YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 5 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
“Pêngava Xezeba Firatê ku li hember dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, ji aliyê şervanên azadiyê ve bi biryardariyeke mezin berdewam dike. Şervanên ku gihiştine ber deriyê Reqayê bi şev û roj li hember çeteyên DAIŞ’ê operasyonan lidar dixin. Çeteyên ku ketine tengasiyê ji bo pêşîgirtina şervanên azadiyê, li her cûreyên rêbazên derveyî şer bikar tînin jî li hember taqtîk û şêwazên şer ên şervanan binkeftinê jiyan dike. Çeteyan piştî rizgarkirina Tebqayê, bi taybet sivîlan wek mertal bikar anîn. Cih û warên sivîlan mayinkirin û bi wesayîtên teqemeniyan ji bo pêşketinên şervanan asteng bike serî bi van rêbazên dervê şer dide. Ji bo zerar negihîje, sivîlan şervanên Xezeba Firatê bi baldariyeke mezin pêşketinên xwe didomîne.
Li hember rêbazên derveyî şer ên çeteyên DAIŞ’ê, piştî bi têkoşînekî bê hempa ku di pêşketinên pêngavê de encamên girîng hatibûn bidestxistin de, 5 şervanên me tevlî karwanên şehîdan bûne.
Wek YPG û YPJ`ê di şexsê 5 hevalên me de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û serî da malbatên şehîdan û gelên me re sersaxiyê dixwazin. Em ê bibin şopdarên têkoşîna şehîdan, careke din soza xwe nû dikin."
Nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Dilovan
Nav û Paşnav: Hesen El Elî
Navê Dayikê: Oş
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 27'ê Gulana 2017
Nasnav: Heqî Terkan
Nav û Paşnav: Zûlkûf Aslan
Navê Dayikê: Remziye
Navê Bav: Ferho
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê El Hemam / Reqa, 31'ê Gulana 2017
Nasnav: Numan Hesekê
Nav û Paşnav: Rûstem Mihemed
Navê Dayikê: Wesfiye
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 31'ê Gulana 2017
Nasnav: Rûbar Çemçe
Nav û Paşnav: Omer Yildiz
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Kasim
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê El Hemam / Reqa, 31'ê Gulana 2017
Nasnav: Şoreş Diyar
Nav û Paşnav: Silêman Ebdilbaqî Ehmed
Navê Dayikê: Edle
Navê Bav: Ebdilbaqî
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 31'ê Gulana 2017"