Di gerdûnê de her tişt di nava guhertin û veguhertinê de ye. Bi guherîn û veguhertinê xwe ji nû ve diafirîne. Lê di cewhera xwe de tiştek nayê guhertin. Jixwe ma ne ya girîng jî cehwer e? Heya ku cewhera tiştekî neguhere, ew her dem nêzî rastiya ku wek rastiya xwe bi nav dike dibe. Belê, em di qonaxeke nû ya şeran de ne, di cewhera xwe de tiştek neguheriye. Ya rast, şerên ku ji dîrokê heta niha diqewimin, her tim bi zêhniyeta zilam ve hatine teşegirtin û bi hişê zilam hatine rêvebirin. Van şeran tenê mêtingerî û koletî ferz kiriye û ji bo kesên ku vê ferzkirinê qebûl nakin û dixwazin li ser bingehên rast bijîn re mirin ferz kirine. Hûn ê di cîhanek wisa de bijîn an jî hûn ê li vê cîhana ku firsendê nade we bibin koleyê aqlê mêran. Bêyî ku hûn hemû koletiyên hezar salan lêpirsîn bikin, ji kîjan kesimê dibî bila bibî, hûn ê bibin kesek ku tenê ji xwediyên xwe re dilsoz be. Ya rast hûn ê ji bo vê pergala ku me wek mirov nabîne bibin her tişt, lê hûn ê nebin tu tişt jî. Ji ber ku pergal xwe bi koletiya mirov û heta tevahî xwezayê diafirîne. Bêyî we ev pergal wê hilweşe, lê hûn ê di pergalek wiha de ti wateya xwe nebînin. Kengî bixwazin tu yê bifikirî, gava ku bixwaze tu yê bixebitî û bimirî. Hemû şerên di vê wateyê de tên meşandin ji bo bêwate kirina watedariya te ye. Dema mirov dadikeve kûrahiya vê sîstemê, dibîne ku çiqasî ketiye nava çiravê. Başe, kîjan mejiyê wê ava kiriye û çima pergalek wiha ji bo her mirovekê ku di nava lêgerîna azadiyê de ye pirsek girîng e. Ev çirava pergala serdest a mêr e. Vê çiravê beriya her tiştî xwe li ser koletiya jinê saz kir. Hemû koletî li ser jina ku derfeta jiyanê jê re nehat dayîn, tenê weke pêveka mêr û heta weke mirovekî nedihat dîtin hat teşegirtin, dewleta ku xwedî mejiyê mêr bû, xwe li ser vê yekê ava kir. Belê, ji ber vê yekê hemû şer ji bo berdewamiya vê koletiya afirandî ye, an jî sîstema kapîtalîzmê wê xwe li ser çi bi form bike, ne wisa! Dîrok tu carî ji niha qut nabe. Di nava berdewamiyeke domdar a ji dîrokê heta niha û heta vê kêliyê tê ye. Formên wê diguherin, lê cewheta wê her tim yek e.
Belê, em niha di qonaxeke nû ya şerê cîhanê yê sêyem de ne ku di cewhera xwe de neguheriye lê bi serdema telekomunîkasyonê re xwe veguhertî ye. Lê belê ev qonax di navbera qonaxên din de, ango şerê cîhanê yê yekem û duyemîn, cûdahiyek girîng heye. Salek beriya sedsala 21. Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî hat girtin. Pirsên çima û ji bo çi yên derbarê vê komployê girîng in. Ji ber ku bi destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn re Rêberê me ji aliyê hêzên kapîtalîst ve dîl hate girtin. Di pêşengiya Rêberê me de geşedanên nû bi taybetî li Kurdistanê lê hemû cîhanê eleqedar dike çêbûn. Ev geşedan di heman demê de berdewamiya cewherekê jî diparêze. Ew cewhera serdema neolîtîkê ya bi hezaran sal berê diparêze. Pêvajoyeke nû ya şer bi cewhera serdema ku koletî tune bû, her tişt wekhev û di bin pêşengiya jinê de bû qewimî. Ev şer bû tola herî mezin a mirovahiyê ya ji koletiya hezar salan. Ji ber ku tolhildan mezin bû, şer jî pir bêrehm çêbû. Lê karakterê şerê cîhanê yê sêyemîn cuda dimîne, ji ber ku şer vê carê şerê du sîsteman e, şerê du îdeolojiyan e. Şerê koletî û azadiyê, lanet û pîroziyê ye. Ji ber vê yekê sedsala 21. bi taybetî ji bo jinan girîngiya xwe diparêze. Rêya diçe şerê cîhanê yê sêyemîn ya piştî şerê cîhanê yê duyemîn hatî û sedemên şerê cîhanê yê sêyemîn îro ji hev ne serbixwe ne.
