Newroza 2024'an Pêngava Azadiyê ya Cîhanî gihand asta bilind

Li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Rêber Apo beriya 50 salî ji bo meşeke Newrozê bide destpêkirin bi pênc ciwanan gava destpêkê avêt. Niha bi dehan milyon mirov di vê astê de xwedî li rastiya Rêber Apo derdikevin.

DÛRAN KALKAN

Em di Newroza 2024'an de ne, li gorî dîrokan Newroza 2636'an e. Weke tevger me ev Newroz weke Newroza Azadiyê îlan kir. Em bi pêngava cîhanî ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin, pêşwazî dikin. Li her qadê yek ji Newroza herî mezin, herî bi heybet a her demê ye ku di asta pêngavan de pêk tê. Li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê gelê Kurd, jin, ciwan, dost, hemû gelên bindest, hêzên demokratîk şoreşger tevlî pêngavê dibin û li qadên Newrozê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diqîrin. Li ser bingeha van, em Newroza hemû hevrêyan bi taybetî li Rêber Apo, gelê me, hemû dostan û gelên bindest pîroz dikin. Bi taybetî em Newroza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku ev Newroz ji bo hemû kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin kiriye lehiyeke, coşeke mezin pîroz dikin û ji bo têkoşîna wan a azadiyê serkeftinê dixwazin. 

Em şehîdên xwe yên Newrozê di şexsê hevrê Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û hemû şehîdên xwe yên bi dehan sale di têkoşîna gerîla de şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin.

Bê guman Newroz yek ji efsaneyên herî şênber ên dîroka mirovahiyê ye. Lê dîrok di heman demê de şahidiyê ji vê rastiyê re dike ku her ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li dijî Dehaqên nû yên Rojhilata Navîn bi pêş dikeve, bi rastî jî efsaneya Newrozê weke rastiyeke zindî tê jiyîn. Ev serdema ku bi Rêber Apo re destpê kir û hîmên rêxistinî yên PKK'ê di Newroza 1973'an de danîn, îro bûye rastiya herî şênber a mirovahiya azad. Êdî her kes dikare vê bibîne. Agirê Newrozê li her derê cîhanê pêdikeve, mirovahî Newrozê dizane. Agirê Newrozê û azweriya azadî û serketinê hemû bindestan, jinan, ciwanan û hemû mirovahiyê vedihewîne. Newroz yek ji hêza herî xurt û bi lez a belavbûna azadiyê, hişmendî, vîn û coşê ye û heta em dikarin jê re bêjin diyarkerê dema me. Ev meşa azadiyê ku di sala xwe ya 52'an de ye ku Rêber Apo daye destpêkirin, Têkoşîna Azadiyê ye ku di xeta lehengiyê de dimeşe; Bi rengê xwe yê rast Newroz ji bo azadî, hişmendî, çalakî û serketinê kiriye îradeyeke zindî. Rastiya Newrozê di rastiyê de di vê têkoşînê de dijî û xwe ava dike. Eger em dixwazin fêm bikin ku Newroz çi ye, mirov li vê meşa mezin a azadiyê ya ku zêdeyî pêncî sal in dewam dike binihêre û têkoşîna ku di her kêlî û her gaveke wê de tê kirin, binihêre bese. Bê guman tiştek ji xwe neqewimiye, bi hêsanî jî bi pêş neketiye. Her kêlî, her saniyeke vê têkoşîna pêncî salî, meşa mezin a azadiyê bi têkoşîna 'bênefes' ya bi gotina Rêber Apo pêk hatiye û bi ser ketiye. Qehremaniyeke mezin di her kêliyê de pêk tê. Pêvajoya ku bi hişmendiyeke kûr a dîrokî, bi têgihiştina rast a zanista dîrokê û rêgezek ku li ser vê bingehê dersên rast ji dîroka Kurd û dîroka mirovahiyê werbigire dest pê kir û gavên destpêkê yên Rêber Apo li ser vê bingehê avêtin, îro bûne agir, lêgerîn û têkoşîna azadiyê ya ku cîhanê digire nava xwe. Bê guman di vê pêşketinê de zanistiyeke kûr a dîrokê heye, têgihiştineke rast a dîrokê, nêzîkatiyeke rast a zanista dîrokê heye. Xwedî wê daxwaz û hişmendiyê ye ku şêweyê rasteqîn ê cewhera afirîner a zanistiya dîrokê dijî, ku wê weke dayika hemû zanyariyan pênase dike. An nedikarî pêşketineke bi vî awayî, pratîkek wiha derxe holê û di roja me ya îro de di asta cîhanî de bibe yek ji mezintirîn cejnên hatine jiyîn. Dîsa di bin vê pêşketinê de bê guman jiyanek û pratîkeke ku li gorî cewhera vê hişmendiyê ye heye. Nêzîkatî û helwesteke ku cewhera wê berovajî nake û pê ve girêdayî ye heye. Weke efsaneyekê, Newroz yekitiyê temsîl dike, azadiyê temsîl dike, têkoşînê temsîl dike, serketinê temsîl dike, vîna azad a gelan û mirovahiyê temsîl dike. Bi van tê pênasekirin. Li ser vê bingehê, li dijî desthilatdarî û sîstema dewletê ya ku di dîroka mirovahiyê de jirêderketina herî mezin e, têkoşîna azadiyê ya mezin û serketina wê ya bi pêşengiya gelê Kurd li Kurdistanê hatiye pêş xistin temsîl dike. Eger îro rastiya ku Newroz ji aliyê civaka Kurd ve bi girêdaneke mezin ve tê jiyîn û bûye hêzeke ku li gelên cîran, li tevahiya Rojhilata Navîn û heta cîhanê belav bibe, çavkaniya xwe ji ber vê navarokê û cewhera hatiye jiyîn digire.

Belê weke demsal hatina biharê, zindîbûna biharê û pêşketina jiyana zindiyan di zayîneke nû de ji zivistanê ber bi biharê ve tê pênasekirin. Zayîna nû, jiyana azad, girêdana bi azadiyê û ruhê serketinê îfade dike. Ev yek jî nêzîkatiyên li hemberî Newrozê ne û pênasekirina wê ye. Lê di cewhera efsaneyê de bi hişmendiya azadiyê li dijî her cure zext, îstîsmar, serdestî û êrîşên wê berxwedan û serketin heye. Ne tenê berxwedan û têkoşînê her wiha serketin jî heye.  

NEWROZ YEK JI GAVÊN QEHREMANIYÊ YÊN DÎROKA KURDAN E

Rastiya ku ev meşa azadiyê ya zêdeyî pêncî sal in bi Rêber Apo re destpê kiriye, dîrok ewqasî nûvejen kiriye, zindî kiriye û heta roja îro hilgirtiye, ji ber van her du sedeman e. Yek, bingeha xwe ji pêşxistina hişmendiya kûr a dîrokî û xwedî lê derketinê digire. Ya duyemîn; bi cidiyeteke mezin pêşvebirina jiyaneke pratîk a li gorî vê hişmendiyê ye ku cewhera wê bi awayekî rast û têrker temsîl dike. Rêber Apo hem ev hişmendî afirand, hem jî ev jiyan derxist holê. Ev meşa azadiyê ya nû ku bi Newroza 1973'yan dest pê kir, bi her Newrozê re xurt bû û bi pêş ket. Bi hişmendî û çalakiyên nû xurt kir û pêş xist. Karîbû her Newrozê bike destpêkeke nû, zayîneke nû, pêngaveke nû. Di pêvajoya pêncî salên darbasbûyî de di her Newrozê de hişmendiya azadî girêdan û têkoşîn hê bêhtir pêş ketiye. Rê li ber hişmendî, rêxistinbûn û têkoşîneke mezintir vekir. Her Newroz ji ya berê gelekî mezintir bi azadî, hişmendî û rêxistinbûnê çalakiya xwe pêk anî. Bê guman di vê de hişmendiyeke rast heye, li gorî cewhera vê hişmendiyê jiyan, cesaret û fedekariya ku ev jiyan dixwaze û qehremaniya ku temsîl dike heye. Lewma Newroz weke berxwedan û serketinê, bûyereke lehengiyê ye. Dîroka Kurd yek ji gavên qehremaniyê ye. Sekneke qehremanî, îradebûn, çalakî û serketinê temsîl dike.  

