Tenê daxwazek Samîre ya ji Reqayê heye: Biçe ser gora kurê xwe
Samîre Elawî ya ji Reqayê, ku çeteyên DAIŞ'ê kurê wê kuştin, gelekî ji destê çeteyan kişandiye. Tenê hêviyeke Samîre heye. Ew jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.
Samîre Elawî ya ji Reqayê, ku çeteyên DAIŞ'ê kurê wê kuştin, gelekî ji destê çeteyan kişandiye. Tenê hêviyeke Samîre heye. Ew jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.
Ev mirovên ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, her yek dikare bi rojan qala zilm û zora DAIŞ'ê bike. Her yek xwedî bûyereke cuda ye, bi taybetî jî jin.
Samîre Elawî ji gundê Selhebiyê ye, ku li rojavayê Reqayê ye. DAIŞ bi wesayîtekê di ser kurê wê ye 8 salî re derbas dibe û wî dikuje. Samîre ji bo kurê xwe wiha dibêje, "Kurê min kuştin, em nikarin tiştekî jî bikin. Lê her roj ez diçûm ser gora kurê xwe bi axa ser gora wî şa dibûm û digiriyam. Dema çeteyan fêhm kirin ku diçim ser gora kurê xwe, hatin ez birim û çûna ser gora kurê min li min qedexe kirin."
Samîre keserek kişand û wiha dewam kir, "Tevî ku ez dizanim ku çeteyan gora kurê min hilweşandin, niha bes vegerim gund yekser diçim ser gora kurê xwe."
Zarokeke biçûk di destê Samîreyê de bû, li zarok nihêrî û got, "Ez ducanî bûm berî xwedê vî zarokî bide. B, du rojan çeteyan hatin ez birim, qemçî li min dan. Ez çiqasî li ber wan geriyam min ji wan re got ez nexweş im, ducanî me lê guh nedan axaftina min. Gotin dema tu li ser xaniyê xwe bûyî rûçikê te xuya dikir."
Samîre dema bi me re daxivî dîsa ditirse, geh li dor xwe dinihêrî û geh li hevserê xwe dinihêre. Û wiha dewam dike, "Ez ditirsim dîsa DAIŞ li me vegere. Xwesteka min ji QSD’ê ev e ku DAIŞ’ê li ser rûyê erdê tine bike. Dema şervanên QSD’ê nêzî gundê me bûn, gotin hatin lê min bawer nekir. Min ji xwe re digot, kesek hay ji me nîn e, li vê cîhanê em ne li xema ti kesî ne."
Samîre keniya û wiha axivî "Heta niha jî ez bawer nakim gelo ev xewn e an rastî ye."