Çeteyên DAIŞ′ê nivro saet di 12.30’an de ji milê rojavayê Bendava Azadî û ji hundirê bajaroka Mansûra VE êrîşî nUqteyên şervanên QSD′ê kirin. Şervanan bersiva êrîşan da û li herêmê şer derket.
Hat diyarkirin ku li herdu deveran jî şer dewam dike û di van kêliyan de dijwar bûye. Heta niha 19 çeteyên DAIŞ′ê hatine kuştin û cenazeyên 11 çeteyan tevî 2 tank, 2 wesayîtên BMB (panzer), 12 Kalaşnikof, 10 rextên teqemeniyê, 2 cîhazên bêtêl ên Hytera ketin destê şervanan.
Li herêmê şer bi dijwarî didome.
Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku tevî êrîsên çeteyan jî, şervan ber bi navenda bajaroka Mansûra ve pêşve diçin û şer di van kêliyan de li derdora bajarok dijwar bûye.