Li gorî vê rastiyê meşa azadiyê ya ku bi Rêber Apo re hatî destpêkirin, taybetmendiya li gorî xeta qehremaniyê meş bi dest xist. Aliyek wê jî ev e. Bê guman ew cesaret û fedekarî ye ku wê digihîne asta qehremaniyê. Ev yek jî ji aliyê şehîdên têkoşînê ve tên temsîlkirin. Ruhê Newrozê ya azadî, hişmendî, îrade ku bi cesaret û fedekarî di her Newrozê de hê bêhtir zindî dibe, mezin dibe û geş dibe, ji bo têkoşînê rê li ber çalakiyên nû yên mezin vedike û ew çalakî bi berdêl tên bidest xistin. Di her şert û mercî de nêzîkatiyeke pêşxistin û pêkanîna wan, heta asta şehadetê meşîn û bi qehremanî tevlîbûn pêwîst e. Rêber Apo ji pêngavên destpêkê ya meşa azadiyê gav bi gav xeteke bi vî rengî ya qehremaniyê bi pêş xist û di kesayeta xwe de bi cih kir. Bê guman nûnertiya herî mezin a vê yekê jî rastiya berxwedana zindanê ya mezin e ku di sala 1982'an de li dijî zilma ji ber darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ku li dijî êrîşên bi armanca komkujî û tinekirina mirovahiyê li derve û zindanan, bi ser ket. Yê ku vê berxwedanê da destpêkirin hevrê Mazlûm Dogan e. Rastiya Newrozê weke çavkaniya ku hêzê dide berxwedaneke bi vî rengî û hişmendiya azadiyê, îrade û hêza destpêkirina meşeke nû ya Newrozê ya sala 1973'an e. Ew heqîqeta hişmendî, ruh, îrade, cesaret û fedekariyê ye ku Newroz di dîrokê de cih girtiye. Ya ku têkoşîne dikişîne ser xeta fedaîtiyê, tevgerê dike tevgerek fedaî, tenê hişmendiya wê ya dîrokî ye. Newroza 82’yan ku bi berxwedana hevrê Mazlûm Dogan ji nû ve zindî bû û piştî wê berxwedana zindanan ya ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê serketineke mezin a bîrdozî bi dest xist, derket holê. Em zanin ku ew berxwedan ew rastî ye ku 42 sal in ruh dide berxwedana gel, gerîla, çalakiyên jin û ciwanan, hişmendî û îradeyê diafirîne. Îro di salvegera xwe ya 42'yemîn de jî ji zindîbûna xwe, hêza xwe ya ferman dayînê, cazîbebûna xwe û bi kurtasî bandoriya xwe winda nekiriye. Her wiha, vê yekê ast û kûrahiya çalakiyê gelekî zêdetir û mezin kir. 42 sal berê ne tenê zindana ronî kir, li dijî rejîma faşîst ên leşkerî ya 12’ê Îlonê ku Zindana Amedê ava kirin jî çirûskek pêxist û îro di salvegera xwe ya 42’yan de bûye rastiyeke wiha ku ne tenê tevahiya Kurdistanê, ne tenê Rojhilata Navîn, hemû cîhanê ronî dike. Her kes berxwedana zindanê dinirxîne, hewl dide fêhm bike, her kes qala rastiya Mazlûm Dogan dike. Rêber Apo gotibû, 'Kawayê Hemdem.' Afirînerê efsaneyê Kawayê Hesinkar nûjen kir, anî roja me ya îro û wisa pênase kir. Li ser vê bingehê diyar kir ku weke berxwedana Newrozê berxwedana Mazlûm destpê kir û hebûna xwe didomîne. Bi sedan, bi hezaran ciwan, jin û mêr derketin holê û bûn şopdarê wî, bi cesaretek mezin tevlî têkoşînê bûn. Ji xwe şewitandinê heta teqandina di nava dijmin de, bi hemû rêbazên şer li dijî dijmin şer kirin û têkoşîna azadiyê ya pirrengî, şerê azadiyê derket holê. Di her pêngava vî şerî de şehîdên mezin ên qehremaniyê çêbûn. Her Newrozek qehremaniyeke nû, çalakiyên nû yên mezin û şehadetên nû derxist holê. Bê guman têkoşîneke wiha bû ku ew zindî kir, çirûska ku 42 sal berê li zindana Amedê hate vêxistin zindî kir, geş kir, xurt kir, heta roja me ya îro hilgirt û bû sedem ku zindîbûn û bandora wê ewçend xurt bijî. Hewldana Rêbertî bû ku bi fikir, ruh û îradeyeke domdar têkoşîneke wiha mezin kir û şehîdên qehreman ên ku xwîn, jiyan û canê dane vê têkoşînê derketin holê û bûn rastiyek.  

XWEGIHANDINA HIŞMENDÎ Û ÎRADA TÊKOŞÎNÊ ÇAVKANIYA HERÎ MEZIN A KÊFXWEŞÎ, COŞ Û KELECANÊ YE

Efsane îro bûye heqîqeta zindî ya herî bingehîn. Eger em ê Newrozê pîroz bikin û pîrozbahiyeke rast pêk bînin, beriya her tiştî divê ev meşa azadiyê ya mezin a pêncî salî ya ku veguheztina hişmendiya dîrokî ya kûr a heya roja me ya îro rast were fêhmkirin, ev têkoşîn bi kîjan ruh, hişmendî, îrade û qehremaniyê di her gavê de pêşketiye, bi çi berdêl hat heta îro rast bê fêhmkirin. Xwegihandina hişmendî û îrada têkoşînê çavkaniya herî mezin a kêfxweşî, coş û kelecanê ye. Û eger têkoşîneke bi vî awayî hebe, bê guman ji vê bêhtir tiştekî bi coş û kelecan nîne. Bi taybetî eger ev têkoşîn serketinan bi dest bixe, li dijî her cure paşverûtî, desthilatdarî û sîstema dewletê, zîniyet û siyaseta serdest a mêr ku wê xwedî dike derbe li ser derbe lêdixe, pêşketin û destketiyên nû derdixîne holê, li ser bingeha azadiya jinê jiyana azad gav bi gav pêş ve dibe, ji vê xweştir ku kelecanê bide û hêvî bide mirovan tiştek din nîne. 

Di têkoşîna pêncî salî de ev heqîqet heye. Coş, kelecan û hişmendiya ku di vê astê de tê jiyîn, teqez bingeha xwe ji vê rastiyê digire. Ev jî rewşeke ku tê fêhmkirin e, lê fêmkirineke rast û têrker pêwîst dike. Lê di heman demê de pêwîst e rastiya têkoşînê, çawa tê meşandin, yên pêşengî dikin berdêlên çawa didin û pêş ve dibin û digihînin serketinê divê baş bên zanîn. Pêwîste vê xeta têkoşînê rast were fêhmkirin. Tenê li encamên wê nêrîn, destketiyên wê dîtin, ji dûr ve coş û kelecanî jiyîn têrê nake. Wisa bûyîn û jiyîn başe û hewce dike,  lê eger di ferqa rastiyê de bin û girêdayî heqîqetê bin dê bi encam be. Eger tevlîbûna ji têkoşînê re bê kirin dê rasttir û bi watettir be. Ji encamê kelecanî bûyîn û parvekirina wan dibe heq bê xwestin. Ango, tenê li aliyek li encamê nêrîn, destketî dîtin, Newrozê bi wan pîrozkirin û li ser wê bingehê bixwaze bijî bê guman ne rast e. Dibe rê li ber rewşeke mîna bê ked dayîn, têkoşîn meşandin, xespkirina destketiyên hatin e bi dest xistin veke. Ev yek dikare were wê wateyê ku parçeyan jê bigire û wê veguhezînin jiyana xwe. Bê guman ev yek ne rast e. Ev yek tê wateya dizî, îstîsmar, xespkirina nirxê ku kesên din afirandine û ev nêzîkatî û helwest bi xwe jî berovajî rastiya Newrozê ye. Li hemberî hişmendî, îrade, têkoşîn, cesaret û fedakariya ku Newrozê dike Newroz e. Yên ku vê yekê bikin, dê cewhera Newrozê vala bikin. Yên li ser vê bingehê nêzî Newrozê dibin, dê rastiya Newrozê ji holê rakin û ji cewhera wê dûr dixînin. Wê veguherîne amûreke îstîsmarê, amûreke berjewendiyê, amûreke jiyanê. Lê Newroz di hişmendiya wê, ruhê wê, di rastiya wê û efsaneya wê de nîne. Di rastiya jiyana wan de jî nîne. Baş tê zanîn ku ev têkoşîna zêdeyî pêncî salan çawa bi pêş ketiye, çawa her Newroz hatiye jiyîn û bi kîjan ruh, îrade, têkoşîn, fedekarî, xwîn, xwêdan û kedê ew derxistiye holê. Hê jî ev rastî zindî ye. Ev hişmendî winda nebûye, ev dîrok nehatiye rewşeke welê ku bê nixumandin û ji rê derxistin. Hêj pêşengên wê yên dijîn hene, yên têkoşînê dikin û xwedî lê derdikevin hene. Rastiya Rêbertî heye ku ev têkoşîn da destpêkirin, têkoşîna xwe didomîne, bi hezaran şehîdên qehreman şahidiyê ji vê têkoşînê û serketina wê re dikin. Dê destûr nedin kes berovajî bike, li gorî xwe fêm bike, li gorî xwe û berjewendiyên xwe xwedî lê derkeve. Nûnertiya cewhera Newrozê dikin û fermanê dide her kesî ku Newrozê rast fêhm bikin û rast bijîn. Divê em Newrozê bi vî rengî binirxînin.

PKK PARTIYEKE NEWROZÊ YE

PKK'ê yekem civîna xwe di rojeke Newrozê de li dar xist û bingehên rêxistinê di rojeke Newrozê de hate avêtin. Her çend damezrandina fermî salên piştre pêk hatibe jî, PKK weke partî û tevgereke Newrozê derket holê. Yekem biryara mezin bi Newrozê re hat dayîn. Rêber Apo bi xwe girêdana Newroz û PKK’ê anî ziman. Bi awayekî giştî ruh û hişmendiya azadiyê pêk hat. Weke hêza pêşeng a têkoşînê gerîla, bi vî awayî derket holê. Ev lehengiya mezin bi vî awayî derket holê. Şoreşa hişmendiya azadiyê ya jinan girêdayî vê yekê pêş ket û bû rêber û pêşenga hemû şoreşan. Ciwanên Kurd bi vê hişmendiyê bûn Apoîst û  ew qasî cesaret û fedakariyên mezin nîşan dan. Ev rastiyên şênber in.

