'Zîlan manîfesto ye, rêbera jiyana azad e'

Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan got, "Gelekî ku xwedî van pêşeng û şehîdên mezin be, teqez wê bi ser bikeve. Wexta wê ye ku her kes xwedî li nirxên xwe û hebûna xwe derkeve; di vê demê de bêrefleks mayîn mirine."

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Peyman Viyan bi minasebeta salvegera 26. a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan), her wiha salvegera 16. a şehadeta gerîla û pêşengê Yekîneyên Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) Letîfe Selamet (Zîlan Pepûle) gotarek ji ANF’ê re nivîsand. Viyan di gotara xwe de balê dikişîne ser vîn û têkoşeriya jina Kurd ya di şexsê Zîlanan de gihîştiye lûtkeyê û vê bangê li gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd û mirovên azadîxwaz dike; “Wexta wê ye ku her kes xwedî li nirxên xwe û hebûna xwe derkeve; di vê demê de bêrefleks mayîn mirine. Her kesê ku di nava vê çeperê berxwedaniyê de xwedî ji erka xwe ya walatparêzî û mirovahiyê dernekeve, wê dîrok wê/î efû neke. Ji bo her Kurd û her azdîxwazekê Dem, dema Zîlanbûyînê ye; Zîlanbûyîn fedakirina dil, mejî û bedena xwe ji bo azadî û heqîqetê û misogerkirina serketinê ye.”

Berfirehiya gotarê wiha ye:

“Meha Hezîranê di dîroka tevgera azadiyê da meha fedayîbûyîn û serkeftinê ye. Di sedsala 21. de şervanên azadiyê bi rihê meha Hezîranê li qontara Zagors û Torosan darbeyên herî mezin li dijmin dixin. Di çiyayên azad de dîroka fedayîbûnê dinvîsînin. Dîrok weke zincîrekî ji hevdu ne qut diherke, berxwedêrên ku tovên xwe di binarên çiyayê Zagrosan de çandibûn îro di şexsê gerîlayên azadiyê de carekî din ew tov zîl didin, bi rihê fedayî re şîn dibin û vedigerin cewherê xwe. Xiyanetkar û xwefiroşên ku xeta Enkîdo jî temsîl dikin, îro li ser axa pîroz ji dijmin re hevkarî dikin û navê xwe bi qirêjî di dîrokê de dihêlin.

'DEMA JIN Û ŞERVANÊN AZADIYÊ YE'

Dîrok carek din dubare dibe, lê encam her tim dubare nabin. Vêcarê ji ber ku êrîşkar nabînin ku ev serdem serdema azadiyê û dema jin û şervanên azadiyê ye û wê winda bikin; ev aşkere ye. Berxwedan û têkoşîna endamên resen yên vê axê ku damezrînerên azadî, wekhevî, komûnalîte û jiyana sosyalîst in, şêwe didin dîrokê. Dîrok êdî ne bi destê ewladên xwe yên xayîn, bi destê lehengên xwe yên ku lêgerînvanên heqîqetê ne tê nivîsandin. Şervanên azadiyê îspat dikin ku kesên ku ji dil ve li berxwe didin û mafdarin, bi destê xwe dîrokê diafirînin. Lewma wê hêzên azadiyê yên ku 50 sal in li dijî Gilgamêş ango kralên zilamsalar ên vê serdemê û Enkîdoyê xayîn-hevkar têdikoşin qezenc bikin. Êdî dem hatiye ku axa Mezepotamya ku dergûşî ji mirovatiyê re kiriye, wê dawî li hevkar û xayînên li ser vê axê bîne; Zagros xwedî ewladên ku îro di lûtekeya herî jor de bi rihekî fedayî ku ziman nikare wê vebêje li berxwe didin. Ev ewladên berxwedêr ji bo jiyanekî azad, wekhev, adil û komûnal bê afirandin têkoşînê bilind dikin. Şervanên ku îro dijminê xwînxwar tar û mar dikin fedaiyên xeta Zîlan in, xwe bi eşq û baweriya Zîlan ya azadiyê re strane, xwe bi îdiaya serketinê ya Zîlan re kilît kirine. Ji bo wê dibêjin çi dibe bila bibe divê rastiya jiyana ku wê di pêşengiya Rêber Apo de bê afirandin û wê navenda wê jin be bi ser bikeve.

