Wezareta Rewşenbîrî biryara sansurê da!

Bi vê biryarê divê kes qala dagirkeriyê neke, qala talan û wêraniya xwezaya Kurdistanê neke, qala derketin ciwanan neke, qala kuştina jinan neke, qala êrîşên ser her çi navçeyekê tê kirin, neke. Wisa bide nîşandan ku her tişt gul û gulistan e.

Li Başûrê Kurdistan her ku êrîşên dagirkeriyê zêde dibin û li gel vê krîz û qeyranên civakî berfireh dibe, helwestên nava civakê jî bi xwe re geş û gur dike. Dema dawî her çendî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwestibe bi rêya hinek rojnamevan bide nîşandan ku ew xwe li rexne û helwestên rojnamevan û siyasetmedaran digire jî, lê derket holê wisa nîne. Hikûmeta Mesrûr Barzanî hewl dide bi hemû rengî êdî deng û helwestên nava civakê bê qûtkirin.

Çawa?

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Başûrê Kurdistanê ku li ber rêze film, çand û xwarinên dewleta Tirk a dagirker nexwedî helwesteke cidî û dîsa talana xwezaya Kurdistanê bêdeng maye, bi biryareke sosret xwest ku hemû nûçe, bûyer û pêşketinên li ser êrîşên li Başûr û taybet Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bê kirin, bê parvekirin weke sûc bê dîtin û nirxandin. Ev biryar di demeke welê de hate girtin ku taybet li ser tevnên civakî, dîsa weşanên cuda cuda êrîşên li ser Hewlêr û dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibe û dîsa helwesta gel xurtir dibe hate girtin.

Bi vê yekê Wezare dixwaze zêdetir civak ji van bûyer û pêşketinên ne di berjewendiyên netewî yên gel de bê agahî bê hiştin.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya dayî de vê dibêje; “Divê hemû weşanên bi dîmen û deng, dîsa malperên elektironîkî xwe dûrbixin ji mijarên ku li dijî serweriya Herêma Kurdistanê bigirin ku bibe sedema tirs, gumanê li ser ewlehî û serweriya herêmê. Erkê wezaretê ye ku li hember vê biryarên yasayî yên tund bigire.”

Em dizanin dema borî de li dijî Hewlêrê bi moşekan êrîş hatin kirin û dengvedaneke mezin çêkir. Ev jî bû sedem ku di nava gel de rê li ber helwest û lêpirsîna hikûmetê bê vekirin, her wiha dîsa dema dawî li ser bîrên Petrolê ya Kormor çend caran li ser hev êrîş pêk hatin. Ji xwe êrîşên dagirkeriyê yên li ser xeta temamî ya Başûrê Kurdistanê zêdetir bûye û helwestên gel jî her diçe zêde dibe.

Hikûmet ji bo pêşiya helwest û nerazîbûnên gel bigire, dîsa medyayê bixe di bin kontrola xwe de giha biryareke wiha. Gelo çima Wezareta Rewşenbîrî û Lawan heta niha li ser çûna ciwanên Başûr a derveyî welat negirtiye, biryarek ji bo wan dernexistiye ku bikarin li welatê xwe aram bijîn? Eger wezareta lawan e (ciwan) çima heta niha nekariya pêşiya qetilkirina jinên ciwan bigire? Çand û hunera welatên cîran li ser ciwanan ewqas bandor kiriye, ev jî bi qasî êrîşên dagirkeriyê xedar e, biryarek wiha ku bikare pêşiya wan rêze drama û çanda wan bigire, nedaye?

Ev vekirî tê wê wateyê li ser êrîşên dagirkeriyê, hikûmet û dîsa saziyên hikûmetê ti nûçe neyên amadekirin û pêşiya helwesta gel bê girtin.

Her wiha girêdayî vê yekê Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê berî vê jî daxuyaniyek sosret û trajî dabû. Wezaretê anî bû ziman divê nûçeyên derbarê kuştin, xwekuştin û xweşewitandina jinan a li herêmê neyên dayîn. Hinceta wezaretê jî ew bû ku rê li ber zêdebûna tundiyê vedike. Gelo Wezaret ji bo pêşiya vê yekê bigire çi kiriye? Wezaret ji bo sûcdar bê cezakirin çend carî ketiye nava hewldan û kariye pêşiya vê bigire? Halê hazir Wezaret Rewşenbîrî tenê nav maye.

Wezareta Rewşenbîrî ji bo dawîkirina rêze fîlmên Tirkî ku çand û jiyana ciwanên Başûrê Kurdistanê temamî daye guherîn û ciwanek ji hevketî çêkiriye, heta niha çi kiriye. Em tev dizanin, dîziyên Tirkiye ji bo xirakirina civakê û taybet ciwanan roleke sereke ye û herî dawî me dît ku bi van diziyan nirxên Kurdan û taybet PDK-Barzanî çawa nîşan dan.