Hewce ye em geşedan û hişmendiya dîrokî yên ku rastiya Newrozê nîşan didin, rast bibînin û wan geşedanan rast binirxînin û wê hişmendiyê bi awayekî rast fêm bikin. Hewce ye em hemû Newrozan li gorî wateya wê pîroz bikin. Ji ber vê jî hewce ye em Newrozan, li ser esasên ku Rêbertî û şehîdan rast fêm bikin, li ser xeta Newrozê xwe rexne bikin û pêş bixin. Nêzîkatiya rast a ji Newrozê re ev e. Hişmendiya dîrokî hewce dike mirov wê rast fêm bike û bijî. Ji bo vê jî hewce ye miroz xwe ji xeletiyan rizgar bike, xwe rexne bike û xwe pêş bixe û bi vê yekê gunertin û şoreşa kesayetiyê pêk tê. Pênaseyên Newrozê yên weke rastiya azadiyê, afirandin û vejînê wiha derdikeve holê. Hewce ye em van rastiyan bi wesileya Newroza 2024’an  bînin ziman. Çimkî coş û heyecan pir bihêz û berbelav e, mezinî di astên herî bilind de ye,  ya ku xuya dike bi hêz û bi heybet e. Em dikarin bibêjin ku mezintirîn Newroz tê jiyîn. Coş û heyecana Newrozê ku îfadeyên wê ne,  beriya hefteyan dest pê kir. Di 21’ê Adarê de derket bilindtirîn astê.  Bi milyonan mirov herikîn qadên Newrozê. Vê yekê li Amedê, li hemû qadên Rojava û li Rojhilatê bi awayekî eşkere xwe nişan da. Vê yekê xwe hem li Başûr jî hem jî li seranserê cîhanê jî nîşan da. Li Ewropayê jî wisa ye. Qadên pîrozbahiya Newrozê tije bûn, hejmara mirovên ku li hemberî coş û kelecana Newrozê mest bûn, gihîşt milyonan û dîyar e wê bigihêje deh mîlyonan jî. Tenê li Rojava û Rojhilat bi serê xwe asteke ku nêzî deh milyonan dibe, pêk tê. Dema ku Bakur û li derveyê welat tên yekkirin û gelê Kurd xwedî li hişmendî, ruh û têkoşîna xwe ya netewî derdikevin ku ku li ser esasê şerê taybet li Tirkiyeyê belav bûne û bi rastî jî dema ev yek tên yekkirin xwe digihîne deh mîlyonan. Hewce ye miroz vê rastiyê baş bibîne, ne tiştekî jirêzê yeDi cîhana me ya îroyîn de hegemonyaya kapîtalîst a gerdûnî di hemû aliyan de êrîşa lîberal pêş xistiye, li her qadê êrîşên xwe yên şerê taybet, şerê psîkolojîk, bi çapemenî, teknolojî, huner û hwd. ruh û mejîyê mirovan bi qirkirina civakê re pûç dike. Bi saya pîrozbahiyên Newrozê bi deh milyonan însan li çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê hişmendî û rastiyeke wiha bi dest xistiye. Ev yek ne tiştekî jirêzê ye û hewce ye miroz li gorî van rastiyan nêzîkî van yekan bibe.         

Hewce ye ku em vê yekê rast fêm bikin.  Îro bi deh mîlyonan însan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Her wiha ev yek hewce ye bi tenê di çarçoveya vê rastiyê û coşê de neyê nirxandin. Her wiha ev milyonan însanên ku diherikin qadan, çalakiyan pêk tînin û dadikevin kolanan xwedî hişmendî û vîneke mezin in. Tu tiştek bi xwe hema wisa belasebeb pêk nayê. Çimkî tevî van zext û êrîşan, hişmendî, vîn, cesaret û fedakariyeke mezin nebe, ev yek pêk nayên. Zext û êrîş psîkolojîk û  îdeolojîk in û li hemberî beşdarvanên Newrozê  zext û êrîşa polîsan a li her derê xwe nîşan dide. Ev yek xwe li dewletên ku xwe demokratîk îlan dikin bigire heya dîktatoriya faşîst a AKP û MHP'ê nîşan dide. Hemû pêkhateyên siyasî wisa ne. Ger em bi awayekî baş lê binêrin Newroz tê wateya têkoşîna li dijî vê êrîşa psîkolojîk, manewî û îdeolojîk jî.  Ev yek hişmendiyekê dixwaze, rêxistinbûnekê dixwaze bingeha vê yekê cesaret û fedakarî ye. Ev yek bê guman wisa ye. Her wiha li gelek cihan li hemberî zexta demsalî û xwezayî jî têkoşîneke mezin heye. Tevî berf, sermayê jî kal, zarok û nexweş bi vê ruh û hişmendiyê diherikin qadên Newrozê.

Hewce ye em îfadeya vê ya şênber jî di çarçoveya daxwazên eşkere de  binirxînin û şîrove bikin. Di heman demê de ev  coş, heyecan, hişmendî û cesareta mezin xwe digihîne encamekê. Tevî her cure zextan jî îro bi deh milyonan kes li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo deng xwe bilind dikin.  Beşdarvanên Newrozê  guh nedan van zextan û tu astengan li pêşiya nabînin. Ew daxwazekê tînin ziman.  Bi deh milyonan azadîxwaz di çarçoveya  heman daxwazê de dibin yek deng. Asta hişmendî, rêxistinbûn û têkoşînê wisa ye. Ev jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ew qas zelal e ev yek.  Rastîya Rêber Apo ev qas baş tê zanîn û ev yek rê li ber wê yekê vedike ku azadîxwaz ew qas zêde xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikevin. Her kes azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibîne. Her kes azadiya xwe girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibîne.  Azadiya fizîkî ya Rêber Apo,  azadî û rizgarbûna hemû bindestan, ciwan, karker, kedkar û jinan temsîl dike. Her kes azadiya xwe, hebûna xwe û jiyana demokratîk di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibîne û ev jî yekitiye wisa îfade dike û derdixîne holê. Û ev pêngav her ku diçe mezintir dibe û xwe li seranserê cîhanê nîşan dide. Ev hemû ji bo fêmkirina pîrozbahiyên Newrozê yên îro gelekî girîng in. Nirxandinên baştir hewce dike.  Mezinahî û wurşedariya Newrozê û rastiya mezinbûna Newroza 2024’an ya ji hemû Newrozan girêdayî van esasan e. 

Me weke tevger û gel Newroza sala 2024’an di çarçoveya pêngava azadiyê ya cîhanî  ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd esas digire,  pêşwazî kir. Pêngava ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendan cîhanê ya ‘ ‘Azadî ji Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka Kurd re' hatiye destpêkirin, heye. Ev pêngav zêdetirîn li qad û navendên cuda ên cîhanê ji aliyê rewşenbîr, hunermend, karker, kedkar, sendîkavan, jin, ciwan, akademîsyen, kes û rêxistinên ku  civakê ava dikin, hate destpêkirin. Serekên vê pêngavê akademîsyen, sendîkayên karkeran, komeleyên hunermend, rêxistinên jin û ciwanan e. Cara ewil ev çalakî li seranserê cîhanê li ser navê Têkoşîna Azadiya Kurdan ji aliyê civakên azadîxwaz, şoreşger sosyalîst demokrat ên xwedî hişmend ve xwe ew qasî bi berfirehî nîşan da û pêk hat.

Ev yek jî girîngî, belavbûn, hêz û tesîra Paradîgmaya Modernîte ya Demokratîk a Rêber Apo nîşan dide. Her wiha bi awayekî zelal me dît ku Tevgera Azadiyê ya Apoyî li seranserê cîhanê çi qasî zêde belav bûye. Ev hemû gelekî girîng û watedar in. Bê gumanev 50 sal in têkoşîneke mezin heye,  ji şerê gerîla bigire heya hemû aliyên civakê vê têkoşîna mezin xwe nîşan da û gihîşt asteke cîhanî. Ev yek gelekî girîng e. Vê yekê bandoreke mezin li civaka Kurd jî kir. Her wiha bandoreke mezin li mirovahiyê jî kir û li dost û dijmin yanî li her kesî kir.  Dostên gelê Kurd îradeyeke xurttir bi dest xistin û bi rastî jî gihiştin wê radeyê û baweriyê ku wê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan li cîhanê belav bibe û weke şoreşa cîhanê serkeftinê bi dest bixe. Girêdayî vê yekê piştevaniya ji têkoşînê re zêde bû,  têkilî, hatin danîn û tifaq û tevlîbûn pêk hatin. Weke tevgereke demokrasî û azadiyê ya cîhanî bi gavên xwe yên girîng bi biryar û geşedanên nû derket holê. Ji niha ve ev yek xwe nîşan didin. 

Ev rewş ne tenê bi erênî bandorê li hemû bindestan dike, di heman demê de hemû serdestan ditirsîne. Zîhniyet û siyaseta bi serdestiya mêr, hemû hêzên dewletê yên desthilatdar û her kesên îro li ser sîstema modernîteya kapîtalîst serdest in ditirsîne. Wan kiriye rewşeke hesas, bi hev re tifaqan çêdikin, bandorên Têkoşîna Azadiyê ya Li Kurdistanê li ser asta gerdûnî, wê çiqasî zerarê bidin berjewendiyên wan û ji ber vê yekê divê li dijî vê têkoşînê helwesteke çawa ya hevpar nîşan bidin nîqaş dikin. Bê gûman di her qadê de rojeva sereke ya sîstema serdest, desthilatdarî û dîplomasiya dewletê ev e. Ne tenê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê vê dimeşîne, ne tenê dîplomasî û siyaseta hêzên desthilatdar li ser Kurdistanê dimeşîne, ev têkoşîn têkoşînek e ku mohra xwe li polîtîka û dîplomasiya hemû hêzên serwer bi taybetî DYA û NATO'yê daye û bûye rojeva sereke ya gelekî girîng. Pêngava Azadiyê ya gerdûnî em anî asteke bi vî rengî. Tevgereke azadiyê ya gerdûnî, bûye demokrasî. Jixwe di serî de li dijî hegemonyaya kapîtalîst a gerdûnî ya ku Kurdistanê parçe kir, pirsgirêka Kurd ava kir û qirkirina Kurdan pêk anî, bû. Ji ber vê yekê, her çend têkoşîn di asta têkoşîna îdeolojîk an jî têkoşîna gerîlatiyê ya li Kurdistanê de dewam kir jî, cewhera wê têkoşîneke gerdûnî bû. Li dijî hegemonya kapîtalîst a gerdûnî têdikoşiya. Niha ev rastî zêdetir xuya bûye. Ji bilî ku tenê bi Kurdistanê re sînordar be, asteke herêmî û gerdûnî bi dest xist. Êdî tenê bi têkoşîneke îdeolojîk-leşkerî re sînordar nemaye, bûye mijara her cure xebat û têkoşîna siyasî, civakî, çandî, hunerî û wêjeyî. Ev alî girîng e. Ji ber pêngava azadiyê ya gerdûnî ku em dimeşînin, Newroza 2024’an ewçend bi heybet derbas bûn. Vê pêngavê hişt ku civaka Kurd, jin, ciwan, dostên Kurdan û gelên cîran ji serketinê bawer bikin, hêviyên wan gelekî zêde kir, baweriya wan ya bi serketinê xurttir kir. Vê yekê jî cesaret û fedekarî zêdetir kir. Hişt ku hê bêhtir têbikoşe. Li ser vê bingehê pêngava azadiyê ya gerdûnî her ku çû mezin bûye û bi pêş ketiye. 

