Rastiya fermanên li ser Êzidiyan

Serwerî li dijî nirxên çand û baweriya Êzidiyan e. Ji ber ku nekarîn bibin xwedî, ji bo careke din nemîne, hewl dan tune bikin.

Em Êzidî xwedû duayekê ne ku xwe dispêre hişmendiya me ya kolektîf û ezeztî ji nava xwe rakiriye. Xwezaya serweriyê li dijî vê çanda mezin e. Ji bo me piştgiriya gelan girîng e, ne ya dewletan.

Li gorî yên hatine hesabkirin û tê bîra mirovan, herî kêm 74 ferman li Êzidiyan rabûne. Koçberkirina gel a bi rêbazên şerê taybet, desteserkirina mal û milkên wan, mexdûrkirin û talankirin, bi kurtasî 'fermanên biçûk lê bandor mezin' li derveyî vê hejmarê ne. Li gorî gotinên mezinên me, hin ji fermana ewqasî mezin bû ku dijmin mîna dîwarekî ji mirovan ketibû rêzê û ji Şemal (Bakur) heta bi Qibletê (Başûr) çi diket ber, hemû qetil kirin, qir kirin. Ne tenê mirov qetil kirin di heman demê de tenûr, destar, kubbe, dar, silavgeh û gelek nirxên mîna wan talan kirin, ji holê rakirin. Yanî bi navê çanda madî û manewî çi hebe, qir kirin. Gelo çima ev ferman li gelê me rabûn? Eger em dîrokê binirxîne, rastiay civakan bibîne, bi kûrahiya koka baweriya xwe dakevin û polîtîkaya serwer û dewletan a li dijî vê yekê fêhm bikin, hingî em tê sedema polîtîk û îdeolojîk a van komkujiyan jî têbigihêjin. Her ku mirov fêhm dike hîn bêhtir bi rastiya xwe ve tê girêdan û ev girêdan jî ji bo poarastina rastiya Êzidiyan gelekî girîng e.

HEWLDANA SERWERAN A XWEMALÎKIRINÊ

Beriya her tiştî dema ku tê xwendin û hînbûn, hingî tê dîtin ku nêzîkatiya serweran a xwemalîkirina yên destpêkê di vê komkujiyê de jî weke ferasetekê derdikeve pêş. Di vê polîtîkaya serweriyê de feraseta ku dibêje 'yên ku destpêkê genim çandine, stargeh ava kirine, wêne xêz kirine, peyker çêkirine, geometrî-matematîk-kîmya û fîzîk dîtine, felsefe afirandine, nivîs dîtine divê em bin' ji ber xwe ve çênebûye. Ev yek ji xwe re kirine polîtîkayeke bingehîn. Bi vê jî nemane û bi gotina 'koka gelek gotinan ji çanda me tê' dest bi îdîayên xwemalîkirina ziman jî kirine. Ji ber vê yekê 'teoriya roj-ziman' afirandin. Serî li derewa 'dîrok ji me destpê dike' dan.

AFIRÎNERÊ HER TIŞTÎ, EZDA

Ya herî balkêş jî hewldana wan e ku baweriyê ji xwe didin destpêkirin. Bi gotina 'perestgeha destêpêkê li gel me çêbû, me îbadetxaneya destpêkê ava kir' di vê mijarê de jî hewl dan ku hikum li ser baweriya mirovan bikin. Dixwazim destnîşan bikim ku di vê mijarê de xwe şaş kirine û dikarim vê ispat jî bikim. Êzidîtî xwe dispêre peyva Ezda. Wateya peyva Ezda jî wiha ye; 'Xweda ez da' yan jî 'Xweda ez afirand'. Ji xwe di çanda giştî ya Kurdistanî û Kurmancî de diyar e baweriya bi 'Xwedê ez da' zêde ye ku li her herêmê ev gotin bi wateya Ezdatiyê tê bikaranîn. Ev çanda ku bandor li zimanê me kiriye pir pir kevn e. Hîn jî li Kurdistanê dema zarok ji dayik dibin dibêjin 'Xwedê da'. Dema ku mirov vê peyvê lêkolîn dike, dibîne ku ji ber xwe ve nehatiye gotin, peyveke ku xwe dispêre Ezdatiyê. Di vir de tê destnîşankirin ku afirînerê her tiştî Ezda ye. Tê fêhmkirin ku hêza afirîner a destpêkê yanî Xweda, Ezda ye. Bêguman dema ku van dibêjin, em ê jî bi mejiyê serweran tevnegerin û mîna wan nebêjin 'Wê demê Xweda destpêkê Êzidî afirandiye'. Lê tevî vê yekê jî em nikarin înkar bikin ku koka baweriya me ji Yahûdîtiyê jî kevntir e.

