ANALÎZ

Hemû Nûçe

  • Abdullah Ocalan: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne 

    Nasnameya Kurdan û daxwaza jiyana azad a ku tu mîsogeriya wê ya qanûnî, ekonomîk û polîtîk û parastinê tune, dibe ku ji aliyê dijminên wê were têkbirin. Ji ber vê divê PKK ji niha û şûnde rola xwe ya pozîtîf bi serkeftî pêk bîne.
  • ‘Jina azad civaka azad e’ 

    Heta ku şoreşeke bi kok a jinê pêk neyê, her wiha jiyan û hişmendıya zilam neguhere, rizgarbûyîna jiyanê ne pêkan e.
  • Abdullah Ocalan: Civaka netewî ya demokratîk êdî ne xeyal e 

    Pêvajoya ji 1980'yî heta bi 2005'an jî veguherîna civakî ya netewiya Kurd ya azadbûyî û kirdeyîbûyî vedibêje, ku ji diyardeya Kurdbûna objebûnê dibe Kurdê bîrewer, rêxistinî û şerker.
  • Di dema nû de nasname û wateya PKK'ê 

    Kapasîteya îdeolojîk a PKK'ê sosyalîzma zanistî û rexnekirina sîstema reel sosyalîst hate xurtkirin. Asta polîtîk a PKK'ê jî li gorî berê gelekî bi pêş ketiye.
  • Destana vejîn û qehremantiyê 

    Bi rastî jî tiştên di dema amadekariya PKK’ê û pêvajoya wê têkoşîna fermî ya 43 salan de pêk hatine, tê wateya destana vejînê. Bi berxwedaneke qehremanî ya li ser xeta fedaî, dibe destaneke vejînê.
  • Abdullah Ocalan: Em diketin nava pêvajoyeke hîn mayinde û nikare bê tasfiyekirin 

    Bi rizgariya ji astengiyan, bi bersivdana li pêwîstiyan em diketin nava pêvajoyeke hîn mayinde û nikare bê tasfiyekirin. Nîşaneya şênber a vê yekê jinûve li xwe kirina navê PKK’ê bû, pênasekirina destketiyên azadî û nasnameya gel bi navê KCK’ê bû.
  • Cewhera veguherînê ya li nava PKK'ê 

    Tengaviya li nava sosyalîzma zanistî û Komploya Gladiyoya Mezin a 1998'an, PKK neçar hişt ku guhertineke bingehîn bike.
  • Abdullah Ocalan: Şerê şoreşgerî yê gel ê piştî salên 1990’î polîtîkayên li ser Kurdistanê pûç kiribû 

    Ne şaş bû ku PKK hê dema di qonaxa kombûnê de bi rengê ‘netewparêz’an were nirxandin. ‘Rizgarîxwazên Netewî’, ‘Artêşa Rizgariya Netewî’ jî eynî mane destnîşan dikir û rastiya ku dihate xwestin temsîla wê were kirin vedigot.
  • PKK'ê berê xwe neda nijadperestiya teng -NÛ BÛ 

    PKK wekî tevgerên din ên rizgariya neteweyî berê xwe neda nijadperestiya teng. Dema ku pergala sosyalîst ji hev diket, ew li ser xwe ma. Ev jî diyar dike ew girêdayî cewhera sosyalîzma zanistî ye.
  • Sûîqesta 6'ê Gulanê li dijî gava aştiyê ya Ocalan bû 

    Hewldana sûîqestê ya kontrgerîla ya Tirk ku 6'ê Gulana 1996'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, li dijî gavavêtina ji bo aştiyê ya bi ragihandina agirbestê bû. Ev yek jî bi zanebûn di salvegera darvekirina Denîzan de hate kirin.
  • Abdullah Ocalan: Şer nebûya azadî jî nedibû 

    Di astekê de ku qirkirina çandî li ber serketinê bû, birêxistinkirina tevgera neteweyî ya Kurd dişibiya saxkirina mirî. PKK a îdeolojîk soza hêviya jiyana azad dida. Lê belê bêyî şer azadî bi dest nediket.
  • Bi pêşengiya PKK'ê di rêya azadiyê de gavên girîng hatin avêtin -1 

