YNK: Em biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red dikin

YNK’ê ragihand ku ew biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê red dikin.

Medyaya YNK’ê ragihand ku Navenda Karên Hiqûqî ya  YNK’ê biryara rawestandina amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê red kiriye.

Her wiha têkildarî vê biryarê jî belavkirina hejmara kursiyên parlamentoyê yên ji herêmên hilbijartinê re weke hincet hate nîşandan û hate destnîşankirin ku biryar nakeve di çarçoveya hemû pêvajoya hilbijartinê de.

Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê Cûmane Helayî ragihandibû ku amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi demkî hatine sekinandin.