Mirovahî ji parzemîna Efrîqayê li cîhanê belav bûye. Lê jiyana niştecihî ya ku em weke civakbûn dihesibînin, di rêzeçiyayên Toros-Zagros, ango Hîlala Zêrîn de pêk hatiye. Hîlala Zêrîn li Kurdistanê ye. Kurdistan bû yekemîn dergûşa mirovahiyê û bi vî awayî mirovahî li cîhanê belav bû. Lê hesûdiya mêran rêça dîrokê guhert. Aqilê mêrê fêlbaz û xapînok hemû nirxên jinê desteser kiriye û zayenda jinê ya ku jê re tê gotin afirîner û parêzvana jiyanê anîne rewşekê ya belaya serî, nîvaqil, tenê makîneya zarokanînê û baştirîn amûra têrkirina ajoyên mêran. Di vê nuqteyê de bi jinan re, hemû mirovahî ketiye pêvajoya koletiyê. Hemû nirxên exlaqî yên mirovahiyê hatine serûbinkirin û li şûna wê jiyaneke li gorî kêf û daxwaza mêr, ango jiyaneke ku tu feydeya wê ji mirovahiyê re tune ye, hatiye teşekirin. Serdemên cehaletê, serdemên olî, împaratorî û dewletan ku bi Sumeran re pêşketin li pey hev hatin. Dewleta Rahîb a Sumeran ku bingeha wê bi koletiya jinê hatiye avêtin, îro îdeolojiyên dewletên ku jê re komar tê gotin e. Bi gotineke din, şeklê sêkoşeya Şaman, Rahîb û Xwedê guheriye, lê cewhera wê her tim yek bûye. Ev hemû mîna çarenûsekê ji hemû mirovahiyê re hatiye fêrkirin. Rêbertiya me ji bo fêrbûna vê gotinê vedibêje; “Şikandina fêrbûnan ji şikandina atomê zehmettir e.” Vaye şikandina jiyana koletiyê ya ku fêrî me hatiye kirin pir zehmet e. Ji bo vê dil û ruhek mezin hewce dike. Ji ber ku tenê yên ku bi dil û can azad in dikarin koletiya fêrkirî bişkînin.
Dema em bên salên 1960’î, gel bi meylên nû dest bi lêgerîna azadiyê kir. Ev berdewamiya şerê cîhanê yê duyemîn e. Li her derê cîhanê bi qêrîna azadî û sosyalîzmê çalakî hatin lidarxistin. Li her derê berxwedan hebû, Sovyetên ku pêşengiya vê yekê kiribûn, nekarîn bi pergala çêkirî bibin bersiv. Ji ber ku dîrok bi tevahî nehatiye destgirtin û ji pergala kapîtalîzmê re jî nebûye alternatîf. Rast e, sosyalîzm alternatîvek e, baş e, ma ji bo sosyalîzm bibe alternatîf, ramanek xurt ne lazim e? Lê belê Sovyetê bi nêzîkatiya klasîk û teng nekarî xwe ji hilweşandinê rizgar bike. Sovyetên ku ji bo her kesî bûn hêviyek, nekarîn ji mirovahiyê re bibin bersiv û bû xeleka herî mezin û bihêz a zincîra netew-dewletê. Lê bi berxwedanên geşbûyî re li Kurdistan û Tirkiyeyê jî berxwedanên girîng derketin holê. Destpêkê bi pêşengiya Denîz pêşket, lê nîvco ma. Bi girtina cangoriyên azadiyê re cezayê darvekirinê li wan hat birîn û hatin îdamkirin. Pirsgirêkeke cidî ya rêbertiyê derket holê. Di wê demê de Rêber Apo ku rêberekî mezin ê ku kesî nedikarî pêşbînî bike ye, cihê xwe di van berxwedanan de girt. Di zarokatiya xwe de her tim bi sîstemê re di nava nakokiyê de bû. Ji bo Rêber Apo rastiyên kapîtalîzmê timî çiravên herî mezin bûn û ti carî neket wê çiravê û heta xwe ji bo mirovatiya ku di wê çiravê de dixeniqîn re kir roj. Derketina Rêber Apo berdewama hemû berxwedanên sosyalîst û demokratîk, ango nirxên mirovahiyê ye. Ji ber ku pêşketina PKK’ê li ser hemû nirxên mirovahiyê pêşketiye û bûye mîrateya girîng a hemû berxwedanên nîvco mayî. Ji ber vê yekê jî hemû hêzên kapîtalîst ev pêncî sal in nikarin tevgera azadiyê biqedînin û heta gavekê jî bi paşve avêtin. Enerjiya tevahiya gerdûnê bi rastî û bedewiyê re bû yek û hişt ku roj mezin bibe û tariyê ronî bike.
