Hêzên Tirk ên xendek dikolan paşve vekişiyan

Hewldana hêzên artêşa Tirk a dagirkirina xaka Gundê Şenkîliyê ya navçeya Reco ya bajarê Efrînê, di encama nerazîbûnên gel de, hate valaderxistin. Li ser nerazîbûnên gel hêzên Tirk ên ku li herêmê xendek çêdikirin vekişiyan.

Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên nîvro de alavên kolandinê li ser sînor li hember gundê Şenkîliyê bi cih kirin, da xendeqan bikole û dîwarê şermê ava bike. Artêşa dagirker 500 metre erdên şêniyên gund dagir kir.

Li hember vê yekê bi sedan welatiyên navçeyên Raco û Bilbilê berê bi sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ve herikîn û nerazîbûna xwe nîşandan. Welatiyan bi dirûşmeyan xwestin ku artêşa dagirker tevî alavên xwe ji erdên wan derkevin. Di encama nerazîbûna gel de artêşa dagirker neçar ma tevî alavên xwe, xwe paşve bikişîne.

Welatî piştî wê bi çend saetan li ser sînor man, da artêşa dagirker venegere. Piştre vegeriyan gundên xwe.

Êrîş û destwerdanên dewleta Tirk ên li ser sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê didomin, lê navneteweyî bêdenge.