Iraq di nava destên netew-dewletan de ber bi hilweşandinê ve diçe

Iraq, ku ji dîrokê heya roja me ya îro ji mirovahiyê re di her alî de malovanî kiriye îro di nava destên dewlet- netewdewletan de ber bi hilweşandinek mezin ve diçe.

Iraq, ku ji dîrokê heya roja me ya îro ji mirovahiyê re di her alî de malovanî kiriye îro di nava destên dewlet- netewdewletan de ber bi hilweşandinek mezin ve diçe. Ji bo mirov rastiya rewşa niha ya Iraqê ku di nava krîza siyasî, aborî, civakî, çandî û mirovî de digevize, fam bike divê destpêkê mirov rastiya netewdewletan lêbikole û rastiya wê derxîne holê. 

Di sîstema modernîteya kapîtalîst de, netew dewlet weke gelek caran tê nîşandan ku forma bingihîn ya demokrasî, azadî û mafê mirovane, lê berovajî vê yekê sîstema înkarkirin û tepizandina van nirxên bingihîn yên civakê ne ku tenê berjewendiyên xwe diparêze. Berovajî civaka xwezeyî, di navbera jiyana civakan de sînoran xêz dike, di welatekê de li rexmê pir rengiyê; yek ziman, yek netew, yek çand û yek baweriyê li ser civakan ferz dike. Heya ku mirov têkiliya birokrasiyê, netewdewlet û modernîteyê baş ji hevdernexîne, berde çareserkirina pirsgirêkên civakê tezbîtkirina wê jî negengaze. Rêberê gelan Abdulah Öcalan dibêje; dewleta netewe ya timî tê mezin kirin, ji bo wê xwîn tê rijandin, can û bawerî tê xwestin û ev vedîtina ku divê her kes ji bo wê fedekariyê bike xwedayê rast yê modernîteyê ye. 

Civakek ku di nava xwe de ji yekê zêdetir netew, ol-bawerî, çand û zimanan bihewîne tu carê ew civak nikare bi sîstema niha ya netew-dewletan bi awayekî azad bijî. Ji ber ku ev hişmendî bi xwe rê nade van normên civakî. Piştî hilweşandina rejîma Sedam Husên û avabûna komara Iraqê her çendî tê de rê ji bo qaşo sîstema Federaltiyê hatibe dayîn jî tu carê ji ber mudaxeleya destên derve bi ser xwe ve nehat û nebû xwedî rêveberiyekê ku bikare xwe bi xwe pirsgirêkên civaka xwe çareser bike û bi rêve bibe. Li rexmê ku xaka Iraqê di aliyê zenginiyên sererd û binerd de her wiha di aliyê cografîk de weke cih li rojhilata naverast yek ji welatên herî dewlemend û destdayî ye; pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û ewlekarî her ku diçe serî digire û mezin dibin. 

Hikumeta Iraqê di 10 Cotmeha 2021’an de li seranserê welat hilbijartina parlementoyê li darxistibû û di encama hilbijartinê de ji sedî 41 gel dengê xwe bikaranî bû. Di encama vê hilbijartinê  de, di asta Iraqê de koma Şîa di bin serokatiya Muqteda El Sadir ku bi navê Tevgera Sadir tê nasîn bû yekem û qaşo di sînorên xaka hikumeta Federal a herêma Başûrê Kurdistanê de jî PDK’e hejmara mezin a kursiyan bidestxistibû. Her çiqasî aliyên siyasî di vê hilbijartinê de xwe serketî dabin îlankirin jî lê di rastiyê de bi rêjeyek gelek kêm tevlîbuna gel ya hilbijartinê, li paş 8 mehan hêza diyarnekirina serokkomar û neavakirina hikumetê diyar dike ku tu partiyên siyasî bi serneketine. Ji ber ku dengên herî zêde Sadr girtibû qaşo pêşengiya derxistina Serokkomar û piştî diyarbûna serokkomar avabûna hikumetê diket aydê koma wî. Li parlementoya Iraqê li rexmê bi caran hevdîtinên vekirî û veşartî her wiha daxuyanî û rûniştinên parlementoyê heya niha jî hikumet ne hatiye avakirin. 

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn ji aliyê dewlet-netewdewletên ku qaşo ev şer li gora berjewendiyên xwe bi dawî kirin, ji bo kontrolkirina hêzên herêmî û berfirehkirina pêngavên xwe li Rojhilta Navîn bi taybet li Iraqê qaşo rêveberiyek weke PDK’ê ji bo Kurdan dan avakirin. Bêguman avakirina PDK ku wê demê YNK jî tê de cih digirt bi awayekî plansazîkirî bû. Bi hemû derfetên dewletên NATO’yê bi destê Tirkiyeyê û mala Barzan, şerê ku niha li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xweseriya Mexmûr, Şengal û xweseriya Rojavayê Kurdistanê vê rastiya dewletên zilhêz hêj zelaltir radixe ber çavan. 