ZÎLANBÛYÎN, BÛYÎNA RUHÊ DEMÊ YÊ SERKETINÊ YE

Zîlanbûyîn di jiyana azad de bi îdia bûyîn e, Zîlanbûyîn, bûyîna rihê demê yê serketinê ye. Dijminê xwînxwar bila li wê bitirse ku rihê Zîlan îro di nav dil û mejiyê bi hezaran şervanên azadiyê de zindî ye, weke volkan dikele û wê di nav dilê wan de biteqe. Dîroka Kurdistanê ji berxwedanî û rihê fedayî tije ye, lê mixabin ev berxwedanî bi demê re bi destê hevkarên dijmin hatiye fetisandin. Lê ev car şervanên azadiyê li berxwe didin, xwe feda dikin û bi îdiaya ku çi dibe bila bibe wê serketin misoger bibe û kokên xiyanetê li ser vê axa pîroz zuwa bibe, derketine ser dika dîrokê. Dewleta faşîst a Tirk ku duyemîn hêza NATO’yê ye, bi hemû derfetên xwe, bi teknîka herî pêşketî li dijî gerîlayên azadiyê şer dike. Hedef tunekirina hebûna gelê Kurd e, lê her roj li hemberî berxwedaniya gerîla bindikeve, moralê wan xirab dibe û tar û mar dibin.

GERÎLA XWE DI KÊLIYÊ DE AVA DIKIN Û DIBIN ŞERVANÊ AZADÎ Û SERKETINÊ

Gerîlayên HPG û YJA-Star’ê bi tarz û taktîkên xwe, bi îradeya polayîn îspat kirin ku teknîka herî bi hêz mirov bi xwe ye. Ev îradeya ji fikir û felsefeya azadîxwaziyê tê û îro li dijî dijminê dagirker radweste, ji zanista dîrokê, bawerî û eşqa serketinê tê. Gerîla mirovên azwer, bi cesaret, fedakar, xwedî îradeya azad, bi hêza xwe û gelê xwe bawer û mirovên herî xweşikin ku xwe di kêliyê de ava dikin û dibin şervanê azadî û serketinê.

Rastiya meha Hezîranê ji bo me ev felsefeye afirand. Her fedaiyekî Rêber Apo rêberê jiyana azad e, xeta jiyana bi tarzê Zîlan ya çalakiya azadiyê ye. Hevala Zîlan di sala 1995’an de ji Dêrsimê, warê çanda berxwedanê ya Besê û Zerîfeyan tevlî refên gerîla dibe. Di sala 1996’an de li dijî hewildana komplo û sûîkastê ya li dijî Rêber Apo 30 Hezîranê li Dêrsimê dibe fedaî û ji demê re dibe bersiv, dibe dîrok û li dîjî hişmendiya dagirker û zilamsalar dibe xeta tolhildanê. Di nameya xwe de dibêje, “Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaza azadiya gelê xwe. Dixwazim li dijî polîtîkayên emperyalîzm a jinê kole dike, bombe di xwe de biteqînim û meziniya hêrs û kîna xwe nîşan bidim… Dixwazim bibim sembola vejînê ya jina Kurdistanê.” Bi rastî jî bi çalekiya xwe ya watedar dibe sembola vejînê ya jina Kurdistanê. Jinên Kurd ên şoreşger di xeta Zîlan de bûn xwedî hêz, bûn xwedî zanista dîrokî û bi vê zanistê ji hêzên modernîteya kapîtalîst ku jinê û jiyanê kole dike tolê radikin û ji jiyana nû, azad û sosyalîst re pêşengî dikin. Zîlanê bi hezaran Zîlan afirand û her Zîlanek bu tirs û xofekî mezin ji bo dagirkerên Kurdistanê. Di her kêliyê de bûn bombe û di dilê dijmin de teqiyan.

