ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di Pêngava Bagera Cizîrê de hezar sivîl hatin rizgarkirin
Hêzên QSD'ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de îro jî hezar sivîl ji Dêra Zorê rizgar kirin û birin herêmên ewle. -
Şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
4 şervanên YPG'ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, duh li Hesekê hatin veşartin. -
'Dayina dengan, xwedîderketina li vîna xwe ye'
Rêvebera Buroya Jinê ya PYD'ê Beşîra Derwîş û Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf ji bo dengdana li hilbijartinên komunan bang kirin. -
Pêngava Bagera Cizîrê: 3 jin û 9 zarok hatin rizgarkirin
Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî QSD′ê, li rojhilatê herêma pêşesazî 3 jin û 9 zarok rizgar kirin. -
Hêzên Asayîşê: Çeteyê ku cebilxane ji çeteyên Tirkiye re dibir hat girtin
Hêzên Asayîşê li navçeya Şêrawa çeteyekî ku cebilxane ji gundewarên Helebê ji bo çeteyên artêşa Tirk a dagirker re dibirin bajarê Ezazê, girtin. -
Bagera Cizirê: 10 gundik hatin rizgarkirin
Pêşveçûnên şervanan li rojhilatê Dêra Zorê û ber bi herêma Sûrê ve didome. Şervanan 10 gundik rizgarkirin. -
Nasnameya 8 şehîdan hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên xwe yên ku di navbera 15-19'ê Îlonê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Bagera Cizîrê: 15 gundik hatin rizgarkirin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, 15 gundikên li bakurê Dêra Zorê hatin rizgarkirin. Berê şervanan li Siwerê ye û her bi pêş ve diçin. -
Di Pêngava Bagera Cizîrê de qonaxeke nû
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got ku em ber bi herêma Sîwerê ya nêzî sînorê Iraqê ve diçin. -
15 sivîlên din ji Reqayê hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 15 sivîl li taxa Ferdosê ya li rojavayê Reqayê ye, rizgar kirin. -
Bû şervan û li Reqayê vegeriya
Ezed ê ji Reqayê, ku di 15 saliya xwe de neçar ma ji cih û warê xwe Reqayê derkeve, dema bû 18 tevlî nava refên YPG'ê bû û ev çar meh in ji bo rizgarkirina bajarê xwe şer dike. -
Cenazeyên 3 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şehîdên pêngava rizgkarkirina Reqayê bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê. -
Li Tebqayê cenazeyên şehîdên QSD’ê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê 2 şervanên QSD′ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşatin. Nasnameya şervanekî QSD′ê jî hate eşkerekirin. -
Li gelek taxên Reqayê şer dijwar dewam dike, 23 çete hatin kuştin
Li taxên Rimêla, Rewda, Tişrîn û depoya genim şer bi dijwarî dewam dike. Di şerê qewimî de 23 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şehîd Ebdulrehman li Eyn Îsa hate veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD′ê Ebdulrehman ê di pêngava rêzgarkirina Reqayê de şehîd bibû, veşartin. -
Li Şehbayê kelecana hilbijartina demokratîk
Amadekariyên dawî yên hilbijartina komînan ên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ber bi dawî ve diçin. Endamê Desteya Hilbijartina Bilind a Şehbayê Huseyîn Velo got: “Hilbijartinên ku li Kantona Şehbayê wê bi şêwazên demokratîk pêk were.” -
YPG’ê bersiv da êrîşên çeteyên Tirk
Şervanên YPG/YPJʹê bersiv dane topbaran artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser deverên kantona Efrînê. -
Du şervanên ku hewl didan zarokê birîndar rizgar bikin, şehîd bûn
Du şervanên ji tîma tenduristiyê ya YPG'ê, dema hewl didan zarokekî koçber ê 14 salî rizgar bikin, şehîd bûn. -
49 çete li Reqayê hatin kuştin
Li Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di şer de heta niha 49 çete hatine kuştin. -
Biryargeha DAIŞ'ê lê bûye dafik
Şervanên li başûrê rojava yê navenda Reqayê, cihên stratejîk kontrol kirine. Çeteyên DAIŞ'ê ku nexweşxaneya dewletê ya berê ji xwe re kirine biryargeh, ketine dafikê û her ku diperpitin, dibin hedef. -
Tirkiye xwe ji bo dagirkirina Îdlibê amade dike
Siyasetmedarê ji Îdlibê Îhat Hatîp got, dewleta Tirk dixwaze bikeve nava Îdlibê û li ser bingeha ku ev 3-4 sal in bi rêya çeteyan amade dike, rûnê. -
NÛ BÛ- Li Qamişo teqîn: zarokek mir, 7 kes birîndar bûn
Li nêzî baxçeyê Siyahî ya bajarê Qamişlo motorsîkletek hat teqandin. Di encamê teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da, 7 kes birîndar bûn. -
Hêzên Erka Xwepastinê beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûn
Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Cizîrê, eşkere kir ku beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûne. -
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Îska bombe dike
Çeteyên Tirkiyê gundê Îska yê navçeya Şêrawa bombe dike. -
Cenazeyê şevanê YPGʹê Seyîd Sifûk hate veşartin
Welatiyên navçeya Til Hemîs cenazeyê şervanê YPGʹê Ebilhemîd Sifûk (Seyid Sifûk) ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Goristana şehîd Raxib Etiya veşartin.