên mezin ava kir. Beşeke girîng a ku bûyerên berxwedana ku dîroka me jê re bûye şahid, di vê serdemê de pêk hat. Berxwedana Delîl, Azîme, Ahmet û yên din li Dêrsim, Mêrdîn û qadên din kirin, di vê serdemê de hate kirin. Di berxwedana bi hezaran de, destana şehîdên me yên li Rojhilata Navîn hate jiyîn. Cangoriyên bi rûmet ên vegera welat û berdêlên can jî hevrê Şahîn û qehremanên di bin fermandariya wî de bû. 

Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku ji bo berxwedan were geşkirin û ev ala ligel hemû berdêlan li lûtkeyan be, rûpelên berxwedana nû yên xwedî wateyên kûr li dîroka me zêdetir kir. Ji niha şûnde şerê gel a demdirêjî ku bi hemû heybeta xwe ketiye rojeva Kurdistanê û qala wê têkirin, ew e û qehremanên wê ye. Şerê rizgariya neteweyî û destana qehremanên wê ye ya ku li ser axa vî welatî her roj û her saet pêk tê. Rastiya me ya mezin a ku wê bibe mijara helbest, roman, wêne û stranan û wê di pêşerojê de jî bidome, ev e. Me şehîd dan ku divê li ser navê wan gelek tişt were kirin, rêxistin were avakirin, şer were dayîn û serfirazî were bidestxistin. Me sond xwar û me soz daye wan. Di demên borî de tiştên ku ji bo bîranîna şehîdên me tê kirin  wê di paşerojê de bêhtir were kirin.

Ji analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.