Xelkê Mexmûrê 'qedexeya hevdîtinê' şermezar kir

Xelkê Kampa Penaberan a Mexmûrê 'qedexeya hevdîtinê' ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî şermezar kir.

QEDEXEYA HEVDÎTINÊ

Xelkê Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekî tecrîda girankirî û qedexeya nû ya hevdîtinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û banga lezgîn ya hevdîtinê kirin.

Duh hat ragihandin ku carekdin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de ku 38 heyvin tu agahî ji wan nayê girtin, 3 mehên din qedexekirina hevdîtina bi malbatan re hatiye dayîn.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ev biryara derveyî qanûnan, bi daxuyaniyekî şermezar kir. Daxuyanî li Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi kombûna şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê amade Hevserokê Dîwana Meclisa Gel Elî Bilehî daxuyanî da û di serî de biryara qedexekirina hevdîtina bi Îmraliyê re bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Mixabin me duh zanî ku carekdin 3 heyvên din, hevdîtina bi Rêber Apo re qedexekirine. Em bi kîn û nefreta xwe vê yekî şermezar dikin. Ev 25 salin bi hemû rê û rêbazan, êşkenceyekî dijî mirovahiyê li Rêber Apo dikin. Êşkenceyek sîstematîk heye!

Li dijî van êşkenceyan Rêber Apo berxwedanekî dîrokî dide meşandin. Gelek caran xwestin Rêber Apo suîkast bikin, her wiha gelek caran xwestin Rêber Apo jehrî bikin. Ev yek tê zanîn û mixabin CPT li hember vê yekî jî bêdeng e. Wezîrên wan derdikevin û dibêjin, tecrîd nîne, madem nîne çima em nikarin agahî ji Rêber Apo bistînin? Ev yek ne raste û divê demildest em agahî ji Rêber Apo bistînin.

CPT dema ku çûyî Tirkiyeyê raporên xwe yên li Îmraliyê eşkere nekir û ev yek jî nayê qebulkirin. Bê mafî li Rêber Apo tê kirin. Niha jî bi navê ‘cezayê disiplînê’ de, hevdîtinê qut dikin û di asta yekemîn de CPT berpirsyar e. Êrişên li ser Rêber Apo, li dijî me tê meşandin. Wê nekarin me ji Rêber Apo bidin qûtkirin.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ bi dawî bû.