Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Diyar hat veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG'ê Sûleyman Abdûlbaqî (Şoreş Diyar) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG'ê Sûleyman Abdûlbaqî (Şoreş Diyar) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo,ji bo veşartina cenazeyê şervanê YPG'ê Sûleyman Abdûlbaqî (Şoreş Diyar) ku duh di Pêngava Xezaba Firate de jiyana xwe ji dest dabû, berê xwe dane Mala Gel a taxa Enteriyê. Hevalên wî yek bi yek wêneya li darbesta wî maç kirin û dayîkan jî tilîlî dan.
Girseya gel piştî wergirtina cenaze bi dirûşmeyên 'Şehid Namirin', 'Ey şehîd xwîna te li erdê namîne' û 'Qamişlo zavayê te hat' ji taxa Entariye heta bi gorîstana Şehîd Delîl Sarûxan meşiyan. Di merasîmê de gelek saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.
Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Tahir axivî, di şexsê şehîd Şoreş de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: ″Em bejna xwe li hember cangoriyên azadiyê ditewînin. Pewîste ku em xwedî li xwîna şehîdan derkevin, bi rihekî seferber tev bigerin. Em ê li her cihî berxwedana xwe bidomînin. Ez sersaxiyê didime malbata şehîd û Rêber APO û şehîd namirin.″
Piştî axaftinan, nirxandina şervanê YPG'ê Şiyar Diyar a li ser şoreşa Rojava, hat guhdarkirin.
Piştre Bavê şervanê YPG'ê Şiyar Diyar, Ebdilbaqî Ehmed jî gelê ku beşdarî merasîmê bûbûn silav kir û wiha got: ‘’Di şexsê heval Şoreş de, em hemû şehîdên haqîqetê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em ê heta dawiyê şopdarên doza wî bin û tu carî çeka wî li erdê nehêlin. Di şexsê Serok APO de em soz didin.″
Piştre nasnameya şervanê YPG'ê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Diyar bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.