Şehîdên Reqayê hatin veşartin
Bayraktaroglû, Kandemîr û şervanên YPG'ê yên di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn, li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê hatin veşartin.
Bayraktaroglû, Kandemîr û şervanên YPG'ê yên di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn, li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê hatin veşartin.
Pêşengê DKP'ê û fermandarê BOG'ê Ûlaş Bayraktaroglû, şervanê BOG'ê Mûzaffer Kandemîr û 2 şervanên YPG'ê yên di pêngava Reqayê de şehîd bûn, li ber dirûşma "Ey şehîd xwîna we li erdê namîne" li Dêrikê hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên herêmên Dêrikê, Girkê Legê û gundewarên wê wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û cenazeyên şervanê YPG'ê Elî Mihemed Mizil (Şêr Zagros), Fermandarên Partiya Çep a Tirkiyê Mehmet Kurnaz (Ulaş Bayraktaroglu), Fermandarê MLKP Muzaffer Kandemir (Dogan Kerîfî) û Fermandarê QSD′ê Nemet Turk (Baran Cûdî) ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Hevserokên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.
Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ku di nava refên YPG′ê de cih digire Mustefa Umer axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û wiha got: "Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin, heta her çar paçeyên Kurdistanê azad dibin."
Fermandarê Partiya MLKP′ê jî soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got, ew ê heta dilopa dawî ya xwînê, berxwedana xwe bidomînin.
Piştre jî Endama Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) Şoreş Xelîl jî diyar kir ku di kesayeta her çar hevalan de yekîtiya gelan tê xuyakirin û wiha domand: "Armanca me rizgarkirina tevahî Rojhilata Navîn ji terorê û avakirina şaristaniya demokratîke."
Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbat û hevalên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.