Gel û gerîlayên ku bûne fedaî wê têk neçin

Zap, Avaşîn û Metîna di serî de li hemû Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya nijadperest, şovenîst, Tûranperest, li ser fikra Sêva Sor, dijminê Kurdan, qirker û dagirker, li ser xeta serfiraziyê ev ruh û bîra fedaî li ber xwe dide.

Gelê Kurd 30’ê Pûşperê Roja Fedaîtiyê û Meha Fedaîtiyê ya Pûşperê dijî. 30’ê Pûşperê roja çalakiya Fedaîya Azadiyê ya Mezin Zeynep Kinaci (Zîlan) e û dibe salvegera bîst û şeşemîn a şehadeta wê. 26 sal in gerîlayên Kurd û gelê wê li ser Xeta Fedaî ya Zîlanê dijî û şer dikin. Îro jî Zap, Avaşîn û Metîna di serî de, li her çar parçeyê Kurdistanê û li derveyî welat têkoşîna azadiyê ya di bin fermandariya Zîlanê de bi fedaî didome. Jiyan û têkoşîna li ser xeta fedaî dike ku gelê Kurd û gerîlayên azadiyê têk neçin û hemû destkeftiyên şoreşger biafirîne.

Xeta fedaî ya Zîlanê tê wateya bîr û baweriyeke di asta herî bilind de. Tê wateya girêdana bi xeta Apoyî, Kurdistana zad, têkoşîna azadiyê ya jinan û girêdana ji bo jiyana azad.  Cesaret û fedakariya di asta herî bilind a ku mirovayetî jê re bûye şahid ev e. Di heman demê de tê wateya ku serkeftinê ji xwe re dike armanc û serfiraziya teqez. Tê zanîn ku di 30’ê Pûşpera 1996’an de li qada Dêrsimê Zîlana Fedaî beşeke mezin a leşkerên Tirk tasfiye kiriye. Wekî tiştên ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê tên jiyîn.

Xwedawenda azadiyê Zîlan di 30’ê Pûşpera 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar xist û li hemberî êrîşa îmhaker a ku di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, dibe bersiveke dîrokî ya gerîlayên Kurd û jinan. Tê wateya parastin û xwedîlêderketina Rêber Apo yê ku îradeya hebûn û azadiyê ya Kurdan temsîl dike. Nexwe pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku li hemberî pergala êşkence, tecrîd û qirkirina li Îmraliyê û ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser vê xetê tê kirin.

Gelekî zelal e ku fedaîbûn di haveynê Avabûna Rêbertîya Apoyî û rêxistinkirina PKK’ê de heye. Dema ku Rêber Apo peywira dîrokî û berpirsyariyê werdigire, ev tişt ji bo danjiyîna bîranîna Mahîr, Denîz û Îbrahîman e û tê wateya serkeftina armancên wan. PKK jî tê wateya rêxistinkirina bîranîna şoreşgerê mezin Hakî Karer û çalakbûnê. Li hemberî darbeya faşîst û leşkerî ya di 12’ê Adara 1971’an de dema ku şoreşgerên li ser xeta şehadetê li ber xwe dan, vê berxwedanê bandor li Rêber Abdullah Ocalan kir û bû sedema Avabûan Rêbertiya Apoyî. Bandora Hakî Karer ê ku yekemîn Apoyî ye li ser Apoyiyan çêbûye jî PKK’ya ku dibe fedaî ava dike.

Dema li Kurdistanê xeta fedaî ya PKK’ê bi pêş dikeve, divê em ji bîr nekin ku Berxwedana Mezin a Zindanê ya di sala 1982’an de neyê jibîrkirin. Berxwedana Mezin a Zindanê ya ku di Newroza 1982’an de bi berxwedana Mazlûm Dogan dest pê kir û di salvegera pêncemîn a Hakî Karer de bi berxwedana Çar Şoreşgerên ku Ferhat Kûrtay pêşengiya wê kiribû û bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê gihişt serkeftinê, tarz û xeta fedaî ya Şoreşa Azdaiya Kurdistanê ya bi ser dikeve, derdixe holê. Li ser vî esasî şerê gerîla yê di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi fermandariya Mahsûm Korkmaz dest pê kir jî, ji destpêkê ve vê xeta fedaî ji xwe re dike esas û teqez dike. Xwedawend Zîlan tarza xweser a vî tiştî derdixe holê.

Bêguman hemû berxwedana li hemberî komploya navneteweyî ya 24 salan li ser vê xeta fedaî ye. Fedaîtiya bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xeleqeke ji agir, 24 sal in nehiştiya komploya navneteweyî bi ser bikeve û têkneçûna xwe jî gelek caran daniye holê. Wekî Berxwedana Mezin a Zindanan a di sala 1982’an de gelek serfirazî afirandiye û nîşanî hemû kesan daye ku nêzî serfiraziya teqez in. Di pêncî salan de gelek hikumet xistiye, gelek caran artêşa TC’yê têk biriye, di asta global de bûye hêviya rizgariyê ya bindestan û xwe kiriye Rêbertiya Sedsala 21’emîn û Tevgera wê.

