Di Pêngava Bagera Cizîrê de hezar sivîl hatin rizgarkirin

Hêzên QSD'ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de îro jî hezar sivîl ji Dêra Zorê rizgar kirin û birin herêmên ewle.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ber bi herêma Siwer a li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi pêş ve diçin. Li gel rizgarkirina herêman, QSD her wiha sivîlan ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar dikin.

Şervanên QSD'ê hezar kes ji rojhilatê çemê Firatê, cihên cuda yên Dêra Zorê rizgar kirin. Hejmara zêde ya koçberan jî zarokên biçûk, jin û kesên bi temen in. 

Ji ber ku herêma Dêra Zorê cihekî çol e, kesên xwe ji çeteyan rizgar dikin ji bo xwe bigihînin şervanên QSD'ê neçar in tî û birçî bi saetan bimeşin.

Rêxistinên Rojava jî, av û xwarinê li sivîlên tên rizgarkirin belav dikin. Sivîlên îro hatin rizgar kirin ji bajarê Hims, ji Dêra Zorê û gundên dewrûberê Dêrê yê wekî Salihî, Riwêç, Mazlum, Dihêla, Sibhe, Merat, Etle, Xîşem, Tabiyê û Cedîd Beqarê ne.

Piştî pêşwaziyê gelê sivîl ji aliyê asayîsa Rojava ve bi awayekî ewle derbasî kampa Seed ya koçberên Dêra Zorê dikin.

Her ku şervan bi pêş ve diçin hejmara sivîlên tên rizgarkirin jî zêde dibe.