YPG'ê nasnameya 2 şervanan ragihand
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe ragihad.
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe ragihad.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de û di encama qezayê de jiyana xwe jidest dabûn, ragihand.
Daxuyaniya YPG'ê wiha ye;
'HEMÛ ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ BI RÊZDARÎ BIBÎRTÎNIN'
"Di pêngava Xezeba Firatê de hevalê me Heqî Karer piştî şerê dijwar yên gundewarên Reqqayê de şehîd bû. Hevala me Awaz Ferman li bajaroka Şêxler ya bi ser Kobanê ve di encama qezayekê de şehîd bûye.
Em YPG û YPJ hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û sersaxiyê didine malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz.
Nasnameyên şervanan wiha ye:
Nasnav: Awaz Ferman
Nav û Paşnav: Rolya Elî
Navê Dayikê: Besê
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê, bajaroka Şêxler / 2 Heziran 2017
Nasnav: Heqî Karer
Nav û Paşnav: Abdulazîz Kizmaz
Navê Dayikê: Hadîbe
Navê Bav: Mehmet Bozan
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 31 Gulan 2017"