Derbek din li çeteyan ket: Bajarokê Mensûra hate rizgarkirin

Piştî şerê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a 2 rojan û şûnde, bajarokê Mensûra ji çeteyan hate paqijkirin.

Operasyona xurtkirina xeta parastina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a Tebqayê didome. Şervanên QSD′ê piştî şerê du rojan, bajaroka Mensûra ya 20 km dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê, bi temamî ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Di şerê qewimî de 30 çete hatine kuştin, cenazeyê 14 çeteyan jî hate desteserkirin.

Li aliyê din di şerê 2 rojan dom kir de wesayîtekî bombebarkirî hate rûxandin, 5 tank, 4 panzerên zirxî bi tîpa BMB, bi sedan çeka keleş, cebilxaneya çeka B-7 û bi hezaran gule li nav ji aliyê şervanan ve hate desteserkirin.

Xebatên lêgerîn û paqijkirina mayînan a şervanan a li bajarok dewam dike.

Bi rizgarkirina bajarokê Mensûra ya xwediyê 50 hezar nifûs, rêyek din a stratejîk a çeteyên DAIŞ’ê hate qûtkirin.