Zap, Avaşîn û Metîna di serî de li hemû Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya nijadperest, şovenîst, Tûranperest, li ser fikra Sêva Sor, dijminê Kurdan, qirker û dagirker li ser xeta serfiraziyê ev ruh û bîra fedaî li ber xwe dide. Zîlanên û û şervanên di bin fermandariya Zîlanê de vê berxwedana dîrokî dimeşînin. Li Zap, Metîna û Avaşînê ruhê Mazlûm Dogan, cesaret û fedakariya Çar Şoreşgeran, bîr û îradeya 14’ê Tîrmehê heye. Rastiya ku li Werxelê, li Şehîd Şahîn, Şikefta Birîndara, Çiyayê Reş, Kurojahro, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hekkarî tê jiyîn ev e. Ev berxwedan li hemberî duyemîn artêşa mezin a NATO’yê û li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, taktîk û nukleer e.

Em li ser berxwedana çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li qada berxwedanê ya Şehîd Şahîn bisekinin. Komek gerîlayên azadiyê 48 rojan li hemberî duyemîn artêşa mezin a NATO’yê li van çeperan bi qehremanî li ber xwe didin. Artêşa faşîst û qirker, her roj bi balefir, helîkopter, balefirên keşfê, tank û obusan bombe dike, her roj bi tonan bombeyan dibarîne, dema ku ev têr nake jî bi awayekî berbelav çekên kîmyewî, taktîk û nukleer bi kar tîne lê dîsa jî nikare komek gerîlayan teslîm bistîne û nikare wan îmha jî bike. Berevajî wê gerîlayên di çeperan de, di her firsendê de bi çalakiyên sûîkast û sabotajê derbê li artêşa faşîst dixe, dema ku firsendê dibîne ji çeperê derdikeve, çalakiyeke êrîşê li dar dixe, bi dehan çeteyên faşîst ceza dike. Di vê pêvajoyê de dema ku hêza artêşa faşîst hewl dide têkeve çeperan jî di tunelan de şerekî giran dike û êrîşên dagirkeran dişkîne.

Artêşa Tirk a faşîst ku ji NATO û PDK’ê her cure piştgiriyê distîne, pêncî roj in her cure sûcê şer dike lê dîsa jî nikare çepereke gerîlayan bi dest bixe. Li hemberî tarz û taktîkên bi bandor û afirîner ên gerîlayên fedakar, nikare encamekê bistîne. Hêza xurt a fedaîbûnê û têkçûna dagirkeriyê dîsa bi awayekî zelal derdikeve holê.

Koma gerîla ya ku rola xwe ya berxwedanê pêk anî û derfetên wan ên berxwedanê qediya, di çepera xwe de tîma fedaî ya gerîla di çeperê de dihêle û diçe. Tîma gerîlayên fedaî Bager Gever, Avzem Çiya, Arîn Kobanê û Şerzan Hingirvan ên di çeperê de di 2’ê Hezîranê de du saetan di çeperê de li hemberî hêza artêşa dagirker şer dike, bi dehan dagirkeran dikujin û birîndar dikin, piştre jî xwe di nav leşkerên dagirker de diteqînin. Bi vî awayî derba mirinê ya dawîn li dagirkeran dixin. Çeperên şer ên Şehîd Berxwedan bi rastî jî dibe keleha berxwedanê.

Mirov bala xwe bidiyê tîma fedaî ya ji çar kesan pêk tê, ji mehekê zêdetir li hemberî çeteyên faşîst ên ku pesnê xwe didin ku duyemîn artêşa mezin a NATO’yê ne, bi qehremanî li ber xwe didin. Artêşa dagirker çi dike jî nikare tîma fedaî ya gerîla ya ji çar kesan pêk tê têk bibe. Li Zap, Avaşîn û Metînayê şerekî wisa tê kirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî artêşa dagirker a faşîst û qirker, bi cesaret, fedakarî, wêrekî û qehremaniyeke wisa li ber xwe didin. Axa Kurdistanê bi vî awayî li hemberî dagirkerî, qirkirin û îxanetê tê parastin. Gerîla û gelê ku li ser xeta fedaî ya Zîlanê, êdî têk naçin. Wekî Çar Şoreşgerên ku li zindana Amedê îradeya dijmin şikandin, tîmeke fedaî ya ji çar kesan pêk tê jî li Zapê îradeya dijmin dişkîne.

Li ser vî esasî di salvegera bîst û şeşemîn a şehadeta wê de, di şexsê fedaiya mezin Zeynep Kinaci de, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînim.  Di şexsê qehremanên fedaî yên çepera şer a Şehîd Berxwedan de, heval Bager Gever, Avzem Çiya, Arîn Kobanê û Şerzan Hingirvan de hemû şehîdên qehreman ên berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Li ser vî esasî em diyar dikin ku wê gerîla û gelê ku bûye fedaî wê teqez bi ser bikeve. Em bang li hemû kesan dikin ku berxwedan û rastiya fedaî ya ku wê geş dike, rast fêm bikin û her dem li ser vê xetê bijîn û têbikoşin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA