Sadir di nimêja Înê de milyonan kes kom kir û peyama "Ez naxwazim komkujiyên hatine kirin dubare bibin û siyasetek wisan were meşandin ku ev komkujî carek din dubare nebin. Eger hun bixwazin hikumetê ava bikin, wê demê girêdayî derxistina dagirkeran bin. Gava yekemîn ya aliyên dixwazin hikumetê ava bikin ew e ku dest bavêjin gendelkaran."
BI MILYONAN KESÎ PEYAM DA
Vekirî gef li gelek aliyên Iraqî û dîsa welatên cîran û destê wan di karûbarên Iraqê de hene xwar. Bi komkirina milyonan kesî hem hêza xwe nîşan da hem jî banga derxistina hêzên dagirker kir. Peyamek heta dawî bêjî girîng e, lê ya girîngiya vê zêdetir bike ka wê Sadir li gorî vê peyamê be an na. Dîsa hêzên din ên Iraqî li ber vê çi helwest hebe.
ŞÊX CENGÎ: DEM HATIYE DAKEVIN KOLANAN, LI SER ÇARENÛSA WELÊT BIRYARÊ BIGIRIN
Her wiha aliyê Kurdî bêdeng ma li ber vê helwestê. Ew ê di rewşeke wiha de ji bo derxistina dagirkeran di kîjan pozisyonê de cih bigre ye ji pirsên em tev merqe dikin e. Heta niha weke aliyê siyasî yê Kurd Hevserokê berê yê YNK ku Bafil Talabanî ew ji nava YNK’ê qewitand piştevaniya xwe ya ji bo vê anî ziman û got: “Ev tevgera li kolanê peyameke zindî ye û amade ye ku beşdarî proseya siyasî bibe. Her wiha li berçavgirtina vê tevgera girseyî ya li herêmê û cîhanê ya proseya siyasî ya li Iraqê dibe dengvedana rastîn a daxwazên kolan û gel be, daxwaza aramî dewletek aram û dîsa dawîanîna gendelî û talana dewlemendiyên welat be. Dema wê hatiye ku dakevin kolanan û amadekariyên xwe yên girseyî bikin, bi vîneke ji pola bikarin hemû berbendan bişkênin û biryara dawî li ser çarenûsa welatê xwe bidin.”
PDK BÊDENG E
Heta niha fermî deng ji PDK’ê ya berî niha li gel Sadir di mijara avakirina hikumeta nû û dîsa girêkora serokkomar de li hev kiribû derneketiye. Ev jî xaleke balkêş e. Çima Kurd bi giştî li ber peyama Sadir bêdeng ma, ne got; erê baş e, ya jî ne baş e.
HEWLDANÊN TENGAVKIRINA ÎRANÊ
Li aliyê din Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Bîden beriya Civîna Ewlekarî û Geşepêdanê ya Ciddeyê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û têkiliyên di navbera Washîngton û Bexdayê de, proseya siyasî ya li Iraqê û rewşa navçeyê guftûgo kirin. Li vir di pêşengtiya Erebistana Siûdî civîna ku hate kirin, diyar dike ku hem Iraqê li ber Îranê rake û dîsa bi peymana îmze kir ku di gelek warên enerjiyê û pêwîstiyên din de Iraqê ji Îranê qut bike ku hewcedarî bi Îranê nemîne. Li vir mijarek din jî gefa Tirkiye ya li ser Iraqê û taybet mijara qûtkirina avê heye û dîsa deriyên sînor ên tên Iraqê heye. Bi vê yekê re Iraq dikare ji Komkara Ereb sûdê bigire û ev karta gefê ya Tirkiye di destê wan de ti wate nemîne û dîsa Tirkiye nikare gelek kartên destê xwe li hember Ewropa û NATO’yê bikar bîne. Bi vê yekê Iraq pêwîstiyên xwe yên enerjiyê ji Kendavê bigire û bi vî rengî DYE û Îsraîl derbeyeke din li Îranê bide. Li vir hem Îran û hem Tirkiye ziyan ber dikeve. Iraq wê ew pereyê enerjî û elektirîkê nede Îranê û ambargoya ser tunditir bibe, li aliyê din jî divê Tirkiye xwe zelal bike. Ji ber ku kartên heyî, êdî bêkêr dibe. Divê ji bo xwe bereyek hilbijêre.
