Tirkiye xwe ji bo dagirkirina Îdlibê amade dike

Siyasetmedarê ji Îdlibê Îhat Hatîp got, dewleta Tirk dixwaze bikeve nava Îdlibê û li ser bingeha ku ev 3-4 sal in bi rêya çeteyan amade dike, rûnê.

Îhat Hatîp yek ji rêveberên hêza leşkerî ya ji Îdlibê ya bi navê Lîwa Şîmal Demokratîk e, ku di destpêka Şoreşa Sûriyeyê de ava bûye. Ji ber ku Tirkiyeyê bi rêxistinên selefî yên weke Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam û Feylak Şam êrîşî rêxistinên şoreşger ên mîna wan kir, neçar ma sala 2014'an ji Îdlibê tevî rêxistina xwe derkeve. Lîwa Şîmal Demokratîk, îro li Şehbayê di bin sîwana Hêzên Şoreşger de têdikoşe. Îhat Hatîp ku endamê Tifaqa Neteweya Demokratîk a Sûriyeyê ye, polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Îdlibê û biryara li Astana 6 hate wergirtin ku Tirkiyeyê li Îdlibê weke garantorê mûxalîfan nîşan dide, ji ANF'ê re nirxand.

WAN ÇETE XWEDÎ KIRIN

Îhat Hatîp destnîşan kir, ku dewleta Tirk ji bo temamkirina plana xwe ya berê hatiye amadekirin, bi bahaneya têkoşîna li dijî El Nûsra hewl dide bi rengekî fermî Îdlibê dagir bike.

Îhat Hatîp bi bîr xist, ku gelê Îdlibê beriya sala 2012'an hêzên xwe yên leşkerî ava kir, lê belê Tirkiye û Qatarê xwe berdan nava van rêxistinan û got, "Sala 2012'an di nava hêzên mûxalîf ên Îdlibê de Cephet El Nûsra, Feylak Şam û Ahrar û Şam kêm bûn. Îstîxbarata Tirk bi xurtî destek da van, ew kir hêz û qîma xwe bi wan jî neanî, rabû komên ji Tirkmenîstan û Ozbekîstanê anî, şand Îdlibê."

JI SALA 2013'AN Û VIR VE DEST LÊ WERDIDE

Hatîp da zanîn, ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên veguherandiye hêzekê ji sala 2013'an û vir ve dest li gelê Îdlibê werdide û li dijî welatparêzên ji Îdlibê şer ragihandiye. Hatîp got, "Piştî ku bûn hêz, di nava gel de xwe bi awayekî vekirî nîşandan û pêwîstî bi xweveşartinê nedîtin. Wê wextê dest danîn ser mizgeftan û xutbeyên Înê. Li gorî dilê xwe xutbe dan xwendin. Dest li jiyana mirovan werdan. Dadgeh ava kirin. Xwestin ku mirov li gorî nêrînên wan ên tarî û zalimane tevbigerin. Tirkiyeyê li dijî her kesên ji bo başiya gel tevdigeriyan, şer îlan kir. Tenê yên ku berjewendiyê wê diparast, destek kir. Em jî weke Lîwa Şîmal Demokratîk neçar man ji Îdlibê derkevin."

HEMÛ ÇETE LI ÎDLIBÊ CIVANDIN

Îhat Hatîp destnîşan kir, ku Tirkiye, Îran, Qatar, Sûriye û Rûsyayê li hev kirin û hemû cîhadîstên xwedî mejî û nêrîneke tarî yên il Heleb, Şam û gelemperiya Sûriyeyê komî ser hev kirin û li erdê Îdlibê civandin. Hatîp got, "Ji başûrê Sûriyeyê Cephet El Nûsra anîn. Ji bo Îdlibê weke hêlîna terorê nîşan bidin, ji Hûms û gelemperiya Sûriyeyê Cephet El Nûsra û hemû hêzên din ên tarî anîn li Îdlibê bi cih kirin. Fatûreya van hemûyan li gelê sivîl hate birîn. Ji ber ku hemû komên anîne, li Îdlibê şerê hev dikin. Ji ber vê yekê ne jiyan maye ne jî aborî. Mîna ku ev hemû têrê nakin, rejîm jî ji bo tolê hilîne bombeyan li ser gelê Îdlibê dibarîne. Dewleta Tirk dixwaze bikeve nava Îdlibê û li ser bingeha ku ev 3-4 sal in bi rêya çeteyan amade dike, rûnê. Dixwaze bi awayekî fermî Îdlibê dagir bike.

DIXWAZE DORÊ LI EFRÎNÊ BIGIRE

Îhat Hatîp destnîşan kir, ku Tirkiye bi dagirkirina Îdlibê re dixwaze dorê li Efrînê bigire û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk li Astana 6, bi lihevkirina bi Îran û Rûsyayê re dixwaze Îdlibê kontrol bike. Di vê çarçoveyê de amadekariyan dike. Dewleta Tirk bi îdîaya 'Ez ê Cephet El Nûsra derxînim', hewl dide gelê Îdlibê ji dagirkeriyê re razî bike. Di nava şert û mercên asayî de gelê Îdlibê hewldana dewleta Tirk weke dagirkeriyê dibîne. Lê belê ji ber rewşa heyî dengê xwe dernaxîne."