ZÎLAN PEPÛLE FÊR BIBÛ KU WEKE PEPÛLEYAN LI PEY JIYANA AZAD BIFIRE

Yek ji van zîlanan, Letîfe Selamet (Zîlan Pepûle) ye ku sala 1999’an ji bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê beşdarî refên gerîla bû. Zîlan bi têkoşîna xwe bû sembola azadiyê, bû vejîneke nû ji bo jinên Rojhilat û Îranê. Zîlan Pepûle li dijî hişmendiya dagirker, baviksalar û jinkuj a rejîma Îranê rêya azadiyê hilbijart û bû şopînerekî herî rast a Zeynep Kinacî. Çanda jina berxwedêr ku ji Dêrsimê bi Zîlan re zindî bû, sînorên hişmendiya mêrsalar şikand û kokên xwe heta bi Ûrmiye belav kir, têkoşerên weke Pepûleyan afirand û bû Zîlana Rojhilat. Sekna bi wêrek a jinên Kurd li Rêzeçiyayên Zagrosan veşartiye, dengê qêrînên jinên ku li Kela Dimdimê li dijî dujminê hov û xeta xiyanetê li berxwe didan, di bilindahî û xweşikiya Zagrosan de veşartî ye. Zîlan Pepûle jî keça serhildêr a ku li ser axa Kela Dimdimê mezin bibû, her roj li ber cîrokên jinên ku bi keziyên xwe, xwe xeniqandin, xwe di bilindahiya Kelayê de avêtin xwarê û tu carî teslîmiyet qebûl nekirinî mezin bû. Ji bo wê Zîlan Pepûle ji Zîlanan fêr bibû ku çawa tola wan jinan bigire û bi eşqekî mezin weke pepûleyan (perperîkan) li pey jiyana azad bifire.

ARTÊŞA PARASTINA JINAN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HATE DAMEZRANDIN

Zîlan Pepûle di 30’ê Hezîrana 2006’an de dema diçe nav gel ku rastiya çalakiya heval Zîlan (Zeynep Kinacî) bi gel û jinan re parve bike, di encama kemînekî yê hêzên rejîma dîktator a Îranê de tê şehîd xistin. Lê ziravê dijminê dagirker ji navê Zîlanan, ji cenazeya Zîlanan diqete. Ji bo wê bi şêwazekî hovane cenazeyê heval Zîlan bi wesayîtê ve girêdidin û bi saetan di nava bajarê Merîwan de digerînin;  bi vî şêwazî xwestin vê peyamê bidin gel û jinên Kurd, ‘eger kesek bi vî şêwazî têkoşîn bike wê dawiya wê wisa be’, xwestin tirs û xofekê mezin çêbikin. lê ev rejîma ewqas paşketî nizanîbû ku gelê me êdî ev sinor şikandine, bi Zîlanên xwe serbilinde, hêz û morala têkoşînkirinê digrin. Şêwazê şehadeta Zîlan da diyarkirin ku dijmin çiqasê ji Zîlana me ditirse, ji bo wê kîn û hêrsa gelê me li Rojhilat li dijî dijmin sed qatî zêdetir bû. Bi sedan keç navê xwe kirin Zîlan û tevlî Tevgera Azdiyê bûn û bersiva herî hêja dan dijmin. Li ser keda Zîlanan Artêşa Parastina Jinan li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin, Zîlan Pepûle bû yekemîn Şehîda Yekîneyên Jinên Rojhilatê Kurdistanê YJRK’ê. Êdî jinên Rojhilat xwedî hêzin, di xeta Zîlanan de li çiyayan û li meydana xwe perwerde û zana dikin, hemû qadên jiyanê  vedgerînin qadên berxwedan û tekoşînê.

DEM, DEMA ZÎLANBÛYÎNÊ YE

Gelekî ku xwedî van pêşeng û şehîdên mezin be, teqez mehkûmî serketinê ye. Wexta wê ye ku her kes xwedî li nirxên xwe û hebûna xwe derkeve; di vê demê de bêrefleks mayîn mirine. Her kesê ku di nava vê çeperê berxwedaniyê de xwedî ji erka xwe ya walatparêzî û mirovahiyê dernekeve, wê dîrok wê/î efû neke. Ji bo her Kurd û her azdîxwazekê Dem, dema Zîlanbûyînê ye; Zîlanbûyîn fedakirina dil, mejî û bedena xwe ji bo azadî û heqîqetê û misogerkirina serketinê ye.