Biryargeha DAIŞ'ê lê bûye dafik

Şervanên li başûrê rojava yê navenda Reqayê, cihên stratejîk kontrol kirine. Çeteyên DAIŞ'ê ku nexweşxaneya dewletê ya berê ji xwe re kirine biryargeh, ketine dafikê û her ku diperpitin, dibin hedef.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), çeteyên DAIŞ'ê xistine dafikê ji bo derba dawî lê bidin. Şervanên li eniya bakur, di nava du sê rojên dawî de gelekî bi pêş ve diçûn.

'Cenga Mezin' a ji bo rizgarkirina Reqayê, ku 6'ê Hezîranê ji aliyê QSD'ê ve hate destpêkirin, dewam dike. Ji duh danê sibehê ve li taxên Rewda, El Emîn, Rimeliyê û Tişrînê şerekî dijwar diqewime. Çeteyên DAIŞ'ê li navenda bajarê Reqayê ketine dafikê. Diçim serdana şervanên QSD'ê ku ji eniya başûrê rojava dor li navenda bajêr girtine. Li ser daxwaza hevalên çapemeniya Rojava, rêveberiya li eniyê wesayitê dişîne û min bi xwe re dibe.

JI ROJAVA BER BI BAŞÛR VE

Ji rojavayê Reqayê em ber bi zeviyên garisan û bexçeyan ve diçin. Rejîma Baasê, ava Çemê Firatê ya ji çiyayên Bakurê Kurdistanê tê, li ser Kurdên Rojava birriye û ber bi herêmên din ve biriye. Li gorî herêma Rojava ya hatiye ziwakirin, derdora Reqayê şênkahî ye. Li her cihî cihokên avdanê hatine çêkirin. Dema ku di nava zeviyan de ber bi başûrê bajêr ve diçin, konvoyeke ji wesayitan li pêş çavên me dikeve. Zêdeyî sed wesayit, li ber wesayitan sekinîne. Dema ku em hinekî din bi pêş ve diçin, benda kontrolê ya şervanan dibînin. Mirov hewl didin derbas bibin, lê belê şervan ji wan re dibêjin ku nikarin destûrê bidin, ji ber ku herêm bi mayinan hatiye dagirtin.

DESTÛR NAYÊ DAYIN KU MIROV DERBASÎ HERÊMA NEHATIYE PAQIJKIRIN BIBE

Dipirsim ku girseya li hev kom bûye sivîlên dixwazin vegerin mala xwe ne yan na? Şervanekî ciwan ê ji Reqayê dibêje, na ne welê ye, bi giranî hin kesên ku bi gotina 'diçim mala xwe' dixwazin biçin navenda bajêr û malan talan bikin. Hemû xaniyên hatine valakirin ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine mayinkirin. Gelek mirovê bi qaçaxî diçin wan malan ji ber xefikên DAIŞ'ê tên kuştin.

Rêgeha em jê derbas dibin ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin û em bi wesayiteke normal diçin. Wekî din, her ku em nêzî navendê dibin, hejmara xaniyên xerabûyî zêde dibin. Em berê xwe didin nuqteya rêveberiyê ya hêzên li başûrê rojava.

DI DAFIKÊ DE ASÊ MAN E

Aliyên rojava û başûr ê nexweşxaneya dewletê, ku çeteyên DAIŞ'ê lê asê mane, ji aliyê vê hêzê ve hatiye girtin. Çekên giran jî bi wan re hene. Bi qasî ku geriyan, li her nuqteyê hejmara şervanên jin û mêr bi qasî hev in. Piraniya nuqteyên stratejîk hatine kontrolkirin. Timî tekmîl û hişyarî tên dayin. Ji anonsên cîhazan tê fêhmkirin, ku şervan bi rengekî welê bi cih bûne, ku wê ti derfetê nedin derketina DAIŞ'ê. Li ser hemû kolan, avahî û beşên avahiyan jî plan hatine kirin. Avahiya nexweşxaneya dewletê biryargeha DAIŞ'ê ye û hatiye tecrîdkirin. Her ku çeteyên li vir xwe dilivînin, şervan yekser dest li wan werdidin. Hesasiyeta ku min li eniya din dît, li vir jî heye. Ji bo sivîl zerarê nebînin, şervan bi hesasiyeteke mezin tevdigerin, lê di heman demê de nahêlin DAIŞ hilmê bistîne.

PÊŞVEÇÛNA LI ENIYA BAKUR

Fermandarên li vê eniya em lê ne, li gel axaftinên bi cîhazê nexşeyeke berfireh li ser tabletê nîşan didin. Li ser mijarê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin, lê belê ji nexşeyê xuya dike ku şervanên QSD'ê yên sê roj berê bi pêş ve çûn, ji bakurê rojhilat erdê dawî yê di destê DAIŞ'ê de maye dorpêç kirine. Ji ber ku biryargeha wan jêrzemînên nexweşxaneyê û tunel in, ji bo zerar li sivîlan nebe, şervan bi lez tevnagerin. Tê texmînkirin ku 20-25 ji sedî yê Reqayê di destê DAIŞ'ê de maye. Paqijkirina vê yekê jî wê ne zehmet be.

YENÎ OZGUR POLÎTÎKA / AZÎZ OGÛR