HELWESTA ÎRANÊ TÊ MERAQKIRIN
Di rewşek wiha de helwesta Îranê tê merqkirin wê çi be. Îran wê li ber vê yekê kîjan rêyan hilbijêre û dîsa kîjan peyaman bide. Gelo wê hinek êrîşan li ser navendên Îsraîl yên li Iraq û Herêma Kurdistanê bike an na? Ji ber ku berî niha li Hewlêrê bi kêmanî du car êrîş kir û Îranê ragihandibû ku li endamên îstixbarata Îsraîl MOSAD’ê dane.
ZIYANÊN MEZIN WÊ BIGIHÊJE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Piştî van peyamên Sadir û dîsa Civîna Ewlekarî û Geşepêdanê ya Ciddeyê wê encamên çawa bi xwe re bîne, cihê meraqê ye. Her wiha rola Kurdan a di vê mijarê de wê çi be, ew jî yek ji mijarên din e. Emerîka wê rolek çawa bide Kurdan di vê babetê de. Her wiha wê Kurd piştgirî bide Sadir an jî li gorî rewşa derkeve wê bibe xwedî helwest. Ji ber ku Kurd di gelek mijaran de hê girêdayî Iraqê ye û ji ber krîzê û nakokiyên heyî jî bandoreke mezin a aborî û siyasî li Başûrê Kurdistanê kiriye. Her çi guherîn li Iraqê bibe, yekser bandorê li Başûrê Kurdistanê jî bike. Ji bo vê yekê ye, helwesta Kurdan a di vê mijarê de jî wê bandorker be.
GELO HEWLDANÊN NATO’YA ROJHILATA NAVÎN TÊ KIRIN
Mirov dikare hinek li vir qala hatina Serokê DYE Joe Bîden ya ji bo Siûdî Erebistan jî bike. Balkêşe piştî çûyîna Prensê Ereistana Siûdî Muhemmed Bîn Selman û piştî wê peymana li Madrîd a navbera Tirkiye-Fînlandiya-Swêd a bi pêşengtiya DYE û Ingiltere ji bo xurtkirina NATO û dîsa erêkirina Fînlandiya û Swêd ya ji bo NATO’yê kir ku rewşa li giştî herêmê bê guherîn. Her wiha piştî vê Bîden berê xwe dan Siûdî Erebistanê; gelo ev yek ji bo xurkirina bereya NATO ya li hember bereya Îran-Rûsya û Çînê li Rojhilata Navîn bi gotinek din NATO’ya Rojhilata Navîn ava bike ye. Iraq û Sûriye bi Komkara Ereban ve bide girêdan. Lê li vir mijara din heye ku demokrasî û pêkvejiyana xelkê herêmê bi xweseriya xwe dikeve xeteriyê û her carê bikişîne nava nakokiyên navxweyî. Lê li vir li gorî ser ragihandinê derketî ji Iraqê tenê Serokwezîr Kazimî tevlî civîna Cidde bûye, dîsa li vir qet qala Kurdan nehatiye kirin ku cih di civînê de girtiye an na. Her wiha wisa dixuyê ku ji Sûriye û herêma Kurdan kes tevlî vê nebû. Ev jî yek ji mijarên din ku li ser bê nivîsîn û nirxandin e.
IRAQ WÊ WÊRAN BIBE
Di rewşeke wiha de em dibînin li pêşiya Iraqê aloziyên mezin hene û dibe bibe qada şerên hêzên serdest û hegemon ên ji bo berjewendiyên xwe. Ev jî wê ziyaneke pir mezin di serî de bide xelkê Iraqê û dîsa welatên cîran her wiha Kurd jî wê parek mezin ji vê ziyanê ber bikevin.
KURD WÊ XETEKE ÇAWA ESAS BIGIRIN?
Di vê rewşê de gelo wê Kurd bi taybet Başûrê Kurdistanê rêyeke çawa bişopîne, ev cihê pirsê ye. Wê xeteke sêyem hilbijêre û xaka xwe bikare biparêze, an jî wê bibe parçeyek ji şerê hêzên hegemon ên ji bo berjewendiyên stratejîk ên van hêzan. Ji bo ji vê serketî derbikeve ezmûna Şoreşa Rojava heye, Başûrê Kurdistanê jî dikare sûdê ji vê yekê bigre û xeta sêyem bi hemû pêkhate û hêzên siyasî re bigire dest û xaka xwe biparêze.