Amadekariyên ji bo Hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê hatin rawestandin

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku amadekariyên ji bo Hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê bi rengekî demkî hatine rawestandin.

Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê Cûmane Xelayî diyar kir ku piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê komîsyonê amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê bi rengekî demkî rawestandiye.

Cûmane Xelayî ragihand, ku heta giliyê têkildarî hilbijartinê bi encam bibe amadekariyên ji bo hilbijartinê hatina rawestandin.

BARZANÎ XWESTIBÛ

Serokwezîrê hikumeta dembihurî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 6'ê Gulanê li Dadgeha Federal a Iraqê gilî kiribû û xwestibû ku amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentê yên serdema 6'emîn a Herêma Kurdistanê bêne rawestandin.

Dadgeha Federal li ser îtiraza Mesrûr Barzanî yê PDK'yî doh biryar da ku benda 2'emîn a xala 2'emîn a sîstema erêkirin û qeydkirina lîsteyên namzetan bê rawestandin.