Wezaret li şûna ku bi biryaran dawî li vê bîne, bi biryarên sosret ku rastî bê nixûmandin, dawî li helwestên gel bê anîn, biryarên ne bi aqilê selîm, di berjewendiya desthilatê de tê girtin.

Rojane dagirkerî li ser xaka Kurdistanê zêde dibe, MÎT û îstixbarat li herêma Kurdistanê li pey Kurdan e, bi madeyên hişbir ciwanan ji rê derdixe, wezaret tiştekê nake. Lê dema mijar bû, netewî û helwestên netewî û berjewendiyên netewî, biryareke wiha sosret tê dayîn.

Dîsa balkêş e, ev biryar demek dirêj e li Tirkiye tê pêkanîn. Ev jî gumana ku PDK û hikûmeta Barzanî hewl dide bibe beşek biçûk ya Tirkiye û bi van biryaran dixwaze li pey faşîzma Tirkiye bimeşe.

Bi vê biryarê ev derdikeve holê, her çi peyam û gotinên ne li berjewendiyê hikûmetê be sûc e û dikare bê girtin. Ev rast e rast binpêkirina mafê derbirînê yê mirov e. Hikûmet bi vê biryarê dikare peyamek li ser tevnên civakî bike hinceta destgîrkirin û girtinê. Bi temamî çavtirsandin û hikûmkirina ser raya derbirîn a mirovî ye.

Bi vê biryarê divê kes qala dagirkeriyê neke, qala talan û wêraniya xwezaya Kurdistanê neke, qala derketin ciwanan neke, qala kuştina jinan neke, qala êrîşên ser her çi navçeyek ya Herêma Başûrê Kurdistanê neyê kirin. Wisa bide nîşandan ku her tişt gul û gulistan e.

Ev biryar dijî berjewendî û mafê derbirînê ya gihandina agahiyan e. Ev yek tê wateya kontrolkirina medya û tevnên dijîtal. Ev yek jî ne di çarçoveya mafê mirovan de ye.

Tevî vê biryarê jî heta niha ne Sendîkaya Rojnamevanî ya Başûrê Kurdistanê ne jî saziyeke din a rojnamevanî li ber vê ne dengê xwe bilind kiriye û ne jî helwestek nîşandaye. Yek jî sedemê biryareke wiha derketinê bi qasî pêwîst ragihandin û medya bi erka xwe ranebûye. Ne baş karîne mijarê ragihînin û ne jî ji bo gel bibe xwedî hewlest karekî baş kirine ku niha biryarek wiha tê girtin. Di aliyekê de jî medya berpirsê biryareke wiha ye.

Dîsa her rojnamevan û kesek ji ber peyamek an jî bûyerek bê girtin, wê Sendîkaya Rojnamevanan li ber bêdeng bimîne gelo? Gelo li ber girtina rojnamevanan a ji ber karê wan wê Sendîkaya Rojnamevanî piştî vê biryarê helwestek nîşan bide an wê bêdengî hilbijêre? Li nava çalakî û xwepêşandanan rojnamevan tên girtin, dest danin ser amûrên wan ên kar, sendîka wê piştî vê bûyerê bikare mafê rojnamevanan biparêze an na? Ji ber ku li gorî biryara Wezareta Rewşenbîrî her bûyer û pêşketinên aramiya herêmê bixe metirsiyê sûc e, rojnamevanên vê bûyerê bişopînin wê bên girtin, gelo li vir erk û berpirsyariya sendîka û ragihandinê wê çi be? Ev biryareke metirsîdar e. Her kes dikare di çarçoveya vê biryarê de bê girtin. Dîsa mijar ne tenê senîdkaya rojnamevanî ye, her wiha saziyên mafê mirova jî wê çi bikin? Wê bikarin mafê kesî biparêzin an wê li ber bêdeng bimînin.

Nûnerên Senîdkayên Rojnamvanî û dezgehên medyayên ser bi hikûmî û dîsa serbixwe kar dikin, wê ji niha şûnde çawa kar bikin, proje û pilaneke wan heye? Wê bikarin bibin dengê rast û heqîqî yê netewî yê gel?

Bi kurt û Kurmancî ev biryar wê encamên pir xeter li ser asta netewî ya Kurd bide çêkirin. Wê pêşiya mafê derbirîn û ragihandinê asteng bike. Ji bo wê divê di serî de sendîkaya rojnamevanî û dezgehên ragihandinê li ber vê biryaran xwedî helwest bin.