PDK li pêşiya avakirina hikûmeta Iraqê asteng e

Tevî ku zêdetirî 8 meh li ser hilbijartina Parlamenta Iraqê re derbas dibe, ne hikûmeta nû, ne jî serokkomar hatine diyarkirin. Li ser erka serokkomariyê di navbera PDK’ê û YNK’ê de nakokî hene. PDK li pêşiya avakirina hikûmeta Iraqê asteng e.

Aloziya hikûmeta nû û Serokkomarê Iraqê ya li Iraqê zêdetirî 8 meh in, didome. Tevî li hevkirinên navbera aliyên Kurd û şîa û bereyên dijber, heta niha aliyên Iraqî û Kurd nekarîne ne hikûmeta nû ne jî serokkomar diyar bikin. Her çendî erka serokkomariyê para Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ye jî, lê Partiya Demokratîk a Kurdistanê israr dike ku vê erkê bi namzetiya Rêber Ehmed bigihîne xwe. 

JI BER KRÎZA SEROKKOMAR HIKÛMET NAYÊ AVAKIRIN

Sala borî 10’ê Cotmehê ji bo parlementoyê hilbijartin hate kirin. Her çendî bi hilbijartin di atmosfereke ne aram û dîsa gel neçûn ser sindoqan jî, çav li bendê bû ku hikûmeta nû bê avakirin.

Heta niha aliyên Iraqî li ser Serokê Parlementoyê ew jî Mihemed El Helbûsî û alîkarên wî pêk hatiye. Nakokiya mezin a niha li pêşiya avakirina hikûmeta nû serokkomarî ye û piştre serokkomar erk bide bloka giştî li parlementoyê ku bikare hikûmeta nû ava bike. 

KURDAN LI SER ERKA LI IRAQÊ LI HEV KIRIBÛ, NIHA PDK LI BER VÊ RADIBE

Erka Serokkomariyê ji sala 2005’an para Kurdane û di nava Kurdan de jî para YNK’ê ye. Li ser lihevkirina PDK û YNK’ê hebû. Li gorî lihekvirinê serokkomartiya Iraqê ji bo YNK’ê û serokatiya Herêma Kurdistanê û serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ji bo PDK’ê ye.

Berovajî vê lihevkirinê ku weke lihevkirina stratejîk a YNK û PDK’ê tê naskirin, du demin PDK ji bo wezîfeya serokkomariya Iraqê namzetê xwe diyar dike. Di dema borî de, Fuad Hisên ji bo wezîfeya Serokkomariya Iraqê kir namzet, di pêşbaziyê de namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih bi ser ket.

PDK XWEST SEROKKOMARÎ BIGIHÎNE XWE

Piştî hilbijartina pêşwext a 10’ê Cotmeha 2021’ê, PDK’ê bi lihevkirina li gel Tevgera Sedir eşkere kir ku berê di navbera Barzanî, Sedir û Sunneyan de hatibû kirin. Li gorî wê lihevkirinê beşek ji serokatiya Parlamentoyê, ji bo Sunneyan, Serokkomar ji bo PDK’ê û Serokwezîr ji bo Tevgera Sadir bû.

Di nava van hemû alozî û lihevkirinên nava aliyên Kurd û Iraqî tenê serokê parlamentoyê û cîgirên wî hatin hilbijartin. Çarçoveya Hemahengî, YNK û hinek parlamenterên serbixwe jî ji ber temam nebûna hejmara yasayî ya parlamenteran nekarîn ti gavên din bavêjin.

SADIR NEKARÎ KOTAYA PÊWÎST KOM BIKE, JI PARLEMENTOYÊ VEKIŞIYA

Negihiştina encamek baş û dîsa bidestxistina kotaya pêwîst Lîderê Tevgera Muqteda El Sedir biryar girt ku ji parlemetnoyê vekişe û îstifaya xwe da Serokê Parlementoyê Mihemed El Helbûsî. Sadir û parlementerên pêre ji parlementoyê vekişiya.

PDK LI SER SEROKKOMARIYÊ ISRAR DIKE

PDK û YNK li ser namzetekê li hev nakin û her yekê bi namzetên xwe dixwaze ser bikeve. Serokkomarî bûyer girêkora Iraqê. YNK li ser namzetiya Dr. Berhem Salih israr dike. Her wiha PDK jî li ser Rêber Ehmed israr dike ji bo wê Serokkomarî bûyer girêkora Iraqê. 

Her çiqas Çarçoveya Hemahengî têkildarî erka serokkomar daxwaza lihevkirinê kiriye, lê hîn di nava xwe de jî li ser erka serokwezîr û avakirina hikûmetê lihev nekirine.

IRAQ JI BO HILBIJARTINEK DIN NE AMADE YE

Ji bo derbasbûna vê yekê divê lihevkirin pêk were di navbera aliyan de, yan jî wê hilbijartinek pêşwext derkeve holê. Her çendî gelê Iraqê ji bo vê yekê ne amade ye, dîsa rewşa aloz a li herêmê wê bike ku Iraq bikeve nava aloziyên mezintir.