    Bi pêvajoyeke berxwedanê re ku di pêşengiya PKK'ê de bi taybetî bi pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bi pêş ket û gelekî zehmet derbas bû, ne tenê pêşî li tasfiyebûna rastiya Kurdan hate girtin, di rêya azadiyê de gavên girîng hatin avêtin.
  • Ji êşkencê re ne kokim be ji berxwedanê re jî ne kokim e 

    Dewleta Tirk a qirker-faşîst, li Qamişlo dîsa êrişê wesayîta sivîlan kir. Yusif Gulo yê 82 salî û 2 neviyên wî qetil kirin.
  • Welatparêziya Kurd 

    Di vî warî de rastiya esasî ev e ku mirov li warê xwe be, li hemberî kesên faşîst û mêtinger xwe bi rêxistin bike û têbikoşe û bihuşta xwe li warê xwe ava bike.
  • Dûran Kalkan: Sala 43'an careke din nîşan da ku PKK têk naçe 

    Dûran Kalkan got, sala 44'an a PKK'ê hem wê bibe saleke berxwedaneke xurt, plankirî û rêxistinî li dijî êrişkariya faşîst-qirker, hem jî bibe sala serketina li dijî faşîzma AKP-MHP'ê.
  • Gef û lîstikên nû 

    Gefên Serokkomarê Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojava, hevdîtinên bi Rûsya û DYE'yê re û daxuyaniyên piştî van nîşan didin ku planeke nû li ser kar e.
  • Kurd heye, lê gelo Kurdistan nîne? 

    Hûn ê çawa karibin Qendîlê û gelê Kurd ji hev cihê bikin? 40 sal in we nekarî bikin, ji niha û pê ve hûn ê çawa bikin? Bi tunehesibandina Kurd û Kurdistanê hûn ê çawa karibin pirsgirêka Kurd çareser bikin?
  • Şirîkên êrişa li Qamişloyê 

    DYE jî, Rûsyayê jî ji destpêkê ve peymanên çêkirin û sozên dan gelên Bakurê Sûriyeyê bi cih neanîn. Berevajî; êrişên bejahî û hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakurê Sûriyeyê ji nedîtî ve hatin.
  • Peyrewekî dozê 

    Ya rastî ew li gorî navê xwe bû. Ew ronakbîr û rewşenbîrekî ji can û dil bû. Bi salan yek bi yek li malên Kurdistaniyan ên li Ewrûpayê geriya; bi wan re sohbet kir û bi sebreke mezin ji wan re qala doza Tevgera Azadiyê kir.
  • 'Azadiya Rêber Apo ne dûr e' 

    Rojên şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêber Apo bi destê gelê Kurd, gelên cîhanê, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û jinan ne dûr in.
  • Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im 

    Li her derê divê helwesta welatparêziya Kurd her tim bi vî rengî be. Cemîl Taşkesen bi helwest û gotina xwe ev yek nîşanî me daye, hîn kiriye. Gotiye, divê her Kurd bibêje 'Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im'.
  • Rêveberiya Erdogan wê bikeve 

    Tayyip Erdogan çi bike jî êdî ji bo wî rêyeke rizgariyê nemaye. Rêveberiya Tayyip Erdogan wê bikeve.Ev teqez e… Nexwe divê mirov xwe sist neke, têkoşîna li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê xurttir û bi bandortir bidomîne.
  • Meclîsa Tirk tezkereya şer dirêj kir: Li paşxanê çi heye? 

    Tirkiye li derî hiqûqa navnetewî û mafê mirovan li Sûriyê û Iraqê dimîne û li dijî mirovahiyê sûc dike. Ev rayeya leşkerî destekê dide ku dewleta Tirk weke 'hêzeke dagirker' bidomîne û bi vê re desthilata Tirk li dijî mirovahiyê Sûcên xwe bidomîne.
  • Bersiva Josep Borrell a li ser mijara kîmyasalê 

    Borrell qîma xwe bi vê jî neanî û got, ji bo PKK û komên din ên ku herêmê bêaram dikin ji herêmê bêne derxistin ew piştgiriyê didin hevkariya hikumeta Iraqê û hikumeta herêmî ya Kurdistanê û destekê didin Peymana Şengalê ya 9'ê Cotmeha 2020'î.
  • Li ber kirinên PDK’ê rabin! 

    Ev çend hefte ne, bi hezaran Rojavayî, nexasim dayîk û jin li ber deriyê ‘sînor’ ê Sêmalkayê PDK’ê protesto dikin.