Reber Apo got; “Dîroka koletiya jinê nehatiye nivîsandin, dîroka azadiyê li benda nivîsandinê ye.” Di dîrokê de ji jin û berxwedana wê re cih nehat dayîn. Hemû dîroka ku hatiye nivîsandin, dîroka ku bi hişê mêr hatiye nivîsandin e. Ji ber vê yekê dîroka me ya koletiyê nehat nivîsandin, lê belê pêvajoya me ya azadiyê ya ku di pêşengiya Rêber Apo de pêş ket tê nivîsandin, ew jî bi rengekî ku di dîrokê de mîna vê nehatibe dîtin tê nivîsandin. Bi derketina PKK’ê re jin jî di nava Tevgera Azadiyê de cih girtin. Rêhevala me Şehîd SARA di serdema îdeolojîk de gavên yekem di dîroka azadiya jinê de avêt. Li zindana Amedê li berxwe da û bû qêrîna azadiyê ya hemû jinan. Pêngav û berxwedana Hevala Sara yekemîn pêngav û berxwedana hemû jinan bû. Li zindana Amedê kêliyekê jî serî li ber dijmin netewand, dijmin di dilê dijmin de dîl girt. Rêhevala Sara bû rêhevala rasteqîn a Rêber Apo û di vê rêyê de di her pêngavê de ji bo hemû jinan dîrok nivîsand. Li her derê ku diketê, bi sorbûna porê xwe re koletî dişewitand, dîsa bi zelaliya avê ruh dida her tiştî. Di rêhevala Sara de gerdûnê xwe gihand wateyeke nû.
Rêber Apo di zarokatiya xwe de hewl dida jinê bi dayîk, xwişka xwe ya mezin û Elîfê, yanî hevala xwe pênase bike û hewl da nasnameya jinê fêhm bike. Wî dizanibû ku ew bedewiya mezin a di jinê de ku ji hêla derdorên wî ve nedihat dîtin, dibîne. Wekhevkirina jinê bi torbeyek genim ji bo Rêber Apo mijarekî ku ti carî nayê qebûlkirin bû. Ji ber ku jin jiyan bû, jin afirîner bû û ne ewqasê erzan bû. Rêbertiya me fêm kir ku destpêka rêya azadiyê li vir wê bi jinê destpê bike. Bi rexmê bertekên her kesî jî, di pêşengiya PKK'ê de cih da jinê. Ger ku jiyanek bihata afirandin, diviyabû bi yê ku afirand û mezin kirî re bê afirandin. Ew jî jin bû. Yekemîn rêhevaltiya jin a bi Rêber Apo re bi rêheval Şehîd Sara destpê kir. Di rêya artêşbûnê de bi hezaran hevrêyên me yên hêja ji bo azadiya jinê xwe feda kirin. Kevirên vê rêyê ewqas bi hêsanî nehatin danîn, koletiyeke fêrkirî hebû, şikandina wê û ji nû ve vejandina wê karekî herî dijwar bû. Rêhevala Bêrîtan ku teslîm nebû û bi berxwedaniyê xwe feda nekir, ji aliyê Kurdên hevkar û xayîn ve bi heyranî hat pêşwazîkirin. Ji ber ku jina ku li pêşberî wan sekinîbû ne jina ku ji aliyê mêr ve hatibû afirandin, jinek ê bi navê Gulnaz Karataş, rêheval Bêrîtan hebû ku li derveyî hemû fêrbûnan bi tena serê xwe ji cîhanê re meydan xwendî hebû. Tevî hemû bangên teslîmbûnê jî xwe ji zinaran davêje û navê Rêber Apo yê ku dixwest bibe rêhevalê wî qîr kir. Wê rojê her tişt li rabû semayê. Ji ber ku berxwedana ku bi rêheval Şehîd Sara destpê kir û bi fedekariya bi hezaran jin gihîşt asta herî jor, bi qîrîna azadiyê ya Bêrîtan kete qonaxeke nû. Jin êdî ketine pêvajoya leşkerî ya ku tenê ya wan e. Belê, îro YJA-Star bi berxwedana bi hezaran jinan û bi keda mezin a Rêberê me ava bû.
