Piraniya Mensûra hat rizgarkirin

Şervanên QSD`ê ji 90 ji 100’î yê bajaroka Mansûra xistin bin kontrola xwe.

Şervanên QSD`ê ji 90 ji 100’î yê bajaroka Mansûra xistin bin kontrola xwe.  2 depoyên cebilxane, 3 tang û 2 BMB ketine destê şervanan.

Operasyona xurtkirina xeta parastina bajarê Tebqayê didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê duh berê sibehê, ji milê başur-rojava ve ketin bajaroka Mansûra. Ji duh ve di nava bajarok de şerekî dijwar heye.

Heta niha ji bilî du taxan piraniya bajarok ketiye bin kontrola şervanan. Tê gotin ku di şerê nav bajarok de gelek çete hatine kuştin. Lê ne zelal e bê ka çend hatine kuştin.

Her wiha heta niha şervanan 3 tang, 2 BMB (panzer) yên derb xwarî û 2 depoyên cebilxaneyê bi dest xistin.Fermandara hêzên li Mansûra şer dikin Zinarîn Minbic diyar kir ku ji 90 ji 100’î yê bajaroka Mansura hatiye rizgarkirin û ji bo paqijkirina 2 taxên dawî, şervan bi pêş de diçin.

Bajaroka Mansûra ku 50 hezar nufûsa wê heye 20 kîlometreyan bi ser rojhilatê bajarê Tebqa ve ye.