Operasyona Reqayê: Şervan ketin nava bajarokê Mensûra

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji aliyê başûrrojava ve ketin nava bajarokê Mensûra.

Operasyona ji bo xurtkirina xeta parastina Tebqayê hate destpêkirin, dewam dike. Şerê duh li rojavayê Mensûra û Bendava Azadî dest pê kir, hê jî dewam dike.

Şervanên QSD'ê, danê vê sibehê ji aliyê başûrrojava ve ketin nava bajarokê Mensûra.

Li herêma Mensûra û Bendava Azadî, di şer de ji duh û vir ve gelek çete hatin kuştin. 3 ji termên van çeteyan li herêma di kontrola şervanan de man. Şervanan her wiha dest danîn ser 4 kalaşnîkov, roketavêjeke B-7, 2 êlekên xwekujiyê û cebilxaneyên çeteyan.

Fermandarên QSD'ê ragihandin, ku ji ber gelek mayin û teqemenî li herêmê hene, şervanên wan hêdî û baldarî bi pêş ve diçin.

Bajarokê Mensûrayê bi 20 kîlometreyan li rojhilatê Teqbayê ye.