Dema ku çêkerekî siyasî ne li ser bingehê îdeolojiyek rast bi armanca serkeftina doza gelê xwe têbikoşe û her wiha ne xwedî hêza xwe ya resen a çareserkirina pirsgirêkên gel be, nexasim eger bi destên derve hatibe damezirandin û rêvebirin, wê hertim mehkumê hilweşînê be. Ca ev çi bi destê şoreşa gel be çi jî di encama siyaseta xwe ya çewt de xwe bi xwe be. Di roja me ya îro de jî mînaka vê ya herî berbiçav partiyên qaşo serdest yên hikumeta Federal ya Başurê Kurdistanê PDK û YNK ne. Mîna rikaberiya aliyên siyasî li Iraqê, li Başûrê Kurdistanê jî rewş cuda nîne heya ku mirov dikare bêje kembaxtire. PDK ji bo li herêmê destê xwe qayîm bike û qaşo pêngavên xwe saxlem bavêje li ser posta Serokkomariya Iraqê ku li gorê qanuna heyî dikeve para YNK’ê û hewildanên lewazkirina hêzên girêdayî Îranê yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê û her wiha kontrolkirina şandina petrol û gaza herêmê di nava leyîstok û bazaran de ye. Bazara PDK’ê ya li ser petrol û gaza xwezayî ya bi Tirkiyê re kir ku navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de nakokî kûr bibin, li ser vê yekê Dadgeha Federal a Iraqê biryar girt ku bê destûra Iraqê bi ti awayî gaz û petrola Herêmê bê firotin ne qanûnî ye û ew ê li hember van kiryarên PDK’ê bê helwest nemînin. Li gel van hemû nakokî û krîzan di heman sînoran de rakêşiya di navbera hêzên leşkerî yên girêdayî Îran û hêzên Emerîkayê, Iraqê di aliyê siyasî û ewlekariyê de berbi pêvajoyek metirsîdar ya mîna 2014’an ve dibe.

Di demekê de hikumeta Iraqê bi van hemû krîzan re rûbirû ye û ber bi hilweşînê ve diçe, di nava sînorên xaka Iraq û Başurê Kurdistanê de çeteyên DAÎŞ'ê xwe ji nû ve sazûman dikin de, PDK û hinek kesayetên di nava partiyên herêma Kurdistanê de ji bo razîkirina dilê rejîma AKP-MHP’ê û dewletên herêmî û derve mil daye milê dewleta Tirk a dagirker û hemû derfetên xwe serferber kirine. Ji ber êrişên dagirkeriyê bi sedan gundên herêmê vala bûne û bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Dewleta Tirk êdî ne bi veşartî bi awayekî vekirî çekên kimyawî yên hatine qedexekirin li ser herêma Kurdistanê bi kar tîne. PDK’ê herêma Kurdistanê aniye rewşek wisa ku niha Erdogan bi rehetî dikare herêma Kurdistanê weke wîlayetekî girêdayî Tirkiyeyê bihesibîne û tê de kar bike.

Ev bê istixrarbûna hikumeta Iraqê û bi xwestek îxaneta mala Barzan hiştiye ku dewleta Tirk bi rehetî sînorên hewayî û bejahî yên xaka Iraqê derbaz bike û deverên weke Şengal û Mexmûrê ku di sînorên xaka Iraqê de cih digirin jî armanc bigire. Êrişa 2014’an ya çeteyên DAÎŞ'ê li ser gelê Êzidî ne êrişekî ji rêzê û tenê êrişek ya van çeteyên hovên serdemê bûn. Armanca vê qirkirinê di şexsê gelê Êzidî de qirkirina nijadekê bû, tinekirina gelê Kurd bû. Eşkere bûye ku ev komên çete bi awayekî plankirî hatine damezirandin û her pêwîstiyên wan yên aborî û leşkerî ji aliyê van dewletên dijminê mirovahiyê ve tên dabînkirin. Her wiha gelê Mexmûrê ku li rexmê bi hezaran komkujî, şewitandina gundan û koçberkirina bi darê zorê serî li hember dewleta dagirker serî netewand û rêya  berxwedanê hilbijart nêzî 30 sale li rexmê hemû şert û mercên zor û zehmet yên jiyanê li ber xwe dide. Şengal û wargeha Mexmûrê ku piştî komkojî, bi penaberî, berxwedan û êrişên dijwar hebuna xwe bi hêza xwe ya cewher ji nûve avakiriye û xweseriya xwe ragihandiye her wiha biryar daye ku êdî bi hêza xwe, xwe biparêze û bi rêve bibe, tê hedef girtin. Ji xwe armanc ev e. Li ku derê be bila bibe têkbirina sîstema xweseriya demokratîk a gelan e. Armanc ji bo berfirehkirina sînorên xwe yên Mîsak-î mîllî û li gora berjewendiyên xwe ji nûve xêzkirina sînoran û dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Ji bo vê yekê pêk bînin jî yekem armanc qaşo têkbirina Tevgera Azadiyê ye. 

Mexmûr di aliyê cografiyaya ku tê de bi cih bûye û nasnameya xwe ya siyasî de xwedî giringiyekî mezin û deverekî stratejîke, di heman demê de jî ji ber aloziyên herêmî devereke ku metirsiyên xwe hene. Ji ber wê sedemê di demekê de ku Iraq di rewşekî wisa aloz e, ji bilî hêza cewherî ya li ser bingeha nirxên civaka exlaqî û politîk xwe bi rêxistinkirî û ava kiriye, ti hêz nikarin Mexmûrê û Şengal biparêze. Di heman demê de ji bo Iraq ji vê rewşa heyî xilas bibe yekane rêya çareserkirina krîzan, bi avabûna hêza gel a rêxistinkirî li ser bingehê normên civakî ku hemû ol-mezheb,netewên di welat de jiyan dikin bigire nava xwe re, derbaz dibe.