BERXWEDANA ÎMRALIYÊ RASTIYA PERGALA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST DERXIST HOLÊ

Di salvegera 25'an a têkoşîna li dijî komploya 15'ê Sibatê de, bi rastî jî asta lûtkeyê bi dest xist. Yên têkoşînê dimeşînin jî ragihandin ku qonaxa yekemîn temam bûye, qonaxa duyemîn a pêngavê destpê kiriye û ev qonax wê bibe çalakiyên girseyî. Têkoşîna li dijî komployê di asteke bi vî rengî de pêş ket. Li dijî komployê nerazîbûneke girseyî hate nîşandan, li dijî sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê helwest hate nîşandan. Di tevahiya meha Adarê de ev yek bi pêşketinên nû yên berdewam re veguherî têkoşîneke mezin. Çalakiyên 8'ê Adarê, pîrozkirina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bûne têkoşîneke girseyî ku azadiya jinê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd re di nav hev de vedihewîne. Li hêlekê hişmendî û çalakiya azadiya jinê pêş xist û li hêla din jî ji bo pêngava azadiyê ya gerdûnî ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo hedef digire xurtir û mezintir kir. Newroz wê mezintir û bihêztir dike. Ew asta mezinbûna pêngava azadiyê ya rasteqîn dide jiyîn. Vê yekê li tevahiya Kurdistanê û tevahiya cîhanê pêk tê. Dema ku armanca Newrozê bi armanca pêngava azadiyê ya gerdûnî re dibe yek, bi rastî jî Newrozê gelekî zindî dike, bi coş dike, azad dike û mezin dike, bi pêş ve dibe û dike ku pêngava me ya azadiyê ya gerdûnî bigihêje lûtkeyê.    

Ev pêşketin ne tenê bi çalakiyên heyî her wiha bi berxwedanên ku pêşengî ji wan re tê kirin û rê nîşan didin re xurtir bû. Di destpêka vê de helwesta Îmralî, sekna Rêber Apo heye. Di pêvajoya têkoşîneke wiha de sîstema Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê sala xwe ya 25'an temam kiriye û ketiye sala xwe ya 26'an. Berxwedana Rêber Apo ya li dijî pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ku pergala rêveberiyê ya ku qirkirina Kurdan li ser asta cîhanê pêk tîne, 25 sal temam kir û kete sala xwe ya 26’an. Salvegera 25'an girîng e, çaryeka sedsalê ye. Hem di jiyana mirovan de hem jî di jiyana civakî de beşeke girîng e. Ji bo pênasekirina gelek tiştan û fêhmkirin, pêvajoyeke têrker e. Her wiha ji bo fêmkirina mirovekî, danasîna berxwedana wê ango ya civakê pêvajoyeke têrker e. Sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê û têkoşîna li dijî wê di 25 salên xwe yên pêşî de naverokeke bi vî rengî bi dest xist û li ser vê bingehê hate nirxandin. Ji bo fêhmkirin sîstema Îmraliyê, zîhniyet û siyaseta ku afirandiye, armancên wê bi awayekî rast û kûr û berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo ya ku 25 sal in li hemberî wê helwesteke bi rastî ya sermirovî nîşan dide, hewldan çêbûn. Di salvegera 25’an de me hewl da komplo û têkoşîna li dijî komployê bi vî rengî fêm bikin. Wê demê me hewl da nirxandinên berfireh bikin. Ji bo ku em her gav li ser bingehê analîzê rast û kûrtir têbigihîjin, pêşketin û serkeftinên di vî alî de dîtin û her wiha kêmasî û nebesiyên hatine jiyîn derxistina zanabûnê û sedemên wan lêpirsînkirin, ji bo bi hevre derbaskirina wan hewldan çêbûn. Eger îro Newroz di vê astê de wiha bi heybet tê pîrozkirin û 10 mîlyon mirov li ser bingeha armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi awayekî bi hêz bûne yek, bê guman faktora diyarker a vê yekê berxwedana Îmraliyê ya 25 salan e. Encamên vê berxwedanê û destketiyên ku bi dest xistine ev in. Vê berxwedanê careke din rastiya pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî derxist holê. Sextekarî û maskeyên cur bi cur avêt aliyekî. Sîstemeke çawa qirkirinê pêk tîne, zîhniyet û polîtîkayeke çawa ya qirkirinê esas digire û bi çi rengî fermaneke êrîşê ya îstîsmarê ya ku tinekirina xweza û civakê hedef digire, raxist pêş çavan û eşkere kir. Pênasekirina azadî û demokrasiyê ya sexte eşkere kir. Rastiya sîstema modernîteya kapîtalîst, bi berxwedana Îmraliyê re derxist holê.

RÊBER APO DI TÊKOŞÎNA ÎMRALIYÊ DE BI SER KET

Di aliyê dîrokî û rojane de ev rastî analîz kir. Li hemberî heqîqeta jiyanê tê çi wateyê, jirêderketineke mezin a çawa, dijberiya mirov û civakê, dijberiya xwezayê di nava xwe de dihewîne danî holê û mehkûm kir. Rêber Apo bi sekna xwe, têkoşîn û parêznameyan vana dernexist holê û di heman demê de mehkûm kir. Rêber Apo di têkoşîna Îmraliyê de bi ser ket. Di şerê li dijî desthilatdariya Ecevît de, piştre jî di şerê li dijî rêveberiyên AKP'ê yên bi serokatiya Tayyîp Erdogan de ev yek kir. Di nava têkoşîna Îmraliyê de şoreşeke zîhnî û pêşketina hişmendî derket holê ku hemû rewş nirxand, derxist holê, mehkûm kir, rastiya jiyanê ji nû ve pênase kir û bi vî rengî ramana mirovahiyê ya bi deh hezaran salan ber bi sentezeke nû ya azadiyê ve bir. Dema behsa berxwedana Îmraliyê tê kirin, pêwîst e ku mirov pir teng nêzîk nebe û ji rêzê fêm neke. Helbet divê em bi ti awayî berxwedana li dijî zilma fizîkî û derûnî ya vê sîstemê tê kirin, berxwedana ji bo têkbirina armancên wê yên îmha û wêrankirinê tê meşandin tu carî biçûk nebînin. Mînakek wekî wê tuneye. Zilmeke wiha û berxwedana li hemberî wê jî bêhempa ye. Cara yekem e ku diqewime. Di vê wateyê de divê rastiya berxwedana Rêber Apo bi yên din re neyê muqayesekirin û tevlihevkirin. Lê belê Rêber Apo tenê bi hişkî û sekneke fizîkî vê yekê nekir, alternatîfek jî afirand, ramanên nû derxist holê. Bi berxwedana xwe zext û tecrîda Îmraliyê ya ji bo Rêber Apo nikaribe bifikire û tiştên nû pêş nexe, şikand. Tiştên ku li dijî pergala Îmraliyê dihat xwestin, dîrok afirand, di têkoşîna li dijî zilma Îmraliyê de şoreşa herî mezin a zîhniyetê çêkir û şoreşeke nû ya rewşenbîrî pêk anî û bi vî awayî bersiv da. Pêwîst e berxwedana Îmraliyê li ser vê rastiyê were fêmkirin.

