50 hezar kes vegeriyan Tebqayê
Mirovên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê ji Tebqayê koç kirin, piştî azadkirina Tebqayê li bajarê xwe vedigerin. Rayedar dibêjin şertên li van deran giran in.
Mirovên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê ji Tebqayê koç kirin, piştî azadkirina Tebqayê li bajarê xwe vedigerin. Rayedar dibêjin şertên li van deran giran in.
Rayedarên Meclîsa Sivîl a Reqa diyar kirin, beriya ku Tebqa were azadkirin piraniya şêniyên bajêr ji ber sedema qirkirina çeteyên DAIŞ’ê neçar mabûn ku ji bajêr koç bikin û nifûsa bajêr hatibû 15 hezaran.
Piştî ku 10’ê Gulanê Tebqa bi destê şervanên QSD’ê hate azadkirin 50 hezar kes li bajarê xwe vegeriyan. Tevlî yên ku li bajêr vegeriyan, nifûsa bajêr bû 65 hezar.
Her wiha ji deverên weke Tedmûr, Xumis, Suxna, Dêra Zorê û Meskenê yê ku li bakurê Helebê dikeve jî, ji ber sedema şerê di navbera çete û hêzên rejîma Sûriyê ve gel berê xwe dide Tebqayê.
Ji bajarê Reqayê û bajarokê Mensûrayê jî, ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne, ber bi deverên ku ji hêla şervanên QSD’ê ve hatine azadkirin gel koç dike.
Rayedarê Meclîsa Sivîl a Reqa Merwan Xoce diyar kir di nav 72 saetan de 25 hezar koçber xwe li Tebqayê girtine.
Koçberên ku xwe li Tebqayê girtine di nav şertên giran de dijîn.
Xoce diyar kir 20 hezar koçber li cem nas û xizmên xwe, 30 hezar jî li gundê Tewîhîniyê û li erdan dijîn û heta niha rêxistinên navneteweyî ti alîkarî ji bo Tebqayê neşandine.