Li Kurdistanê 'çekên nukleerî' di şer de têne bikaranîn

Di çarçoveya konsepta şer de ku sala 2015'an li dijî gelê Kurd kete meriyetê, dewleta Tirk kapasîteya xwe ya çekên nukleerî zêde kir. Demên dawî 'çekên nukleerê yên taktîkî' ji bo tunekirina herêmê bi kar tîne.

Korgeneral ê pîlot Erdogan Karakûş ku ji artêşa Tirk teqawît bûye, 23'ê Adara 2022'an di bernameya televîzyonekê de bi van gotinan qala çekên nukleerî yên taktîk ên di destê dewleta Tirk de kiribû: "Çekên nukleerî yên taktîk di dema xwe de di destê hêzên me yên bejahî de jî hebûn. Ji aliyê yekîneyên topavêjan ve tên avêtin. Hûn bi xwe diyar dikin bê çiqasî bila xisarê bike. Xisareke kêm an jî zêde. Yanî ya li Japonyayê hatibû avêtin 20 kîloton bû. Yên di destê me de nîv kîloton e."

Leşkerê Tirk ê teqawît hewl da detayên mijarê eşkere bike, lê balkêş bû ku qenala televîzyonê navber da weşanê. Ev gotin bûn mikurhatineke girîng li ser hebûna çekên nukleerî di destê Tirkiyeyê de. Eşkere bû ku çekên nukleerî yên taktîkê ku leşkerê Tirk ê teqawîtbûyî qalê dikir, di êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê gelekî hatine bikaranîn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan pêr tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û got, dibe ku artêşa Tirk bi çekên nukleerî yên taktîkê êrişî Tepê Sor kiriye ku yek ji qadên berxwedanê yên gerîlayên HPG û YJA Starê ye. Ev agahî jî spart gotinên gerîlayên ji Tepê Sor bi saxî rizgar bûne. Gelo 'çeka nukleerî ya taktîkê' çi ye û di destê dewleta Tirk de kîjan cûreyên wê hene?

BI BANDORA 'BOMBEYÊN ATOMÊ YÊN BIÇÛK'

'Çekên nukleerî yên stratejîk' bi giranî ji bo çekên nukleerî yên bilind an jî ji parzemînekê diavêje parzemîneke din têne pênasekirin. Ji bo yên ku menzîla xwe jê kurttir e jî gotina 'çekên nukleerî yên taktîkê' tê bikaranîn. Bandorê li qadeke ji kîlometreyekê heta 3 kîlometreyan dike. Ev çek ji bo yekîneyên bi mezinahiya tûgayê yên artêşên endamên NATO'yê têne hilberandin û xwedî bandora bombeyeke atomê ya biçûk e. Ji bo van çekan navê 'taktîk' bê bilêvkirin jî pir carî ji bo armancên stratejîk têne bikaranîn.

Endamê Navenda Lêkolînên Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî Nîkolaî Sokov di lêkolîneke xwe de ku ji bo Înîsiyatîfa Gefa Nukleerê amade kir, bi van gotinan bal kişand ser xetereya van çekan: "Çekên nukleerî yên taktîkê ji hin aliyan ve ji çekên stratejîk bêhtir xetere ne. Biçûkbûna wan, bikaranîna wan a bi hêsanî û hebûna van çekên nukleerî yên taktîk li nava cebilxaneyên neteweyî, li ser ewlekariya cîhanî rîskeke mezin e."

LI HERÊMA KU LÊ TÊ BIKARANÎN ZINDÎ HEMÛ DIMIRIN

'Çekên nukleerî yên taktîkê' ku ji bo fuzeyên menzîlkurt, top û mayinên bejahî têne çêkirin, di serî de DYE bi welatên endamên NATO'yê re gelek hene. Çeka herî biçûk a 'çeka nukleerî ya taktîkê' ji ber ku bi qasî bi dehan ton TNT bi bandor e, tê texmînkirin ku artêşa Tirk van çekan ji bo hilweşandina, tunel, şikeft û nuqteyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi kar tîne.

Ev çekên nukleerî yên taktîkê ku li cihê lê tê bikaranîn hemû zindiyan tune dike, bi giranî xwedî hêza teqînê ya ji çend kîlotonî ye. Sermeselê, bombeyên ku DYE'yê avêt Hîroşîma û Nagasakiyê rê li ber teqîna ji 15 heta 20 kîlotonî vekiribû. Pispor dibêjin, di asteke gelekî biçûk de bêne bikaranîn jî bandora radyasyonê ya nukleerê li qadeke berfireh dibe û ev yek bi rengê baranê jî dikare belav bibe.

DEWLETA TIRK JI SALA 2015'AN Û VIR VE KETE NAVA LÊGERÎNA NUKLEERÎ

Dewleta Tirk ji bo şerê ku li Kurdistanê dimeşîne lêgerîna li peydakirina çekên nukleerî salên dawî zêde kir. Dewleta Tirk sala 2011'an bi şîrketa Rûs ROSATAM'ê re peymana reaktora nukleerî ya bi 20 milyar dolarî çêkir. Di sala 2013'an de tevlî projeyeke cuda ya bi hevkariya Japon-Fransayê bû ku buhayê wê 22 milyar dolar bû. Rejîma Erdogan îdîa dike ku bi rêya van peymanan wê bersivê bide pêwîstiya bi enerjiyê. Di raporeke îstîxbarata Elman BND de ku sala 2015'an hate weşandin, hate ragihandin ku Tirkiye bi rêya van herdu projeyan derî li rêya nukleerî ya leşkerî vedike.

Li gorî heman raporê, Tirkiye ji bo dewlemendkirina ûranyûmê navend ava kiriye û dest bi hilberandina cewhera ûranyûma tengavkirî 'Yellowcake' kiriye. Ûranyûm jî di ser Kosova û Bosna-Hersekê bi rêyên neqanûnî peyda kiriye. Tirkiye herî zêde ji Pakistanê nukleerê peyda dike.

Bi taybetî di nûçe-şîroveyên medya Ereb û Hindistanê de tê destnîşankirin ku Erdogan ji bo vê yekê hewl dide têkiliyên bi Pakistanê re xurt bike. Mînak, li gorî malpera nûçeyan a bi navê 'zeenews.india.com' di Kanûna 2020'î de heyetên leşkerî yên Pakistanî û Tirk ji bo firotina nukleerê du rojan hevdîtin kirin. Her wiha bi piştgiriya NATO'yê, balafirên şer ên F-16 ên di destê artêşa Tirk de sala 2015-2018'an hatin nûkirin û ji bo karibin fuzeyên nukleerê hilgirin hatin amadekirin.

ANF | Li Werxelê termobarîk hate bikaranîn (anfkurdi.com)