Rêber Apo ev tişt got: 'Pergala zilm û zordariya Îmraliyê rê li ber zayîna Rêbertiyê, zayîna paradîgmayekê vekir.’ Li ser vê yekê pratîka têkoşînê ya berê nirxand. Gihîşt vê prensîbê: ‘Heke zilm û zext min nekuje, min xurtir dike.' Dema ku êrîşên komploya navneteweyî yên qirkirina fizîkî, îmhaya bi darvekirinê û polîtîkaya rizandinê û êrîşên tunekirinê pûç kir, Rêber Apo têkoşîna Îmraliyê veguherand qada herî mezin a pêşketina şoreşgerî. Di aliyekî de îmha vala derxist, di aliyê din de jî bi pêkanîna wê re weke hebûnekê bi guhertina paradîgmayê re ji bo hemû hêzan rêya serkeftinê nîşan da. Armanc û amûr kir yek û bi vê re şoreşa zihniyetê ya mezin derxist holê. Rewşa zilm û zextê anî asta ku berpirsyariya zayîna şoreşa zihnî pêk were. Baregehê dijmin, baregehê qirkirinê veguherand ocaxa şoreşa zihnî ya ku di dirokê de ya herî mezin e. Divê em van rastiyan bi zelalî bibînin û rast fêm bikin. Ji ber vê yekê pêwîste berxwedana Îmraliyê, veguhertina paradîgmayê, sekna Rêbertiyê ya 25 salan, îrade, hişmendî, hêza fikir û şêwazê rast were fêmkirin. Heta niha mînakên van geşedanan tunene. Jixwe 'Rêber' bêhempa ye. Ger her kes rêber bûna, wê tu wateya rêberan tunebûya. Ji ber vê yekê karîbû hawrdora Îmraliyê veguherîne hawirdora herî xurt a pêşketina Rêbertiyê. Niha her kesên ku vê weke ‘rewşa tunebûnê' bi nav dikin, Rêber Apo berovajî vê, li ser esasê derketina Rêbertiyeke nû, derbaskirina Rêbertiya neteweyî û bûyîna rêbertiyeke gerdûnî û derxistina teoriyê, destkeftiyek mezin çêkir û bi bername, stratejî, taktîk û şêwaza têkoşînê ya ji bo rizgarî û azadiya hemû bindestan veguherand pêşketinê. Ev mijarên ku divê rast bên fêmkirin in. Bêguman mirov nikare bibêje têra xwe tê fêmkirin. Ev ji bo PKK’ê û Kurdan jî derbasdar e. Ji bo hemû mirovahiyê derbasdar e. Lê belê fêmkirina sînorkirî û ji destê yekem rûbirû mayîna bandorekê li mirovan dike. Ew qas derûnî, hest û şêwazê diguherîne. Di têgihiştin û jiyanê de rê li ber guhertinên bingehîn vekir.

Pêşketina vê yekê û têgihiştina rastiya Rêbertî û berxwedana Îmraliyê bêguman wê vê têkoşînê mezintir bike, bilindtir bike û li cîhanê belav bike. Ew ê cîhanek nû ya alternatîf, cîhanek azadî û demokrasiyê ku mirov li ser bingeha azadiya jinê bi wekhevî li kêleka hev bijîn, jiyana civakî lê serwer be. li wê derê jirêderketina hêz û dewletê, jirêderkertina milk û pergalê û dizî bi tevahî ji holê rabin. Divê mirov vê yekê bibîne û bawer bike. Divê were dîtin ku xeta Rêbertî û berxwedana Îmraliyê rêya vê yekê ronî dike. Ji ber ku mirov vê dibînin, bi hêzeke xurt xwedî lê derdikevin. 

Li aliyê din berxwedaneke bi cesaret û fedakariyeke mezin a gerîla temsîl dike ku ji cewhera xwe derneketiye heye. Ev ne rewşeke ku niha derketiye holê, pêvajoyeke ku bi derketina Rêbertiyê re pêşketiye û bi pîrozbahiyên Newrozê re bûye Newroz. Bi rastî, her tim çalakiyan eşkere kir. Bi berxwedana zindanê re ji bo wê temsîl bike li çiyê gerîla afirand. Pêngava 15’ê Tebaxê, berxwedana zindanê zindî kir. Berê bi rastî tarî û rûtîn bû. Gotûbêja Newrozê hebû, lê zêde cihê wê di jiyanê de nebû. Gotûbêjek hebû, lê çalakiyeke birêxistinkirî û bibandor, tiştekî ku zêde rê bide jiyana civak û rêxistinan tune bû. Bi rastî jî veguherî cejneke biharê ku ji armanca têkoşînê hatibû dûrxistin. Bibû atmosfereke geşt û seyranê.

Hişmendiya dîroka Newrozê, di sala 1982’an de Berxwedana Mezin a Zindana Amedê, meşa azadiyê ya di sala 73’an de ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, di salên 80 û 90’î de ji aliyê gerîlayan ve hat meşandin. Gerîla xist nava çalakiyê. Nûnertiya rast a wê têkoşînê gerîla bû. Yê ku her cûre êrîşên bi armanca pêşîgirtina hişyarî û çalakiyê di civakê de şikand, gerîla bû. Di salên 80'î de dema ku gerîla ev astengî şikand, ji destpêka salên 90'î ve serhildanên gel ên li Bakur di bin bandora têkoşîna gerîla ya li ser esasê xwedîderketina şehîdan de derketin holê. Serhildan jî li ser bingeha pîrozbahiya Newrozê derketin holê. Ev herdu rastî, xeta Rêbertiyê ya ku civak di pratîk û çalakiyan de bilind kir, pêk anî. Ev tê wê wateyê ku Newroz û rastiya şehîdan bi hev ve girêdayî ne. Wê demê rastiya Newroz û şehîdan ewqasî bi hev re girêdayî ne.

Me berxwedana dîrokî ya Îmraliyê weke bandoreke gelekî girîng nirxand ku Newroz aniye vê astê û divê berxwedana gerîla weke ya duyemîn bê dîtin. Ev naveroka Pêngava Azadiyê ya Kurewî ya 10’ê Cotmehê dagirt, bûn hêza bingehîn a pêşengtiya wê kir.  Pêngav her ku çû mezin bû û di Newrozê de gihîşt lûtkeyê. Pêwîste bandora çalakiyên gerîlayan were dîtin. Pêvajoya ku bi çalakiya Enqereyê ya 1'ê Cotmeha 2023’yan dest pê kir bi taybetî pir girîng e. Çalakiya fedayî ya hevrê Erdal û Rojhat bi rastî bû destpêkek, her kesî hejand, dost û dijmin herkesî neçar kir ku ji nû ve binirxîne. Beriya her tiştî di serî de gerîla, Partî, hêzên şoreşger û milîtanan, civak, ciwan, jinan, dijmin û bi kurtasî her kesî hejand. Divê bersivên rast bidin van pirsan; Divê helwesta rast çawa were nîşandan, divê welatparêz û şoreşgerên serdemê çawa bin? Derfet û firsendên çalakî û têkoşînê çiqas e? Çawa ku qelsiyên gerîla ji holê rakir, gelek fikrên sexte yên ku gerîlayan reş dikirin û qaşo teoriyên der barê gerîla de serobino kir. Mîna Berxwedana Mezin a Zindanê, mîna berxwedana Îmraliyê, derket holê ku têkoşîn li her derê, di her şert û mercî de dikare bê meşandin. Careke din nîşan da ku hêza şerê taybet a desthilatdarî û pergala dewletî ya heyî ne serdest e, qelsiyên mezin di xwe de dihewîne. Li ser esasê dîtin û nirxandina wan, di bin her şert û mercî de nîşan da ku bi awayekî serkeftî dikare çalakiyên şoreşgerî yên ku derbên kuştinê lê dixe bên pêşxistin. Ji ber vê yekê ji kuştina ramanên weke 'dema gerîla qediya' wêdetir, gotinên ‘derfet nîne, firsend nîne, dijmin xurt e, astengî hene' ku xwe dixapînin û nêzkîtayên qels ên li hemberî gerîlayan ji holê rakir. Bandora wê ya rastî jî wisa bû, hişt ku her kes xwe ji kêmanî û xeletiyên xwe xilas bike, li xwe bipirse û rast bike. Neçar kir ku xwe rexne bike, bi vî rengî bû hêzek mezin a rexnekirinê. Kesên ku hiş û hestên wan tune ne, dibe ku bandor li wan nekiribe. Yên ku ne welê ne, di rastiya xwe de bi erênî bi bandor bûn.

Belê wexta ku mirov encamên anîn ziman û hewldanên wê hi hev ve girê dide, tiştên ku me di salên derbasbûyî de pêk neanîbû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê rewşeke çalakiyan ku em dikarin bikin derket holê. Operasyonên şoreşgerî yên gerîla ku di dawiya meha Mijdarê û Kanûnê de, di nîvê Çile û Sibatê de li herêma Zapê pêş ketin, xeta çalakiya fedayî ya Enqereyê ya 1’ê Cotmehê, xeta berxwedana Îmraliyê nîşan dide. Ev yek nîşan da ku dikare di qadên şer ê gerîla de jî berdewam bike, ev çalakî rê û rêbazên wê dît û bandora ku pêvajoya siyasî û leşkerî serobinê kir derket holê.

Belê, şer bi encamên leşkerî berdewam e, ev jî bandorê li ser dike, lê hertim ev aliyê şer hebû, lê di roja me de aliyekî gelek mezintir propagandaya şer e. Ev rewş bi aliyekî ve dikare bibe şerekî propagandayê û rastiya Zapê di astekê de ji Kurdistan, Tirkiye û raya giştî ya cîhanê re hat nîşandan, rewşa siyasî-leşkerî guherand, eniya dijmin hejand, xist nava tirseke mezin û şikestineke pir giran derxist holê.

Ji bo gel, jin, ciwan, mirovahî û hevalên me bû çavkaniya moral û coşeke mezin. Bi rastî jî gerîla pêşengiya pratîk a Tevgera Azadiya Cîhanê ya 10’ê Cotmehê kir. Ev helwest û însiyatîf dîsa bi dest xist. Dibe ku ev çalakî hindik bin, çalakiyên bisînor bin, lê asta bandorê di vê çarçoveyê de bû. Pirsgirêk ne ew e ku mirov pir çalakiyan bike an jî pir xwînê birijîne, lê divê di cih de û tiştên rast bike. Ger rast were kirin, di kîjan astê de dibe bila bibe, dê bandorek ku encamên mezin derxîne holê. Me di van çalakiyan de ev rastî dît.