XÊR, XÎRET, XILMET

Mebesta min ji vê nivîsê ne ew e ku nîşan bidim ku me mohra xwe çawa avêtine binê gavên destpêkê; bi vê nivîsê dixwazim sedemên polîtîk ên dîrokî û rojane, rastiay sosyolojîk a van komkujiyan vebêjim. Lewma girîng e ku bê eşkerekirin, bê çawa serwer bi derewên mezin hewl didin xwemaliyê li gavên destpêkê bike, dema ku vê nake jî çawa wan civak û nirxan qir dike. Serwer di heman demê de xwedî wê hunerê ye ku ya resen bidizin, bikin malê xwe û ya resen berevajî bikin û bişibînin xwe. Em ji lêkolînên dîrokî hîn dibin bê çawa ya resen xera dikin. Baş e pirsa 'Gelo em Êzidî di rewşa xwe ya destpêkê de ne?' bê pirsîn. Bêguman yek ji mexdûrên karên xerakirina ya resen a modernîteya kapîtalîst, çanda me ye. Mijara esasî ew e ku tevî her tiştî jî çanda ku bi kevneşopiya Êzidîtiyê tê dewamkirin, hîn jî serweran aciz dike. Serwer çiqasî jêhatî jî bin nikarin yên destpêkê û reseniya çanda me xera bikin. Ji ber vê yekê dibehicin û bi vê hêrsê êrîşî Êzidiyatiyê dikin. Mînak di baweriya me de piştevaniyek ji sê çandên pîroz heye; xêr, xîret û xilmet. Li gel êrîş û zextên modernîteya kapîtalîst jî ev çand hîn jî weke rehê esasî diherike. Tevî ku di mijarên xîret û xilmetê de hinekî sistbûn hebe jî di mijara xêrê de ti guhertin û berevajîkirin nebûye.

XÊR TIMÎ TÊ BELAVKIRIN

Di vê demê de jî malbata herî xizan jî dema ku yek jê dimire, xêrê belav dike. Her sal, di her salvegerê de bêqisûr xêrên mezin belav dike. Di çilî de xêr û xizmetên mezin tê kirin, di 9 mehên destpêkê de hefteyê du caran û 11 mehan jî serê her mehê xêr tê belavkirin. Kincê kesekî di temenê yê mirî de tê anîn, ev kinc ji aliyê xwediyê malê ve tê şuştin û piştre şekir li nav tê bicihkirin û radestî xwediyê kinc tê kirin. Her wiha kincên nû bi têra çenteyekî tê kirîn û kincên mirî hemû li mirovên di heman temenî de ne tê dayin. Yanî di rojên me yên pîroz de xêr tê belavkirin. Dema ku ev xêr tê kirin jî her carê qurban tê serjêkirin, xwarin tê çêkirin û li mirovên xizan û birçî tê belavkirin.

DESTPÊKÊ 72 MILETÎ, PIŞTRE ME BIPARÊZE

Rêber Apo dibêje di nava çanda neolîtîkê de cejn ji bo belavkirina ya zêde tê kirin. Yanî bi baweriya belavkirina ya zêde ewqas xêr tê belavkirin. Hejmara zêde ya cejnên me jî ji ber vê çandê ye. Di heman demê de di duayên me de jî çandeke welê heye ku beriya xwe, em li xelkê dikifirin. Mînak di her duayên xwe de em berê xwe didin rojê û dibêjin 'Xwedê tu 72 miletî biparêze, piştre jî me biparêze'. Bi vî rengî duayên me jî xwe dispêre hişmendiyeke kolektîf û me ezeztî ji holê rakiriye. Di nava me de çandeke welê nîne ku Xwedê tenê di nava ola xwe de hiştiye û bixwaze ku tenê xizmetê ji me re bike. Di nava çanda me de bi qasî pirsîna li hev, her wiha çanda bûyîna ji bo hinekî din nîne. Serwer ji ber ku nikarin vê çandê bikin mala xwe, heta ji wan tê hewl didin vê civakê tune bikin. Nikarin vê çandê bikin malê xwe, ji ber ku eger vê çandê bikin malê xwe wê nikaribin serweriyê bikin. Di xwezaya serweriyê de xêr nîne. Xwezaya serweriyê dijberiya li vê çanda mezin e. Wê demê, ji ber ku nikare li nirxên me yên destpêkê bibin xwedî, hingî wê çi bikin? Tenê tiştek dimîne ku bikin, ew jî tunekirina vê çandê ye. Ji ber vê yekê her çandeke madî û manewî ya Êzidiyatiyê bûye sedemeke êrîşê.

