Li Mensûra çekên ku Tirkiyê dabûne çeteyan hatin bidestixstin
Şervanên QSD’ê li Mensûrayê çek û cebilxaneya çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin. Di nav çekan de ku hatine bi destxistin çekên ku Tirkiyê şandibûn ji çeteyên DAIŞ’ê re jî hene.
Şervanên QSD’ê li Mensûrayê çek û cebilxaneya çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin. Di nav çekan de ku hatine bi destxistin çekên ku Tirkiyê şandibûn ji çeteyên DAIŞ’ê re jî hene.
Şevanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li bajaroka Mensûra miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ`ê desteser kirin. Di nav de çakên ku li Tirkiyê hatine çêkirin jî hene.
Şervanên QSD`ê di çarçoveya hemleyeke leşkerî de ji aliyê bajarê Tebqa ve pêşve diçin û xetên parastinê zexm dikin, doh sibê jî şervan ji aliyê başûrê rojava ve ketin bajaroka El-Mensûre. Şervanan heta niha 90 ji sedî ji rûberê bajarokê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.
Di operasyona paqijkirina beşên rizgarkirî yên bajarokê de, 2 depoyên cebilxaneyan desteser kirin.
Nûçegihanên ANHA`yê yên ku ji nêz ve pêngavê dişopînin, karîbûn xwe bigihînin wê derê û wêneyên çek û cebilxaneyên ji aliyên şervanan ve hatine desteserkirin, bigrin.
Çekên hatine desteserkirin cuda bûn, giran û sivik jî hebûn wek topavêja Hawan 60 mm, 120 çekên Kilaşinkov, hejmareke zêde ya ji bombeyên destan, hejmarek ji çekên RBC bi guleyên wê ve, her wiha miqdarek mezin ji cebilxaneyên wan çekan hatin desteserkirin.
Her wiha Şervanan 2 amûrên qutkirina tora bêtêlan ên cureyên Sîcînal, desteser kirin.
Şervanan her wiha bombeyên ku çeteyên DAIŞ`ê li ser balafirên biçûk ên bi rêya amûrê kontrolê difirandin bicih dikirin jî desteser kirin, çeteyan di demên dawî de ev şêwaz bikar danî, her wiha miqdarek derman û çareseriyên lezgîn jî desteserkirin. Gelek ji amûrên hatin destserkirin li Tirkiyê hatine çêkirin.
Di hundirê bajarokê de, Şervanan alên çeteyên DAIŞ`ê û alên Tirkiyê vedîtin, ev yek jî careke din têkliya Tirkiyê bi DAIŞ`ê re nîşan dide.
Hêjayî gotinê ye, şervanan demek berê jî li bajarê Mensûra, 3 tank û 2 erebeyên leşkerî ên çeteyên DAIŞ`ê desteser kiribûn.