Niha jî weke mizgîniya Newrozê, gerîla encamên şerê par ên li dijî SÎHA’yan jî parve kir. Dijmin hewl dida vê rewşê veşêre, hewlda ku fêr bibe û fêm bike. Rêveberiya me jî zanibû, lê komên di nava têkoşînê vê yekê nizanîbûn. Kadro û şervanên ku têkoşînê dimeşandin kêm zanîbûn, gel nizanîbû. Leşkerê dijmin jî nizanibû, fermandarên wan zanîbûn. Ev ragihandin li ser pêşwaziya xurt a Newrozê bû. Îfadekirina hebûna asteke bi vî rengî di civakê de bû sedema hêviyek mezin û kelecanek mezin çêkir. Her wiha di dijmin de lêgerîn û tirseke mezin çêkir. Balafirên bêmirov ên ku dijmin herî zêde xwe dispêre wan, bi vî rengî hatin xistin. Ji ber ku dijmin hemû hêviyên xwe bi wir ve girê dabû, ev yek ji bo eniya dijmin bû derbeke kujer. Ji bo civakê û ji bo her kesên ji bo azadiyê têdikoşin bû çavkaniya coş, moral, kelecan, cesaret û fedekariyeke mezin. Ev yek wê bandoreke girîng li têkoşîna ku di sala nû ya Newrozê de tê meşandin çêbike.

Çawa ku Newroz pêngavê digihîne lûtkeyê, ev rewş jî wê tevlîbûna têkoşînê, îrade, xwestek û coşa têkoşînê zêde bike û li ser vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê serhildaneke civakî û têkoşînek pir mezintir wê pêş bikeve. Civak li cihê ku lê be wê hîn bêhtir beşdarî têkoşînê bibe, li wir xweparastina cewherî hebe û li her qadê pêngava me ya azadiyê ya cîhanî bi bandor bimeşîne. Bi kurtasî wê bandoreke neyînî li eniya dijmin çêbike, wê bandoreke erênî li hêzên têkoşer jî bike.                                                        

Pêwîst e dersên dîrokî bên derxin û timî dîrokê şîrove bikin. Dîsa girîng e ku mirov rewşa siyasî-leşkerî ya îro, meyla siyasî-leşkerî ya hêzên din  biryar, firsend, derfet û bi vî awayî plan û pratîkên hêzên curbecur nîqaş bikin û hewl bide fêm bike. Bi taybetî hewldana nirxandina eniya dijmin li ser vî esasî girîng e.

ARTÊŞEK WEKE ARTÊŞA TIRK NÎNE, ÇETEYÊN FAŞÎST ÊN DAÎŞ Û MHP'Ê HENE

AKP vala derneket, hêzên ku li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê pêk tînin ne artêşeke rêzê ye, artêşeke ne nîzamî ye û êdî artêşa Tirk ne artêşa duyemîn a NATO’yê ye. Jixwe em baş dizanin ku bi navê hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an çi hat serê artêşê. Îlker Başbug ku berê bi salan fermandariya vê artêşê kiribû, bi 'avakirina rêxistina terorê' sûcdar kirin û 2 salan xistin girtîgehê. Êdî artêşeke wisa nîne. Çawa ku di şerê li Kurdistanê de têk çû û bandora wê ya li ser civak û dewleta Tirk tune kir, hebûna xwe jî ji holê rakir. Ew artêş êdî di şerê Kurdistanê de nemaye. Çeteyên faşîst ên mîna DAÎŞ'ê hene. Hêza ku niha li Kurdistanê li dijî gerîla şer dike ji DAÎŞ’ê cudatir nîne. Jixwe bi DAÎŞ’ê ve girêdayî ye. Di nav wan de gelek çeteyên DAÎŞ’ê hene, hemû jî faşîstên MHP’ê ne. Dijminên Kurdan ên bizanebûn e, dijminên azadiyê yên bizanebûn e û komên nijadperest, şovenîst, neteweperest û Turanîst in. Jixwe dibêjin 'Em Sêva Sor in, em ê hemû Tirkan bikin yek, divê her kes bibe Tirk'. Ev nêzîkatiya wan a îdeolojîk e. Her wisa, bi şuştina mejî ya îdeolojîk a bi vî rengî, mirovan arasteyî jenosîda li Kurdistanê dikin û dikin ku êrîş û komkujiyên qirkirinê pêk bînin. Bi vî rengî êrîşî gelê Kurd, jin, ciwan, gerîla û Rêbertî dikin. Ne mimkûn e ku mirovên vê yekê normal bibîne. Ji ber ku ev êrîş ne êrîşên asayî ne. Ev ne tiştên ku helwesteke însanî qebûl bike. Niha, xistina SÎHA’yan dê rewşek nû biafirîne, wê êdî ne wekî berê be. Asta moralê ku ev yek di tevgerên şoreşgerî, hêzên me, gerîla û civakê de ava dike heye.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 1'EMÎN HÎN JÎ DEWAM DIKE

Şerê Cîhanê yê 1’emîn ji bo rêxistinkirina rêya enerjî û bazirganiyê ya Ewropa-Asyayê dest pê kir. Gengeşî û Milîtarîzma ewilî bi plana çêkirina rêya hesinî ya Berlîn-Bexdayê û rêyeke bazirganiyê ya ji Hindistanê, Besrayê, bi rêya Împaratoriya Osmanî ber bi Ewropayê ve dest pê kir û ev jî planeke Îngilîzan bû. Osmaniyan xwest vê yekê bi Elmanan re pêk bînin, Îngilistanê şer îlan kir. Misir, Erebistana Siûdî û Iraqê dagir kir û ev rê girt. Destûr neda ku sermayeya Elman li ser esasê tifaqa Elman-Osmanî riya ku dixwest ava bike veke. Hindistan di destê wê de bû, ew mêtingeha Îngilistanê bû. Împaratoriya Îngilîzan bi giranî xwe dispart Hindistan, Avûstûralya û hwd. û jê re digotin 'Împeratoriya ku roj naçe ava'. Paşê sermayeya Elman bi faşîzma Hîtler re xwe kom kir û xwest rêya Hindistanê ya ku ne ji Anatolya, Mezopotamya û Kendavê vebû, ji bakurê Behra Reş, ji Kafkasyayê di ser Îranê re pêş bixîne. Yekîtiya Sovyet, Emerîka û Îngilistanê tifaq çêkirin, li Moskovayê şer kirin, Îran asteng kirin û faşîzma Hîtler têk birin. Paytexta Elmanyayê cara duyemîn têk çû. Hewldan û êrîşên wan ên bi armanca jinûve parçekirina cîhanê, zêdekirina para xwe ya ji serweta cîhanê û gihandina rêza yekemîn, cara duyemîn têk çûn.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, di sala 1990’an de bi Şerê Kendavê re DYE ji bo avakirina Împaratoriya DYE’yê di bin navê 'Pergala Nû ya Cîhanê' de êrîşek nû da destpêkirin, Şerê Cîhanê yê Sêyem vê êrîşê îfade dike. Rojhilata Navîn di navenda vê de ye. Bi şerê Kendavê re dîsa bandora xwe li ser Iraq, Kendavê û Erebistana Siûdî zêde kir. Piştre jî bi dagirkirina Efganistan û Iraqê ev yek berdewam kir, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bisînor kir, komploya navneteweyî pêş xist û dagirkeriya xwe ya li Kendavê û Iraqê zêde kir. Hewl da ku ji lêgerîna civaka Ereb a demokrasiyê sûd werbigire. Nakokiya navxweyî ya pergalê, ev nakokiya di navbera êrîşa sermayeya serneteweyî û berxwedana statukoya ku dixwaze bi sînoran biparêze, gav bi gav veguherî şerê Efganistan-Iraqê. Piştre DYE ji Efganistanê vekişiya. Ket nav hewldana şerê Ukraynayê. Ji aliyekî ve kontrola xwe ya leşkerî-aborî li ser vê herêmê bi girtina Kendavê, Erebistana Siûdî û Iraqê û sînordarkirina Îranê xurt kir û ji aliyê din ve jî însiyatîfa riya enerjiya alternatîf a hevalbendiya Çîn-Rûsya ya bi Ukraynayê re têk bir. Piştî wê lihevhatineke Ereb-Îsraîl ava kir û li ser wê jî projeya rêyeke nû ya ji Kendavê ber bi Yewnanistanê ve bi rêya Îsraîl û ji rojhilatê Deryaya Spî heta Yewnanistanê vekir. Hêza sermayeyê lihevkirineke wiha pêk anî. DYE, Ewropa û Îngilistan jî di nava vê de ne.

Yên ku li bendê bûn Îran vê rewşê xera bike hebûn. Belê, ev rewş li gel pêkhateya berê ya Îranê nakok e, nakokiyek qismî heye, lê Îran rasterast li dijî projeyek wiha derneketiye û ketiye pozîsyona êrîşê. Projeyek wiha herî zêde bandor li dewleta Tirk kir. Ji ber ku di dîrokê de Rêya Armûşê ya kevin bû, rêya bazirganiyê ya Ewropa-Asyayê ya Serdema Navîn ji Împaratoriya Osmanî di ser Tirkiyeyê re derbas dibû û ji wir qezenc dikir. Herî zêde rêyên wê hene, li ser kendavê pira çêkiribû, lewma rêya bazirganiyê ya herî sûdwer e, wan hêvî dikir ku çi bikin jî ev rêya bazirganiyê di Tirkiyeyê re derbas bibe. Ji tiştekî wisa bibawer û rehet bûn.

Dewleta Tirk sed sal in ku li Rojhilata Navîn li dijî Yekîtiya Sovyetan modelek stratejîk bi dest xistiye û gotiye, "Em pira Asya û Ewropayê ne." Wan her gav bi vê pozîsyona ya stratejîk dikirin mijara bazarê. Ji ber ku lêgerîna rêyek bazirganiyê ji bakurê Deryaya Reş di ser Ukraynayê re hate sabotekirin, Tirkiye hêvî dikir ku ew ê bêtir girîng bibe. Lê beşeke girîng a sermayê biryar da ku Îsraîl derkeve pêş.

