Di demeke hesas de sê kongreyên girîng

Di her sê kongreyan de rêbaza demokrasî, azadiya jinê û jîngehparêzî hate nîşandan û di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji xalên wan ên bingehîn bû.

Her çiqas dagirker û dewletên cîhanê li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi komplo û bazariyên xwe re mijûl bin jî, helbet gelê Kurd ku biryara jiyana azad li ser av û axa xwe daye, ji ber vê jî hewl û têkoşîna xwe didomîne. 

Dewleta Tirk a dagirker, çete û hevkarên wê ji meha Nîsanê û vir ve êrîşên xwe yên li ser Badînan didomînin û amadekariya êrîşên xwe yên li ser Rojava jî dikin. Li hemberî van êrîşan gerîlayên Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, di nava şerekî dîrokî de ne. Di nav sê mehên şer de, karîbûn nêzî hezar û 600 leşker, noker, çete, kontra û fermandarên dijmin ceza bikin û li hember hemû çekên qedexekirî yên navneteweyî jî xwe biparêzin. Li gorî HPG’ê, dijmin di şerê sê mehan de zêdetirî 2000 caran bombe, napalm, her cure çekên kîmyewî, bombeyên nukleerî û fosforî yên taktîkî bikar aniye. Ji bo zêdetir pêşdebirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, ev mehek e hemû tevgerên dîplomatîk li ser vê derê disekinin. Di esasê xwe de dixwazin gelê Kurd ti derfeta azadî û xwe rêveberiyê ji dest da nebe. Civînên NATO'yê yên 28'ê Hezîranê yên li Madrîdê Yadaştnamê wan a şermê ya bi Tirkiyeyê re imza kirin, di komploya navneteweyî ya li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de dest bi qonaxeke nû kir. 

Hatina Joe Biden ji bo Rojhilata Navîn û carek din vekirina rojeva NATO ya Erebî, di esasê xwe de hevsar xistine serê Rûsya û Îranê ye li Rojhilata Navîn. Her wiha bihêzkirina pêgeha Îsraîl û Tirkiyeyê li herêmê ye. Ji ber vê yekê agirê şer li herêmê geş dibe. Ev tê wê maneyê ku pergala modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya DYA’yê ji bilî gurkirina agirê şer li herêmê qet çareyeke din di destê wî de nîne. Tê çaverêkirin ku di 19’ê Tîrmehê de li Tehranê di navbera “Rûsya, Îran û Tirkiyeyê” de civînek were lidar xistin, ku helbet beşeke din a plana şerê li herêmê ye. Rûsya û Îran bi hêviya ku Tirkiye ji NATO’yê dûr bixe, bi dewamî bi Tirkiyeyê re dixebitin. Tirkiye wekî Gayê ku li herdu axûranda diçêrî ji bo wî dixwaze di civîna Tehranê de tiştê ku li Madrîdê bi dest xistiye li Tehranê jî bixe destê xwe! Lewma niha çavê Kurdan li civîna Tehranê ye. Gelo Rûsya û Îran wê heman senaryoya dagirkirina Efrînê dubare bikin, yan jî ji xeletiyên xwe ders girtine? 

Gelê Kurd û gelên azadîxwaz û demokrat ên herêmê, her çiqas di nava şerekî dijwar de ne û her roj ji aliyê dagirkeran wan davêjine zindanan û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin, lê ji bo xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe ya siyasî û demokratîk xurtir bikin hemû hêza xwe seferber dikin. Ev jî nîşan dide ku asta hişyarî û zanîna civaka Kurd di astekê de ye ku dikare bersivê bide qonaxê. 

Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên PDK’ê êrîşî hevrê Ferhad Dêrik û hevalên wî yên li Kelarê kirin û şehîd kirin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di heman rojê de li bajarê Hesekê 9’emîn kongreya xwe ya asayî lidar dixist. Bi tevlîbûna zêdeyî 700 endaman li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteke bilind nîşan da. Bi jinûve hilbijartina hevserokatî Asya Abdullah û Salih Muslim, PYD derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bû. Tevî ku Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya xweser ve tê birêvebirin, lê hêza PYD’ê garantiya serketina rêveberiya xweser e, ji ber vê yekê serketina kongreya PYD’ê ji bo hemû xelkê azadîxwazên Kurdistanê mizgîniyeki cihê dilxweşiyê bû. 

Di 3’ê Tîrmehê de 5’emîn Kongreya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda paytexta Enqereyê ya dagirkir pêk hat. Tevlîbûna bi deh hezaran endam, alîgir û dostan ji bo kongreyê, her kes matmayî kiribû. Bi beşdariya piraniya reng, bawerî, gel û neteweyên Tirkiyeyê, ji çar aliyên cîhanê jî mêvan beşdar bûn. Dirûşma “Çareserî bi me re ye” kelecana kongreyê zêde kir. Di encamê de du kesên bi ezmûn û xwedî helwest û bi îrade ji bo hevserokatiya HDP'ê hatin hilbijartin, ew jî birêz Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bûn. Bi heman kelecanê eger kar bikin wê karibin di hilbijartina 2023'an de ji sedî 20 ê dengan bi dest bixe. Di kongreyê de kelecana ku HDP'ê nîşan da, nîşan dide ku hemû gel, netew, bawerî û gelên bin dest ên li Tirkiyeyê bi taybetî gelê Bakurê Kurdistanê dikarin baweriya xwe bi HDP'ê bînin. Ji ber vê yekê serketina HDP'ê wê ji aliyekî ve îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêş bixe û li aliyê din jî Tirkiyeya demokratîk misoger bike. Ji ber vê yekê gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê ancax bi serketina HDP'ê re di nava jiyanek bi rûmet û aram de dikarin bijîn. 

Li Başûrê Kurdistanê tevî hemû qeyran û astengiyan jî, lê dîsa bi israrek mezin, di 15’ê Tîrmehê de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê sêyemîn kongreya xwe ya asayî bi beşdariya 700 endam û hejmareke zêde ya mêvanan li dar xist. Bi hilbijartina rêveberiya nû re Tara Hisên û Selam Ebdullah ji bo hevserokatiya nû hatin hilbijartin. Serketina Kongreya Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê, di têkoşîna Başûrê Kurdistanê de destpêka serdemeke nû ye. 

PYD, HDP’ê û Tevgera Azadî di kongreyên xwe de gelek peyam dan raya giştî; Di her sê kongreyan de rêbaza demokrasî, azadiya jinê û jîngeh parêzî hate nîşandan û di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji xalên wan ên bingehîn bû. Her wiha li gel pêşengiya jinan û ciwanan ji bo têkoşîna azadiyê, heman demê tiştekî din jî îspat kirin ku her çiqasî êrîş û zilmê dagîrkeran zêdetir be, ew ê hêz û vîna têkoşîna demokratîk û rêxistinkirina civakê hîn zêdetir bikin. Peyama wan a pir zelal ew bû ku em weke Kurd û dostên gelê Kurd hemû yek dil û yek bedenin ji bo parastna destkeftiyên xwe. Her wiha bi paradîgma û rêbaza azadiyê Rêber Apo em ê bigihêjin serkeftinê. Di van kongreyan de jî ji me re hate gotin ku Hêzên Parastina Kurdistanê ne bi tenê ye, gelê Kurd û mirovên azadîxwaz li kêleka wan in û piştgiriya wan dikin.