Li Kobanê cenazeyên Komaz û Hemo hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên du şervanên YPG′ê Ebdulezîz Komaz (Heqî Karer) û Umer Hemo (Umer Kobanê) li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên du şervanên YPG′ê Ebdulezîz Komaz (Heqî Karer) û Umer Hemo (Umer Kobanê) li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanên YPG′ê Ebdulezîz Komaz (Heqî Qerar) û Umer Hemo (Umer Kobanê) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û bi bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de bi dehan Fermandarên QSD′ê, Endamên Destey û Saziyên Civaka Sivîl ên Kantonê, amade bûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Ehmed Dadalî axivî û diyar kir ku xwîna şehîdan li erdê namîne û got: ″Em ê bi tolhildanê, li hember çeteyên DAIŞ′ê û dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin, axa xwe û gelê xwe biparêzin. Divê her kes ji fedekariya şehîdan re wefadar be û têkoşîna wan bidomîne.″
Her wiha Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Xalid Berkel û Endama Rêveberiya TEV-DEM′ê Hedle Hesen jî axivîn, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin, têkoşîna şervanên azadiyê silav kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşiman ve hate veşartin.