Rêber Apo got ku Tirkiye 'Proto Îsraîl' e. Sîstemê di nîvê yekem a sedsala 20’an de modela netew-dewletê li Rojhilata Navîn li ser dewleta Tirk belav kir. Di nîvê duyemîn ê sedsala 20’an de bi pêşxistina dewleta Îsraîlê re hewl da hevsengiyên li Rojhilata Navîn bi şerê Ereb-Îsraîl re biguherîne. Niha dixuye ku di nîvê yekem ê sedsala 21’an de dixwazin Îsraîla rasteqîn, ne Proto-Îsraîl bikin hêza diyarker û bi bandor a Rojhilata Navîn û beşeke girîng a sermayedaran ev biryar daye. Pirsgirêka ewlekariya Îsraîl tînin rojevê, ne tenê ewlekariya wê, herwiha Îsraîl dibe hêzeke diyarker li Rojhilata Navîn. Rêveberiya Trump hinekî li dijî vê bû. Ji ber vê yekê pergala heyî dixebitand, Komara Tirkiyeyê pê dilxweş bû, difikirî ku dikare li Rojhilata Navîn pozîsyona xwe biparêze. Rêveberiya Biden li dijî derket pêş, di nava Emerîkayê de pevçûn qewimîn, hilbijartin nêzîk dibin, em ê bibînin ka dê di pêşerojê de pevçûnên nû çawa biqewimin. Dê dîsa şerê Trump-Biden çêbibe. Ew arastekirina sermayeya DYE û stratejiya wê diyar dike. Tê gotin ku ‘Emerîkanîst û globalîst' di nav hev de ne. Lê belê, rêveberiya Biden bi vekişîna ji Efganistanê, pêşxistina şerê Ukraynayê, têkbirina projeyên Rûsya-Çînê û zêdekirina kontrola ewlehî û aborî ya li ser Ewropayê, hin pêşkeftinek çêkir. Paşê jî Îsraîl ji nû ve plan kir. Ji bo baştirkirina tifaqa Ereb-Îsraîlê gav avêtin. Bi eşkerekirina hevbendiyên Îran-Sûdî û Îran-Misrê têkiliyên Îran-Ereb ji nû ve organîze kir.

Pirsgirêka riya enerjiyê cara yekem di destpêka salên 1900’î de derket holê, sed û bîst sal in bû sedema şer û niha jî li ser bingeha hêza teknîkî ya li derveyî Tirkiyê, bi rengekî nû derketiye holê. Tirkiye li hêviya vê yekê nebû, hesab dikir ku bi vî awayî çênebe, xwe sûdwer didît, lewma jî hesab dikir ku her kes mûxtacî wê be. Dema dît ku ne wisa ye, ji bo pêşîlêgirtinê gav avêt. Şerê Qerebaxê jî parçeyek ji vê bû. Dixwestin Rojhilata Navîn û Asyayê bi Rûsyayê re bi rêya Azerbaycanê bi Tirkiyeyê ve girêbidin. Îran û Îsraîl bi hev re asteng kirin. Qerebax girtin, lê nehiştin Ermenistan sînorê Îranê bigire. Bi peymana Îran û Ermenistanê wî vala derxistin. Tirkiye şerê Xezeyê derxist. Heke Tirkiye nikaribe bibe xwedî rêyeke enerjiyê, ji ber ku şerê li Kurdistanê dimeşîne û ji ber vê yekê jî ji bo sermayeyê rewşeke bêistîqrar weke hincet nîşan dan. Tirkiye bi derxistina şerê Xezeyê re xwest ku ji Îsraîlê nayê bawerkirin û rêyeke bi vî rengî wê nemeşe derxîne holê. Pevçûn niha li ser vê yekê didome.

Şerê Xezeyê bêguman şerekî wiha ye. Ji bo Filistîniyan ne şerê rizgariyê ye, ne jî hêza wan a şerekî wiha heye. Hamas ne Tevgera Rizgariya Filistînê ye. Berevajî vê, ew rêxistineke ajan e ku wek Hîzbulkontra ji bo tasfiyekirina Tevgera Rizgariya Filistînê, wek Huda-Par a îroyîn hatiye avakirin. Ji ber vê yekê Rêbertî ji destpêka salên 2000’î ve ev rewş weke hewldana avakirina Hamas a Kurd nirxand. Divê ev neyê jibîrkirin. Îsraîl û gelek hêzan bi hev re Hamas ava kirin da ku Tevgera Rizgariya Filistînê paş bixin. Bi vê yekê wan berê Hamasê paşve kişand, niha jî Hamasê wek ku dixwazin bi kar tînin. Di pevçûneke wiha de bi alîkariya Tayyîp Erdogan ev yek bi kar anîn. Tayyîp Erdogan bi komkirina bi navê Hamasê xwest rêya ku nû hatibû îlankirin sabote bike. Di eslê xwe de yên dixwestin Emerîka û Îsraîl bûn û ji vê re hazir bûn. Êrîşa Hamasê bi fermana Tayyîp bû û Emerîka û Îsraîl bi dizî bêyî ku haya wan jê hebe ev yek kirin. Dema êrîş tê kirin û sedem eşkere dibe, hewl didin Hamasê bişkînin û rêya enerjiyê ewle bikin, hewl didin rê paqij bikin. Çawa ku ketina Seddam ji bo Kuweytê bû hinceta Şerê Kendavê, êrîşa Kuleyên Cêwî jî bû hinceta dagirkirina Efxanistan û Iraqê, êrîşa Hamasê jî bû hinceta tasfiyekirina Hamasê. Li vir Tayyîp Erdogan sîstem bi kar anî. Tayyîp Erdogan fikirî ku bi însiyatîfeke wiha dikare rêya enerjiyê sabote bike. Hin derdor, yanî Emerîka û Îsraîl, hesab kirin ku rewş dê bi vî rengî be û li ser vê bingehê Tayyîp Erdogan xapandin. Tayyîp Erdogan paşê dît ku plana têkbirina Hamasê heye. Niha jî hewl dide xwe jê xilas bike lê nikare xwe xelas bike. Lê ew jî dixwaze vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe biguherîne. Heger bi planeke wiha Hamas were çewisandin, ji bo ku PKK’ê bişkîne jî planeke wiha çêdike. Di vî alî de zextê li hin derdoran dike û ji xwe re rewşê guncan dibîne. Di NATO’yê de ev yek nîqaş kir, ketina Swedê ya NATO’yê kir mijara bazarê. Di vî alî de bi zorê ji DYE û NATO’ê destûr wergirt. Ji aliyekê ve di berdêla ketina Swêd a NATO'yê de ji bo kêmkirina metirsiya PKK'ê hin çek û erêkirina siyasî ji NATO'yê wergirt. Ji aliyê din ve jî dixwaze êrîşên leşkerî yên ji bo îmha û tasfiyekirina PKK'ê bi vî rengî pêş bixe û êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê ji xwe re mînak bigire. Di cih de êrîşî Rojava kir û xwest êrîşî Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bike. Niha jî dixwaze van êrîşan berfirehtir bike.

Dewleta Tirk ev yek dît: Dema ku hewl dida li ser Rojhilata Navîn hîn zêdetir serdest bibe û bi pêş bikeve, dît ku ji Rojhilata Navîn tê dûrxistin û Tirkiye ji bo pêşiya vê yekê bigire hemû derfetên seferber kir, êrîş dike. Ji bo vê jî plana tinekirina PKK’ê dike. Hewl dide bi şikandina PKK’ê û lihevkirina bi Iraqê re rêyeke kurttir a bazirganiyê ya bi ewletir biafirîne û gelek sermayeyan bikişîne aliyê xwe. Planeke bi vî awayî heye. Ji aliyê din ve, eger ne wisa bûya, dê li ser bingeha Mîsak-i Millî, Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir bike û têxe bi serweriya xwe. Her wiha li Iraq û Sûriyeyê bi hinceta Tirkmenan qadên Ereban dagir bike û ji bo bi destxistina qadên ernejiyê di nava lêgerînê de ye. Weke hedef gelek planên wî yên bi alternatîfî hene. Gihîştina van hemû armancan bi şikandina gerîla û tasfiyekirina PKK’ê ve girêdayî ye. Têkoşîna PKK’ê wî anî vê rewşê. Zîhniyet û siyaseta wî ya faşîst mêtingeh-jenosîd e ku ber bi vê ve diçe. Ew nikare wê biguherîne. Li ser wê zîhniyet û siyasetê dixwaze PKK’ê biperçiqîne, qirkirina Kurdan temam bike û li Rojhilata Navîn xwe bike hêzeke mêtinger, dagirker û emperyalîst. Dixwaze rêya enerjiyê jî biguherîne, heke nikaribe biguherine, dixwaze dest deyne ser hinek qadên enerjiyê yên Rojava û Başûr. Bibe xwedî çavkaniyên dewlemend û li ser vê bingehê dixwaze têkeve Kerkûkê. Dixwaze dest deyne ser petrola Rojava. Lêgerînên wan ên wisa hene. Ji ber ku di rewşa xwe ya heyî de ancax bi vê zihniyet û sîyesetê serdestiyeke bi vî rengî bide domandin. Ji bo vê jî divê PKK bê tasfiyekirin û gerîla bê perçiqandin. Ew bi her tiştê xwe re li ser vê yekê disekine.