BI MEJIYÊ TUNEKIRINÊ ÊRÎŞ KIRIN

Ji ber vê yekê vê çanda bi kok hin kes ji dîn û îmanê derxist û bû sedem ku bi rengekî hovane û kujer êrîş bike. Kujerên DAÎŞ'ê ku bi navê Îslamiyetê rabûn, ji ber ku zanî bûn heta ev çand hebe wê Îslamiyeta sexte jî li pêş çavan e, ferman bi serê me ve anîn. Lewma hewl dan tune bikin. Li gorî wan, xwediyê çanda esasî ya afirînerên gav û nirxên destpêkê divê ne Êzidî bûna. Diviyabû ew xwediyê destpêkê yê bihuştê ew bûna, yên ku dojehê bîne serê wan jî ew bûna. Van kujerên ku hewl dan xwe weke Xweda nîşan bidin, bi kiryarên xwe yên mîna roja qiyametê, çawa ku Osmaniyan kirin ji Kiblet heta Şemalê plan kirin ku Êzidiyan tune bikin. Bi fetwayên vî mejî êrîş kirin: 'Niha li ser rûyê erdê eger di dua hinekan de komunîzm hebe, eger di çanda xwe de xêr hebe divê qewmê xwe bê tunekirin'. Ji ber ku ev çand hinekan aciz dike. Bi mejiyê 'divê xwediyê her tiştî em bin, eger li gorî me nebin em ê tune bikin' êrîş kirin.

YA GIRÎNG PIŞTGIRIYA GELAN E

Cîhanê li dîmenên roja fermanê temaşe kir. Gelo dewletên pêwendîdar ev yek weke qirkirinê ranegihandin û xwedî lê derneketin? Ji ber ku navê xwe cuda jî be serwer timî heman polîtîkayê dimeşînin. Piştî ku bi kêrî modernîteya kapîtalîst nehat, çima piştgiriyê bidin Êzidiyan? Ji bo vê çanda ku li pêşiya modernîteya xwe asteng e, çima derdekî xwe hebe ku biparêze? Bêguman ev nabe. Ji ber vê yekê hin dewletan komkujiya bi serê Êzidiyan ve hat qaşo weke qirkirinê pênase kirin, lê belê heman piştre yekser mohra xwe danîn binê Komploya 9'ê Cotmehê ku mirov dikare weke dewama fermanê jî binav bikin. Dema dawî hemû dewletên li nava NATO'yê (Di nav de dewletên ku dibêjin, 'ez qirkirina Êzidiyan nas dikikm' jî hene) şert û karên operasyonî yên dewleta Tirk qebûl kirin. Her kes baş zane ku di operasyonên bi navê 'qedandina PKK'ê' de yek ji armancan ew e ku Êzidîtî û çanda wê bê tunekirin. Normal dema ku dewlet ji bo vê êrîşê bibêje 'qirkirin e' çi dibe bila bibe divê xwedî li wî gelî, li wê baweriyê derkeve û weke dewlet pê re be. Bêguman ev tenê ji bo prosedurê ye. Ji ber ku em bi polîtîkaya dewletan zanin, em ne li benda piştgiriya wan e, lê belê girîng e ku durûtiya wan jî bê dîtin û li gorî wê helwest bê nîşandan. Ji bo me ya girîng piştgiriya gelan e. Çawa ku em ji bo parastina gelan hemûyan dua li Xwedayê xwe dikin, bi heman hestê em hêvî dikin ku gel jî têkoşîna me bibînin. Xwedîderketina li Êzidiyatiyê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye, ji ber ku weke çanda me ya esasî, çanda me ya dayikê, mirovahî wê mîna rojekê timî li çiyayê Şengalê hilê.