Li Efrînê ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin
Welatiyên navçeyên Şera û Bilbilê yên Kantona Efrînê, ji bo azadiya Ocalan meşiyan û soza domandina têkoşînê dan.
Welatiyên navçeyên Şera û Bilbilê yên Kantona Efrînê, ji bo azadiya Ocalan meşiyan û soza domandina têkoşînê dan.
Meş ji aliyê Kongreya Star û TEV-DEM′ê ve hate organîzekirin, bi beşdariya sedan welatiyên ji navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê ve hate lidarxistin. Di meşê de saziyên sivîl, Hêzên Asyîşê, Trafîkê û HPC′ê amade bûn.
Meş ji gundê Kotana yê girêdayî navçeya Bilbilê destpê kir. Meşvanan alên Kongreya Star, TEV-DEM′ê û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, her wiha pankartên ″Em bêdengiya Komîteya Têkoşîna li dijî Êşkenceyê ya Ewropa li hember tişta ku li Îmraliyê rû dide, şermezar dikin″ û ″Rêber APO, Rêberê tevahî mirovahiyê ye″.
Meşvan di ketina gund de kombûn û deqeyek rêz hate girtin. Piştre daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de soza domandina têkoşîn û çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan hat dayîn.
Her wiha Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê ya navçeya Bilbilê Sûreya Mûstefa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku bi zêdebûna êrîş û siyasetên qirkirina li dijî doza Kurdî re, hêz û îsara gelê Kurd a xwe gihandin mafên xwe, zêde dibe.
Meş bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan ve bi dawî bû.