Li ser endamtiya Swêdê ya NATO’yê ji DYE û NATO’yê hêzê digire, lê  ew jî têra bikaranîna wê nake. Jixwe bi hêz û piştgiriyê gihîştina heta vê noqteyê. Di encamê de ew asê mabû û digevizî. Rewşa ku li Zap, Metîna û Avaşînê jiyaye ev e. Heta derbû dixwe. Di rewşa heyî de divê yan paşve vekişe, yan jî bi pêş ve biçe û bi temamî gerîla bişkîne. Ger ew paşve vekişe, ev tê wê wateyê ku ew têk çûye û ew ê hilweşînê bi xwe re bîne. Yekane alternatîfa mayînde êrîşên nû ye. Ew jî dibîne ku êrîşên wî yên bi rêyên kevin wê ber bi serkeftinê ve neçe. Êrîşên ku bi wê hêzê pêk anî rê li ber vê encama heyî vekir. Ji bo vê yekê biguherîne û rewşa serkeftinê derxe holê pêwîstî bi hêzên nû heye. Nêrîna wî ya li hember Îranê ev bû. Hewl dide ji Îranê destekê bigire. Hewl dide li ser piştgiriya DYE, NATO û Rûsyayê, piştgiriya Îran, Iraqa girêdayî Îranê û YNK’ê lê zêde bike. Lêgerîna wî li ser vê bingehê ye. Her wiha plana hêza hevpar jî eşkere kir.  Hewl dide hêzên Iraq, YNK, PDK Tirkmenan veguherînin hêzeke hevpar a di bin kontrola artêşa Tirk de û ji Zaxo heta Silêmaniyê bi yekîneyên zirxî dagir bike. Ji dewleta Iraqê re dibêje; ‘Em dagir bikin, hûn xwedî lê derkevin’. Ji Iraqê re dibêje; ‘Hûn ê bibêjin me xwest, me bang kir, li gorî peymana me pêk tê’. Palan dike ku ji aliyê Başûr ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî dorpêç bike û ji aliyê Bakur ve êrîşên xwe hîn zêdetir bike û armanca wî ew e ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zap, Garê û Qendîlê gerîla bi temamî bişkîne. Nêzîkatiyeke wiha ya leşkerî tê dîtin. Di nava lêgerîn û hewldaneke wiha de ye. Di sala 1992’an de hewl da ku tiştek bi vî rengî bike. Ji ber vê sedemê şerê Îran û Iraqê di sala 88’an de da rawestandin. Wê demê gotin ‘Sindan û çakûç’. Piştre di sala 92’an de rêveberiya Hewlêrê ava kirin.

Wan ev yek dît: Bi êrîşeke yekalî ya ji Bakur nikarin bi pêş ve biçin, di çiravê de asê mane, derbê dixwinê, ew ê werin tunekirin. Dev ji pêşketinê berdin, nikarin xwe jî biparêzin. Qebûl kirin ku heta ji Başûr û xetên din ve dorpêç nekin û ji her alî ve zextên hevpar çênebin, nikarin gerîla têk bibin. Dixwazin dorpêçeke wiha pêş bixin, hevdîtinên wan jî li ser vê bingehê ne. Ji aliyekî ve li ser ava Dîcle-Firatê gefan li rêveberiya Iraqê dixwin. Li aliyê din gefên wekî 'Eger hûn nekin em ê bi hêza xwe bikin' dixwin. Hin bi dayîna derfetan û hinekî jî bi gefxwarinê hewl didin Iraq û YNK’ê bikşînin vê derê. Hevdîtin tên kirin. Hevdîtinên dawî yên TC-Bexdayê yên di çapemeniyê de wiha ht gotin;  "Me biryar da ku bi Iraqê re li ser axa Iraqê li dijî rêxistinên ku zirarê didin Tirkiyeyê operasyoneke hevpar li dar bixin." TC bi mehan e ji bo vê yekê bi dest bixe di nava hewldanên mezin de ye, lê ev yek bi tevahî nehatiye zelalkirin. Ji bo ku Iraq û YNK siyasetê diyar bikin divê nêzîkatiyên DYE û Îranê hev bigirin. Ji ber ku di bin bandora herduyan de ne. Îran vê rewşê dibîne, li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Di navbera wan de nakokiyên wisa dijwar hene.

Ji bo Tirkiye bigihêje encamê, divê Iraq û YNK wekî PDK’ê bi dewleta tirk re tifaqa têkbirina PKK’ê çêbike û ev yek zehmet xuya dike. Lê heta niha astekê piştgirî dane, dixwazin bidomînin, heta dibêjin dibe ku piçekî din jî zêde bikin, lê ne mimkûn e ku li gorî Tirkiyeyê dixwaze bikevin rewşa PDK’ê. Her wiha çalakiyên gerîla û operasyonên şoreşgerî planên dewleta Tirk têk birin. Ji ber ku bi gotina 'Ez ê hilweşînim, bişkînim û lêbidim’ van derdoran ditirsand, lê dema ku ji gerîla derb xwarin, ev tirs ji holê rabû. Niha tiştekî wisa nîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi xwe nikare bike, dixwaze wan bi kar bîne, lê her kes dibîne ku dewleta Tirk qels e, bi ser nakeve û wê dewleta Tirk wan bikar bîne. Vê yekê bi operasyonên şoreşgerî yên gerîlayan de dîtin. Di vê qonaxê de her kes li berjewendiyên xwe digere, ji ber ku ne leşkerên Tirk in. Li ser vî esasî dewleta Tirk lihevkirina tifaqeke bi vî rengî de zehmetiyê dikişîne.

Rewşa dawî wê vê yekê pir tevlihevtir bike. Heger SÎHA jî tên xistin, bêguman wê YNK û Iraq vê rewşê bêtir binirxînin û wê nexwazin xwe bavêjin nav agirê dewleta Tirk. Her wiha dibe ku PDK jî vê rewşê binirxîne. Ew ê di nava PDK’ê de jî tirseke mezin û bandoreke jêveger çêbike. Ev ji bo me pêngaveke baş e. Geşedanên leşkerî yên ji destpêka meha Cotmehê û vir ve bandorek pir erênî li ser rewşa siyasî kir. Operasyonên şoreşgerî û çalakiyên dawî yên Girê Amediyê, Girê Cûdî bi rastî girek, helwestek, çalakiyek lê asteke ku siyasetê diyar dike derxist holê. Mîna şerên dijwar ên Serdema Navîn, artêşek dikare bi yek çalakiyekê were têkbirin.

Dewleta Tirk xwe dispêre hêza xwe ya teknîkî û rastî bi derbxwarinên bi vî rengî wê her hêza ku bi wê re tifaqê bike têxe nava fikaran, wê yên ku bi dewleta Tirk re tifaq kirine jî têxe nava fikaran û dê PDK jî têxe nava fikaran. Ji ber ku rewşa heyî tirsnak e. Di vî warî de Dewleta Tirk hewl dide lê nikare encamê bi dest bixe.

Dewleta Tirk dixwest hêza ku ji NATO û DYE wergirtibû, ji Îranê jî bigire, li gorî xwe planên xwe çêbike, dorpêç bike û bi pêngaveke dawîn wê bişkîne. Pêdiviya dewleta Tirk bi tiştekî wiha heye, wê piştî hilbijartinan hewldanên bi vî rengî bîne rojevê. Divê em vê yekê li ber çavan bigirin, bi cidî nêz bibin, armancên wan diyar in. Ger ew vê hêzê bibîne wê pêk bîne. Yan wê dest deyne ser çavkaniyên enerjiyê yan jî rê veke, ji bo vê ew bigihêje çi jî, yekem tiştê ku divê bike ew e ku gerîla bişkîne û PKK’ê tasfiye bike, armanca wî y sereke ev e. Li gel vê jî wê Tirkiye nikaribe ji rewşa ku tê de ye derkeve.

Ji bo Tirkiye ji rewşa heyî derkeve; bi PKK û gerîlayan re, bi guhertina zîhniyetê, bi demokratîkbûyînê, bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û demokratîkkirina Tirkiyeyê dikare rêya çareseriyê bibîne. Di rewşa heyî de dîktatoriya faşîst gelekî serdest e. Di desthilata xwe de serdest e û di muxalefeta xwe de jî serdest e. Jixwe di pêvajoya hilbijartinê de ev rewş bi awayekî zelal tê dîtin. Di nava CHP’ê de nijadperestên şoven ên faşîst ku AKP û MHP’ê jî derbas dikin derdikevin pêş. Zîhniyeta Tirkiyeyê bi vî rengî tê hejandin, ev têkoşîn hinekî derketibû derveyî sînor derketibû û kêm bandor li Tirkiyeyê kiribû. Lê niha bi hemû hêza xwe bandorê li Tirkiyeyê dike. Hilbijartin dê bibe bandorek, ev yek wê were dîtin.

Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve yan nekeve wê êrîş bike, wê li ser esasê planê wê xwe biceribîne, lê ger di hilbijartinê de bi ser bikeve, wê bi moralek mezintir êrîş bike. Di rewşa heyî de eger di şer de têk biçe û di hilbijartinê de têk biçe, êdî eniya Iraq-YNK-Îran piştgiriya ku dixwaze wê nedinê. Wê demê ew ê qels bibe. Hewldanên êrîşkirinê hebin jî, berxwedan û şikandina wê hêsantir dibe.

Bi rastî ev sala nû ya Newrozê saleke bi geşedanên nû û mezin tijî ye. Ev wê encamên siyasî yên girîng bi xwe re bîne. Li ser vê bingeha xeta fedayî ya Apoyî em ê bi nûkirin, guhertin, veguhertin û perwerdekirina xwe ya li ser fêmkirina rast a pêvajoyek wiha û pêşxistina rêbazên têkoşînê yên afirîner, giraniyê bidin ser erkên xwe yên pêşengiyê. Nêzîkatiya me ya li Newrozê, fêrbûna ji Newrozê, rast têgihiştina wê û pêşwazîkirina rast û serketina Newrozê bi vê ve girêdayî ye.

Em li ser vê bingehê Newrozê dijîn û pîroz dikin. Li ser vê bingehê em careke din Newroza hevrêyên xwe, gelê xwe û dostên xwe di serî de Rêber Apo pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên Newrozê û hemû şehîdên xwe yên leheng ên Têkoşîna Azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

(*) Gotara ku Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji bo rojnameya Serxwebûnê amade kiriye.