Cenazeyê Şervanê QSD’ê Dilovan li Tebqayê hate veşartin

Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD′ê Dilovan Tebqa li Goristana Şehîdên Tebqayê veşart.

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê Hesen Elî (Dilovan Tebqa)ê ku 27′ê Gulanê di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Tebqayê oxir kirin. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşekerî ve destpê kir.

Di merasîma oxirkirinê de Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed axivî û anî ziman ku şehîd Dilovan ji bo ku rêya azadiyê li pêşiya gelê Tebqayê ronî bike, canê xwe kir û wiha got: ″Duh me bajarê Tebqayê rizgar kir, sibe jî Reqa û Dêrezorê têne rizgarkirin.″

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemê jî diyar kir ku şehîdan jiyana xwe fedayî parastina nirxên mirovahiyê li hember hêzên tarî, kirin.

Rewşen destnîşan kir ku hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên bajarê Tebqayê hemû planên dijmin têk birin.

Her wiha Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Kefai Sincar jî wiha got: ″Dema em ber bi Reqayê biçin, wê serkeftin para me be.″

Birayê şehîd Dilovan, Wefa El-Elî soza şopandina rêya birayê xwe da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.

Şehîd Dilovan yekem şehîdê ku li Goristana Şehîdên Tebqayê hatiye veşatine.