Li Girê Spî cenazeyê Qadir hate veşartin

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Tariq Qadir li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Tariq Qadir (Orhan) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Semra yê 6 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Reqayê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Kedîm Îbrahîm axivî, sersaxî ji hêzên QSD′ê û tevahî gelên xwe herêmê re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Girê Spî Zelîxe Ebdî jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku wê bi fedekariya cangoriyên azadiyê, herêm ji terorê were rizgarkirin, her wiha bang li gelên herêmê kir ku piştgiriya hêzên QSD′ê bikin, da bajarê Reqayê azad bibe.

Her wiha Fermandarê QSD′ê Feysel Îbrahîm derbarê têkoşîn û berxwedana şehîd Tariq de axivî û soza şopandina rêya wî nû kir.

Di dawiya merasîmê de, nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê Qadir bi dirûşman ve hate veşartin.