Hasan Sabah di dîrokê de fedaiyên xwe hene. Kesê ku kela Alamutê nizanibe tune. Têkildarê fedaiyên Alamutê gelek tişt tê gotin. Lê belê di nava van fedaiyan de jin tune. Mêran her tim cihê xwe girtine. Fedakariya jinê, berxwedana jinê, xwebûn, yanî di dîrokê de fedakariya ayîdê jinê bi xwe nîne. Li Filistînê jinek piştî çalakiya fedayî pêk anî, şehîd nehate ragihandin. Ji ber ku bi çavekê heram li jinê dihate temaşekirin lewre ji nedikarîbû bibe şehîd. Piştî demeke dirêj navê şehîd daye jina ku bûye fedaî. Di dîrokê de meşa azadiya jinê bi PKK’ê re ruh girt. Dema em tên sala 1996’an, di 30’ê Hezîranê de li Dêrsimê Zîlana Fedaî xwe di nava dijmin de bi asta pora xwe jî teqand. Di dem û cihekî ku tu kesî texmîn nedikir teqîneke mezin çêbû.
Di 6’ê Gulana 1996’an de hewldanek ji bo sûîqesdkirina Rêberê me pêk hat. Ew roj heman roj bû ku Denîz hatin înfazkirin. Ew roj taybet hat hilbijartin. Di wê rojê de vala derketina planê û tevkariya Rêbertiya me mirovahî ji felaketeke mezin rizgar bû. Li dijî rêbertiya me rasterast êrîş pêk hat. Ji ber vê yekê pêwîst bû bersiveke mezin ji vê re bê dayîn. Hevala Zîlan ji bo mirovahiyê ket ser vê rê. Wê Rêber Apo nas kir û fêm kir ku Rêbertî roja mirovahiyê ye. Diviyabû ew destên ku digihêjin rojê bişewita... Rêheval Zîlan weke jinekê dixwest bersiva herî baş bide. Gelek caran ji partiyê re pêşniyar kir, lê hestên me yên rêhevaltiyê destûr neda û ev pêşniyar nehat qebûlkirin. Di encama israra zêde ya rêheval Zîlan de berpirsiyariya herî mezin girt ser milê xwe. Bersivbûyîna ji bo bi hezaran şehîdên dîroka azadiya jinê, bûyîna tîrêjek ji Rêberê me ango Roja me. Dema ku amadekariyên çalakiyê destpê kirin Hevala Zîlan li pêş bû. Mîna Xwedawenda Dayikê ya ku ne mirinê, jiyanê ji nû ve diafirîne, ji her dar û rêya ku têre derbas dibû pêşniyarên xwe pêşkêşî rêhevalên xwe dikir. Wê bigota, “Em li vir noqteyekê çêbikin, em li vir wisa bikin.” Her tim dizanibû ku ew ê di dilê hevalan de bijî. Ji ber vê yekê dizanibû ku ew ê her tim bi kenê xwe yê ku mirinê bê wate dike û jiyanê bi her tiştî re watedar dike hebe. Heta roja dawî di her detayên jiyanê de cihê xwe girt. Çawa ku dem bê rawestandin diherikî, Hevala Zîlan jî bi evîna xwe herikî nava jiyana me. Dema ku çû çalakiyê, rewşên berovajî dest derketin pêşiya wê. Lê rêheval Zîlan ne jinek bû ku bi hêsanî dest jê berde. Di 30’ê Hezîranê de dengê teqîna bombeya li Qada Cumhuriyetê ya Dêrsimê nehat; Ew qîrîna azadiya jineke 12 hezar salî bû, ew hewara wan kesên ku ew qasê ji jiyanê hesdikirin ku amade bûn ji bo wê bimirin bû. Qîrîna azadiyê ya Kurdan û qîrîna rizgariyê ya mirovatiyê bû… Erê, ew bombe kenê wan ên ku ji dinyayê re meydan dixwînin bû. Rastiya Xwedawenda Fedaî Zîlan dîrok ji nû ve nivîsand. Dîrok vê carê bi wêrekî, bedewî û ya herî girîng jî bi hişê jinê hate nivîsandin. Nameyên rêheval Zîlan hene. Di nameya we de ji Rêbertî re dibêje; ‘Xwezî tiştekî ji canê min bi qîmettir hebûya ku ez bidim we’. Hevala Zîlan ji Rêbertiya me re bû rêhevalek a ku herî baş Rêbertî fêm kir û wateya hilhatina rojê ya ji bo mirovahiyê têgihîşt. Bi rêheval Zîlan re fedekariya jinê gihîşt lûtkeyê. Xwedawenda Zîlan xetere dît û bersiva herî mezin da Rêbertiya me. Meha borî meha şehîdan bû. Di vê nivîsê de ezê nekaribim rêheval Sema bibîr neyînim û derbas bibim… Rêheval Sema ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê pira agir çêkir. Rêheval Sema yek ji xwedawendên ku li ser rêya rêheval Zîlan dimeşiya bû. Bi qîrîna “Li ezman du roj nikarin hebin, Her kes rojekê xwe heye, çavkaniyeke xwe yê moralê ye” bal kişande ser komploya li dijî Rêberê me û beriya komplo pêk bê bû dengê berxwedanê.”
