Li Hesekê êrîş bi ser şervanên YPG'ê de anîn
Li Hesekê êrîş bi ser şervanên YPG’ê de anîn. Hêzên YPG'ê li êrîşkaran digerin.
Li Hesekê êrîş bi ser şervanên YPG’ê de anîn. Hêzên YPG'ê li êrîşkaran digerin.
Li Hesekê li derdora Bendava Basilê, duh dema ku di nobedê de bûn êrîşek bi ser du şervanên YPG'ê de pêk hat. Di encama êrîşê de şervanek bi giranî birîndar bû.
Du kesên ku nasnameya wan ne diyar li ser motosîkletê êrîş bi ser şervanên YPG'ê de birin ku li derdora Bendava Basilê nobed digirtin.
Di encama êrîşê de şervanê bi navê Elî Mihemmed Casim birîndar bû. Êrîşkar ji herêmê reviyan. Casim ê ku birîndar bûyî tê tedawîkirin. Hêzên YPG’ê li kesên ku dirûvê wan diyar bû digerin.