YPG'ê bîlançoya meha Gulanê eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Gulanê eşkere kir û wiha tê gotin; "Artêşa Tirk di meha Gulanê de 80 caran êrîş pêk anî ye."
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Gulanê eşkere kir û wiha tê gotin; "Artêşa Tirk di meha Gulanê de 80 caran êrîş pêk anî ye."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya meha Gulanê eşkere kir û di daxuyaniyê de tê gotin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 80 caran êrîşî eniyên şervanên YPG/YPJ'ê kirine û şervanan ji bersiv dane êrîşan.
Daxuyaniya Navenda YPG'ê wiha ye;
"Di Gulana 2017’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin 80 caran bi çekên giran, bi tang, topên hawan û obûsan êrîşî çeperên hêzên me yê li seranserî Rojava û Bakurê Suriyê kirine. Encamên topbaranê de mal û zeviyên sivîlan jî zerar dîtine. Artêşa Tirk a dagirker 32 caran bi balafirên şer û balafirên keşfê ya bê mirov li seranserî Rojava geriyaye û axa Rojava binpêkiriye.
Navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de li ser sînor 2 caran şerekî demkurt çêbûye.
Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, yek sivîl jî brîndar bû.
Di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin de 2 şervanên me şehîd bûn 4 şervanên me jî brîndar bûne.
Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya parastina rewa de 51 caran di asta pêwîst de bersiva destdirêjî û êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê dane ku di encamê de 2 leşkerên Tirk û 20 çeteyên Tirk yên dagirker hatin kuştin, 8 çeteyên Tirkan jî hatin brîndarkirin, 1 balafira keşfê ya bê mirov hate xistin yekê jê jî derb xwar.
Di meha Gulanê de çeteyên DAIŞ’ê 2 caran êrîşên berfireh bi ser çeperên YPG û YPJ’ê de anîne, ku parastina Şedadê dikin. Ev êrîşên berfireh ji aliyê şervanên me ve hatine şikandin. Şikandina êrîşan de 10 şervanên me bi lehengî şerkirin gihiştin şehadetê.
Di meha Gulanê de bi tevlîbûna YPG û YPJ pêngava Xezeba Firatê da berdewam kir. Di vê mehê da gelek encamên grîng hatin bidestxistin. Bajarê Tebqa û cihên stratejîk hatin rizgarkirin. Di rizgarkirina Tebqa û derdorên Reqqayê de şervanên YPG û YPJ bi têkoşîna xwe bandoreke erênî li pêngavê kir. Di vê mehê de 92 şervanên YPG’ê û YPJ’ê di pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn.
4 şervanên me bi qezayan, 3 şervanên me jî di deverên cuda yên Rojava de şehîd bun.
Di meha Gulanê de li seranserî Rojava û Bakurê Suriyê de bi giştî 8 şervanên YPJ’ê di nav de 111 şervanên YPG’ê bi qehremanî tevlî karwanên şehîdan bûneʺ.