Îro jî ev berxwedan ligel bi hezaran jinan didome. Viyan Soran, Doga Jiyan, Nalîn Mûş, Şevîn Garzan, Delal Amed, Leyla Van û bi hezaran navên din hene ku em dikarin bijmêrin. Dibe ku nav biguherin, lê cewher her gav ji heman armancê re xizmet dike. Di pêşengiya jinan de îro şerên mezin tên meşandin. Li hemû cîhanê jin şiyar bûne û jinên Kurd pêşengiya vê dikin. Em niha di qonaxên herî krîtîk ên şerê cîhanê yê sêyemîn de dijîn. Şerê cîhanê yê sêyemîn her tim navenda xwe li Kurdistanê diparêze.
Di demên krîzê de her tim şer diqewime, bi mîlyonan mirov dimirin. Ji ber vê yekê şerê Rûsya û Ûkraynayê herî baş vê yekê îfade kir. Şer hê jî didome, lê ev yek dibe ku qeyrana pergalê hinekî sivik bike. Ji ber ku ev sîstem sîstemeke krîzê ye. Bi afirandina krîzekê, krîzek din jî çareser dibe. Jixwe bi sivikbûna şerê Ûkrayna-Rûsyayê re Tirkiye bi piştgiriya NATO’yê li herêma Zapê operasyonek pêk anîbû. Bi rastî jî şerê Ûkrayna-Rûsyayê ji hemû cîhanê re eşkere kiriye ku dewletek nikare zêde li hemberî teknolojiyê li ber xwe bide. Lê şerê li Zapê nîşanî hemû cîhanê da ku teknîka herî mezin mirov e. Ji ber ku NATO ya ku ji sala 1987’an û vir ve tenê bi teknîkê şer dike, li pêşberî rastiya me dest û pêyê wê hat girêdan, lê dikare di nava mehek-du mehan de dewletekê hilweşîne, lê PKK roj bi roj bihêztir û bihêztir bûye. Ya din jî ew e ku ji sala 2015’an û vir ve di şerê di navbera me û Tirkan de her cure teknîk tê bikaranîn û eger teknîk têrê neke jî madeyên kîmyewî bikar anîne. Bi piştgiriya NATO’yê bi hezaran caran madeyên kîmyewî hatin bikaranîn. Ji bo dewletekê kîmyewî bikar neanîn. Bi hezaran kes di nava artêşeke dewletê de şer kirin, lê di berxwedana PKK'ê de tîmên ji 5 kesan pêk dihat li ber xwe da. Ji ber vê yekê di şer de kî serdest e? PKK’ê bi rastiya Rêbertî û Şehîdan re îradeyeke ku di dîrokê de bêhempa ye derxist holê û nîşanî hemû cîhanê da. Di vê berxwedanê de weke hêza YJA Star'ê ew jinên milîtan in ku li dijî zîhniyeta zilam têkoşiyan, bi berxwedana Zîlanî, helwesta fedaî ya Zîlanî ji Kurojahro heta Şkefta Brîndara, ji Werxelê heta Avaşînê, berxwedana bi heybet a jinê di rûpelên dîrokê de nivîsandin û têkoşîna jiyana rast û azad a rêhevalên jin û mêr ên ku ruhê PKK’ê di lûtkeyê de jiyan kirin e.
Her hevreyên me yên şehîd bû kevirê bingehîn ê rêya azadiyê. Bi hilgirtina berpirsyariya dîrokî li ser milê xwe bûn yek ji bersivên herî baş. Îro li Zapê bi hezaran rêheval li ser şopa van hevalan dimeşin. Weke ku me li jor jî anî ziman, ev şere ya di pêşengiya Rêber Apo de şerê hesabxwestina jina azad a ji pergala serdest a mêr e. Çawa ku di dîrokê de Kurdistan bû dergûşa mirovahiyê, îro jî li Çiyayê Zagros-Torosê bi heman rolê li ber xwe dide. Berxwedan bi şeklê xwe yê herî bi rûmet berdewam dike û wê her tim bidome…
*Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî bi wesîleya salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) ji ANF'ê re nivîsî.